Digel pêvajoya bêçalaktiyê, ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye êlan kirin, ji destpêka meha Nîsan’ê vir ve, di piraniya herêmên Kurdistan a Bakur de operasyonên leskerî û herweha polîsî têne mesandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan gêrîla sehîd ketine, bi sedan kes hatine binçav kirin û di zîndanan de  ne. Di nava 20 salên dawî de pêvajoya ku têde herî zêde gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane ev 3 mehên dawîn in. Bi awayekê din, mirov dikarê bêje ku, serê herî qirêj niha dimese û li ser vê pêvajoyê de bandora hikûmeta AKP’ê jî mezin e.

Digel hemû rewsa neyênî, KCK dev ji biryara xwe ya bêçalaktiyê ber nedaye. Dîsa, digel hemû zexta dewletê, namzetên serbixwe yên BDP’ê di nava xebatên hilbijartinan de ne. Di aliyekê de serê qirêj, di aliyê din de xebatên jibo hilbijartinan bihev re dimese. Bêguman, ev rews jibo namzetên serbixwe û BDP’ê pir zehmet e, weke berxwedanekê girîng e. Eger di encama van hilbijartinan de komekê mezin ya BDP di Parlemena Tirkiye’yê de bê çê kirin, divê ev weke bûyerekê girîng were pejirandin.

Li gorî daxûyaniyên derdorên KCK’ê û herweha yên Abdullah Öcalan, eger heya 15’ê Hezîran’ê rewsekê nû dernekeve holê, yanê di nêzîkatiya Dewleta Tirk de nermahiyekê çê nebe, an jî gavekê berbi diyalogan ve neyê avêtin, wê pêvajoyekê serê nû bikeve rojevê. Wusa dixûyê ku heya dema ku hatiye êlan kirin, di nêzîkatiya Dewleta Tirk de guhertinekê erênî çê nabe. Ev jî tê wateya ku, ji 15’ê Hezîran’ê bi sûn de, wê ser bandora xwe bide diyar kirin. Mixabin ser tê wateya kustinê, qasê ku heya niha me jiyan kiriye, wê dîsa piraniya kustiyan ji zarokên gelê kurd bin.

Pistî wuqasa salên ku serê gêrîla hatiye mesandin, divê êdî qada siyasî bandora xwe çê bike. Tu tekosînên azadiyê tenê bi serwêriya serê çektarî encam negirtiye, ji niha bi sun de jî wê encam negire. Pistî astekê serê çektarî, pêwîst e hêzên siyasî derkevin pês û rêyên çareseriyê lipês bixin. Mixabin, di vî warî de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, qelsiyekê heye. Zû an jî dereng, divê ev qelsî tine be, hêza, an jî hêzên siyasî, bandora xwe diyar bikin.

* Ahmet Gulabi DERE / Rojnamevan/nivîskar, Blog : http://farasinfr.blogspot.com
Mail: [email protected] /[email protected] 
Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K