Zanyarê Kurd ji Ermenîstanê, Şekiroyê Xudo, sê sal berê, di heftê û heft saliya xwe de ji nav me koç kir. Lê li pey xwe bi dehan berhemên hêja, zanistî û xîreteke mezin hişt. Bi karê xwe, lêkolînên li ser Kurd û Kurdistanê, ciyê xwe di nava civaka me de bi tîpên zêrîn nivîsî.
Şekiroyê Xudo, xwendina xwe ya bilind, bedagojiyê diqedîne û mîna mamosta li gelê, û gundê xwe vedigere. Bi salan zarokan perwerde dike. Ji nava civaka xwe nareve û bi pirsgirêkên netewa xwe re mijûl dibe. Berpirsiyariya xwe li ser milê xwe dizane. Ji bo hê zêdetir xizmeta gelê xwe bike dev ji xwendina bilind bernade. Her demê li pey xwendinê ye. xizmeta xwe ji bo gelê xwe jî bi berferehî dike. Di sala 1955’an de dibe yek ji berpirsiyarên rojnameya Kurdî `Riya Teze`.
Piştî demekê ew bi temamî xwe dide karê zanistî û dikeve nava zanyarên Kurdzaniya li derdorê Enstituya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Êrîvanê. Li ser dîroka Tevgera azadîxwaza başûrê Kurdistanê xwendina xwe bi tezek ya doktoran di 1978’an de diqedîne.
Her di heman Enstituyê de wek serkar xebata xwe berdewam dike. Di 1985’an de navnîşana profesortiyê û di 1996’an de jî dereca herî bilind ya akademîkus distîne.
Şekiroyê Xudo, sînoran fereh dike û li Moskowê jî desit bi inisyatîfeke hêja dike. Tev komeke navdarên ji Sovyetê Navenda Lêkolînên Kurdî ava dike. Gelek xebat û weşanên hêja amade dikin.
Ji 1991’an ve, bê navber, bi kêmasî ez her sal diçûm Rusya, Ermenîstan, Gurcistan, Kazakistan, Ukrayna û çend welatên din yên Sovyeta berê. Kurd li ku hebûn min berê xwe di da wira. Rê jî her tim di ser Moskowê re diçû. Her cara ez diçûm, Yan li Êrîvanê, yan jî li Moskowê me hev dît. Bi saya wan hevdîtinan derfetên sohbetên me dûvdirêj dibû.
Li Rûsya, cara dawîn ku me hev dît di sala 2005’an de li Moskowê bû. Tev komeke xortan ji Enstituyê berê me li Kafkasê bû. Bi dûr û dirêjî li ser xebatên Navendê li Moskowê axaft ji me re. Mamosta Beşîr ji başûrê Rojavayê Kurdistanê jî amade bû. Me her duyan jî li ser dijwarî û astengên xebatê axaft û biryara projeyên hevpar stend. Paş ji hev qetiyan me soza hevdîtina li Ermenîstanê da. Li Ermenîstanê jî cara dawî di nîvê meha Hezîranê de li ser meselan, li Elegezê em rastî hev hatin. Roja meselan, li ser gora xanima wî, ciyê wê bihuşt be, me ‘kasa’ rehmê vexwar.
Di wê rojê de hevpeyvîneke dirêj ji bo filmê dokumenter li ser Kurdên Kafkasên (Gelê Melekî Tawus) yê Binevşa Bêrîva çêkir.
Em, koma xortan ji Enstituya Kurdî ya Brukselê, li mala apê Hiseyn Cindoyan, yekemîn mamosta yê Kurd di nav Kurdên kafkasê de, mêvan bun. Mamosta Şekiroyê Xudo bi xwe jî yek ji şagirtên wî yê despêkê bû. Mirovên hev bûn.
Paş demekê, ji bo çend konferansan li Ewropa ew hate Brukselê û Enstituya Brukselê ziyaret kir. Weke her car, dev li ken, sohbet xweş û bi hêvî bû. Gotina wî a destpêkê ‘ez hatime bi pismamê xwe re qewlê peymanên xebata bi hevra bikim.’
Lê ew fersend ji me re der neket û di 2007’an de mamosteyê mezin, zanayê hêja Şekiroyê Xudo çû ser dilovaniya xwe.
Mirin, dayka te bimre… Nifira Mahmûd Baksî bû. Di her koça mezinekî me Kurdan de Baksî ew nifir dikir. Baksî jî ji nav me kç kir, mamoste Şekiroyê Xudo jî koç kir… Dijwar e, lê derman jî nîne. Bêçareyî ye.
Mamosta Şakiroyê Xudo di nava jiyana xwe de gelek xebat kir. Gelek berhemên hêja ji me re li pey xwe hişt, mîna xortekî 14 salî ji jiyanê heze dikir û evîndarê xebata ji bo gel û welatê xwe bû. Ya girîng niha ew e ku nifşê nu ê Kurdan mînak û dersê jê bigire û têkevin nava jiyanê. Ji bo berjewendiyên gelê xwe kar bikin. Wêdemê wê mamosta Şekiroyê Xudo, û gelek hêjayên me ku koça dawîn kirine, di gora xwe de rehet razin. Yan na, wê çavên wan li pey wan vekirî bimînin.
 

 

F
E
E
D

B
A
C
K