Li tevahiya cîhanê, dewlet weke exlaqê komên xelkê dihate naskirin. Lê di nava 30 salên dawî de derkete holê ku dewlet, wajî exlaqê civakî, di exlaqê siyasî tiştekî sosret e. Di rêxistiniya dewletî de, pîrozî û nirxên civakî teva hatine kuştin. Dewlet encama siyasetê ye û siyaset jî wek zanistekê derketiye holê. Di rastiyê de ne wisa ye, weke Balzac dibêje, “ bi hosteyî zincîreke li azadiyê tê girêdan e”. Navê vê jî kirine azadî. Em teva dizanin ku, azadî li kû dest pê dike li wir jî bi dawî dibe.
Di herka jiyanê de, destanên ku bûne bingeha dîroka mirovahiyê gelek dersan didin. Yek ji van dersan jî “şûrê demokles e” kurdiya wê “daqoqê himandî” ye. Dema ku jiyan û civak, ketin bin nîrê çînayet û “mutlaqiyet”a  dewletan de,  “şûrê demokles, yanî daqoqê himandî” di ser serê civakan re hate hejandin. Siyaseta dibin “muqlaqiyet” û “şûrê demokles” de nikare bibe zanistek û ji bo bextewariya mirovan werê bikaranîn. Mutlaqiyet û şûr, ji nirx û pîroziyên mirovahiyê dûr in.
Mînaka vê jî Tirkiyê ye û îro, raya giştî ya Tirkiyê, wêraniyekê dijî. Di encama vê wêraniyê de, parlamenterên Kurd, siyasetmedarên Kurd, parêzer, rojnamevan, xwendekar, zarok, parêzvanên mafên mirovan, sendîqevan û hwd. di girtîgehan de ne. Guman tê de nîne, li cîhanê mînakeke din ya bi vi rengî nîne. Ev encama siyaseta li derî zanistî ye, keêsn vê siyasetê dimeşînin jî, dijminê demokrasî, edalet, mafan û hebûna gelan e.
Min gelek caran behsa faşîzma li Tirkiyê û bikaranîna faşîzma dibin pêşengiya AKPê de kir û min got, “li cîhanê faşîzm hatiye mahkum kirin, li Tirkiyê li dijî Kurdan, bi erêniya hêzên global serbest e.” Lewma îro, di mijara Selma Irmak de, ezê bi rengekî din nêzîkî pirsgirêka vê heyama bextreş û sosret bibim. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sedsalê ye û Selma Irmak jî yek ji lehenga vê pirsgirêkê ye.
Helbet siyaset ne kilîda ku devê dergehê behiştê li ber mirovan vekê ye. Lê desthilatdariya AKPê, weke cizvîtên sedsala navîn, di nava bêşermiyek rûreş de, bi vî rengî siyasetê  dike. Bûyerên civakî, ji pêxemberên Ezdayetî û heta bi pêxemberên Îsraîlî û Eflatûn, ji Eflatûn heta bi Machivellî serê gelek zanistan mijul kiriye û serê gelek siyasetmedaran êşandiye. Di dîrokê de, ji bilî du mirovan, rengê siyaseta Tayyip Erdogan û Fetul-munkîr ne kirine mer’iyetê. Ev her du mirov kî ne? Musollînî û Hîtler in! Salazar û Franco, Saddam û Al Başîr  jî di nav de, tukesî mîna Erdogan siyaseteke  weke serpêhatiya “seferên xaçparêzî” nedaye meşandin. Hêzên Xaçparêz jî dibin navê olê de seferên talanê dane destpêkirin û navê “barbar”tiyê li rojhilatiyan kirin.
AKPe û Fetul-munkîr jî siyaseta xwe bi çar rengan didine meşandin. Yek, siyaseta selefkarî; du, bazirganiya dîlgirtiyan; sê, ol; çar, maşika destên hêzên global. Bêhtir ji heft hezar siyasetmedarên Kurd dîlgirtine,  siyaseta taybet ya  li Imralî, bi kanunên derî demê dimeşînin, olê bikartînin û bûne xulamokên hêzên global.
