Ev bû 32 salên min ku ez di bin sîwana Enstituyê de ji bo berjewendiyên Kurdan û Kurdistan kar dikim. Eger meriv li nava Beljîkiyan li xebata Enstituyê bipirse ewê bersivên zelal werin dayin. Herçend e qet û qet bes nabînim jî gelek xebat hatiye kirin. Firaza xebata me jî xuya dike. Ji piçûk bigre heta mezinên vî welatî gelek dostên me hene. Dema lazim e jî li gora hêza xwe alikariya me dikin.
Adedeke me Kurdan ew e ku em her tim gazinen xwe, sedemên bindestî û kêmasiyên xwe yan li hevalbendên xwe dikin yan jî diavêjin ser milê derdorê xwe. Yan em wan vedishêrin.
Mîna gelek welatên Ewropa, bijartin li Beljîka jî dibin. Ji bo Parlementoya Ewropa, Parlementoyên Herêmî (Flaanderen, Walloniye û Bruksel) bijartin hene û gelek partî di van bijartinan de cî digrin. Di nava van partiyan de dostên me jî hene. Gelek dostên me jî di nava van partiyan de xwe wek namzed danîne. Chendek ji wan jî Kurd in.
Ji bo bihêzkirina hêza hevalbendan di nava van partiyan de min çend caran ji berpirsiyrên ROJ TV, KNK, KONKURD û NEWROZ TV, Kurdistan TV, KURD SAT, ASO û TISHK re peshniyar bir. Ji bo namzedên Kurd û yên ne Kurd lê dost, amadekirina programekê di TV, radyo û rojanmeyan de mimkin bû. Lê mixabin, TV, Radyo û rojnameyên Kurdî sersariyeke mezin nîshan dan. Ev bu chend meh ku ev pêshniyar hatin kirin. Lê beletewsh…!
Di aliyê din de ez bi dilêshî sê tishtan dibînim;
a) Medya Turkan shev û roj programan ji bo propagandeya dost û namzedên esil Turk dikin. Her hefte sê-çar meriv vexwendî diçin Ankara û programan li wan deran didin kirin ku di televîzyon, radyo û rojnameyên xwe de bidin belavkirin.
b) Li Ewropa di rojnameyên xwe de rûpelên sihê ji bo wan hatine veqetandin. Weke civak alîkariya namzed û dostên xwe dikin.
c) Ji civakên Sirb, Kosova, Albanî û Makedonya kom bi komên deh-deh kes bû mudetek ku ji bo namzedên dostên xwe alîkariya propagande dikin. Afîshên wan, belavokên wan mal bi mal, kuçe bi kuçe digerînin. Hinekan ji wan bi deh rojan izna xwe (vakans) stendine ku vê alîkariyê ji dostên xwe re bikin. Ji ber ku di dema dostên wan hatin bijartin de ewê bi serbilindî herin ba wan û alîkariyê bixwazin.
Em chi dikin? Bi tu awayî me ji dostên xwe re ne da xuyakirin ku ne hercar alîkariyê ji wan dixwazin lê di dema hinek alîkarî ji bo wan pêwîst be em jî amade ne!!!
Pirraniya wan dost û hevalên me, ku car-caran em wan di berbanga sibehan de ji xew radikin, di gelek rojên pêdivî de alîkariya wan ji bo pishtgiriyê dixwazin û distînin jî me li pey xwe nabînin.
Me çi ji wan re kir ku me bibînin? Xuya ye em weha dizanin ku her tim gerek e ew alîkariya me bikin.
Na hevalno na, xebat ne bi vî awayî dibe. Di televîzyonên me de bi saetan, leq-leqa programên propagandeya çepîtiya Turkî, ‘biratiya Kurd û Ereb’ kultûra bilind ya Parsan heye, lê dem û cî ji bo dostên me ku her roj ji bo alîkariyê em amadebûna wan dixwazin nîne! 
Di her partiyeke ku beshdarî van bijartinan dibe dostên me hene. Di nava nûçeyan de, di nava programên Rojbash Kurdistan de, di nava programên din yên minaqeshê de, bi qasî du deqîqeyan, du pirs hatibane kirin û du bersiv hatibane stendin bes bû. Ji bo bîst namzedan bi temamî 20 deqîqe tijî nedibû.
Pirsek dikarîbû bibe: Hun werin bijartin ji bo Kurdan çi projeyên we hene?
Pash re, dema wan mafê parlementerî stendin meriv dikarî bêje wan; “We di wê rojê ev soz dabû! Gelo tê bîra te?”
Lê me nekir. Dem û cî nebû!!! Kes û derfet nebû!!!
Sibe jî emê herin ba wan û doza alîkariyê ji wan bixwazin…
Ewê Turk jî herin ba dost û namzedên xwe û alîkariyê bixwazin…
Gelo di pasherojê de emê shashiyên xwe berdewam bikin yan na?
Derwêsh M. Ferho
Enstituya Kurdî ya Brukselê

 

F
E
E
D

B
A
C
K