Mijara semînerê ew bû ku çilo dê xort û keçên kurd zagonên Europî binasin, çilo bipejirînin û çilo bikar bînin, her wisa bi çi şêweyî mirov dikare doza mafê xwe bike.
Gelek gotar di derbarê koçberiyê de hatin xwendin. Hate ziman bê çilo mirov dikare bi hesanî û li gor zagonên Ewropî tevlî civaka Ewropî bibe, bi taybetî nifşên ciwan. Di vê derbarê de li filmekî video jî hate temaşekirin.
Mkurd.tv jî li wir bû, di eynî mijarê de hevpeyvînek bi rêzdar Derwêş Ferho, serokê Enistûta Kurdî li Bruksel hate kirin. Di demek nêzîk de di www.mkurd.tv <http://www.mkurd.tv/>  de tê weşandin.
Birêz Ferho anî ziman ku dê di Tebaxa bê de semînerk din û berfirehtir çê bibe, dê gelek kêmnetew tê de beşdar bibin, daku hevûdu ji nêz ve nas bikin û li gel hev giftûgoyan bikin. Armanc jê ew e ku ciwan fêrî perwerdeya Europî bibin, dako bikaribin tevlî civakê bibin û di pêşerojê de pirsgirêk ne ji wan re û ne ji civakê re, derkevin.
Di semînerê de pirs di derbarê welatê ji dayikbûnê ji ciwanan hatin kirin. Bi balkêşî li bersivên wan hate guhdarî kirin. Gelekan ji wan anîn ziman ku ew serbilind in ku Kurd in û ji Kurdistanê ne.
Li dawî di derbarê bêtarên ciwanan de giftûgo li gel hin dê û bavan hate kirin, çilo dê bikaribin li gel hev wan bêtaran çareser bikin.
03.05.2010
Mediakurd.com
http://mediakurd.com/

F
E
E
D

B
A
C
K