Selma Irmak yek ji van dîlgitiyan e û mîna salên darbeya eskerî û siyaseta taybet ya li Zindana Amedê, bedena xwe kiriye çekê parastina mafên gelê xwe. Di destê girtiyan de ji bilî sloganan û ji bilî bedena wan tu çekên wan tune ne. Selma Irmak jî çekê herî dawî û herî bi bandor bikar tîne. Bedena xwe!… Jiyaneke bi îdolojiya azadiya gelê xwe, di nava kanunên jiyanê de îstîsnayeke destanî ye. 30 sal in ku cengawerên gelê Kurd vê îstîsnayê dijîn û li hemberî faşîzma ku bûye metoda xwe nû-kirine sîstema kapîtalîst, şer dike. Faşîzm, metoda xwe nûkirina sîstema kapîtalîst e.
Lewma, em di her firsetê de şerê destanî yên cengawerên kurd, tînine ziman, dubare dikin, sê bare, çar bare, deh bare dikin. Lê kesên di guhên ga de dijîn pirr pirr hene, mixabin şiyar nabin. Ev rewşa kurdan, “weytî”ya piştî “dilojarê” ye.  Lê vê carê, şerê ciwanên Kurd, bi saya sîstema alternatîf, bûye şoreşek û di guhertina civakê de rol û misyoneke dîrokî dilîze.
Selma Irmak jî berhema vê şoreşê ye, ciwan e û faşîzma ku Kurdistan dagir kiriye, siyaseta zihniyeta Îttîhat-Terakî  ku dîrok, kultur, ziman, beden û mêjiyê Kurd dagirkiriye baş naskiriye. Hemberî ku ji aliyê gelê Kurd ve hate hilbijartin û li gorî kanunên Tirkiyê bû parlamenter, divabû wek nûner û îradeya hilbijêrên xwe biçe parlamentoya Tirkiyê. Lê na, di şexsê wê de, maf û îradeya komên xelkê Kurd hate xesp kirin. Dema îradeya gelê mirov ne hate naskirin, jiyana mirov jî nayê naskirin. Dema nasnameya civaka mirov ne hate erê kirin, nasmayea mirov jî nîne û tune tê hesibandin. Yanî însan, ne ew insanê bi navê xwe, kultura xwe, mêjiyê xwe, bi çav û gavê xwe, bi stran û dawetên xwe, bi dîlan û çîrokên xwe, bi bajar û gundên xwe, bi kolan û meydanên xwe, bi stêrik û zimanê xwe ne yê xwe ye.  
Hîna jî desthilatdariya AKPê û dewleta Tirk, hilbijartin û îradeya gel, weke demokrasî nabîne, ji bilî azadiyê, edaletê jî dikuje.
Selma Irmak ev tunebûn qebûl nekir.
Haaaa dive em jibîr nekin, Selma Irmak girtiya azadiyê ye û yek ji deh hezar girtiyên azadiyê  ye.  Ew kesên xwedî rûmet, ku dibin her cûre hoy û mercan de, siyaseta tunekirin û inkarê qebûl nekirine, şer kirine, fedekarî kirine ne. Yanî xwediyê destanên  sedslaê ne, lehengên bûyerên drametîk yên Tewrata Kurdistanê ne.
Selma Iramk îro, destîniya jina Kurd dijî.  Ev navê  sefaleta dijmin û destîniya civaka Kurd e. Destanekî ku tenê bi xwînê tê nivîsandin daye destpêkirin. Pêwiste gelê Kurd, ligel Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û hevalên wan, cihê xwe bigirin, wan tenê nehêlin û zincîr û leleyên destîniya bextreş  û kujer bişikînin.
Îro wext e, sibe dereng e û bêdengî jî mirina bi saxî ye.

F
E
E
D

B
A
C
K