Mijar, daxwaza avakirina partiyeke nuh, bi navê Yekbûn bû! Di civînê de bi ferehî li ser vê mijarê hat axaftin, bîr û bawerî hatin minaqeshekirin. Ji sedema shert û mercan, bi baweriya ku partî li welêt ava dibin, bingehekî amade û xurt pêwîst e, roja din em vegeriyan Beljîka. Lê me soza berdewamiya peywendiyan û hevkariyê pejirand. Beshdarên din civîna xwe berdewam kir.
Nasîna mamosteyê mezin, Ismet Cherîf Wanly, xwedî xîret û baweriyeke qewîn, zanayê hêja, wê rojê, eger bash were bîra min, payiza 1978 bû, dest pê kir. Peywendiyên me, ji wê rojê û pash de qet û qet qut nebûn. Her cara ku min ew dit, jê re hê zêdetir hurmeta min mezin bû. Bi rûmet, kultûr, ronakbîr, rênas û zana…

Di destpêka adara 2011 de tev çend hevalan me behsa Ismet Cherîf Wanly kir. Yekî di nav axafina xwe de got ku Ismet Cherîf nexwesh e. Min pirsî; “nexweshiya wî ji emrê mezin tê yan nexweshiyeke din e?” Wî got “hem emrê wî mezin e û hem jî nexwesh e.”

Roja din yekemîn tishtê min kir telefona wî bû. Xanima wî rahishte telefonê û bi Frensiziya xwe ya nazik bersiv da. Min li mamoste pirsî. Bi Kurdî ya wî ya teybetî û Frensizî axaftina me bihurt. Min li halê wî pirsî. Ji dengê wî xuya dikir ku ne pirr dilxwesh e. Min jê re got ku di rojên pêsh me de dixwazim wî ziyaret bikim. Zêde kêfa wî hat. Û di 21ê Adarê de ez ji bo dîtina wî çûme Swîsra.

Berî ez herim Swîsra min çûna xwe ji çend kesayetiyên Beljîkî ku Dr. Ismet Sherîf Wanly nas dikin re got. Senatorê berê û shahredar Willy Kuijpers, Dr. Karel Ringoet, parlementerên kevn Jaak Vandemeulebroucke û Nelly Maes! Pirr kêfan wan hat. Tevan bi dilekî germ silavên xwe jê re digot. Wan û gelek kesên din di siyaseta Beljîka de, di dema xwe de Dr. Ismet Cherîf Wanly naskirine. Zêde zêde hez jê kirine û wî merivekî qedirbilind dibînin.

Çawa Dr. Ismet Cherîf li Beljîka bû ye mêhvan?
Di 2ê Adara 1975 de, Dr. Ismet Cherîf Wanly, li ser vexwendina siyasetmedarên Flaman beshdarî kongreya VUJO li Sint-Niklaas bû ye. Mijara kongrê “Merivên azad û gelên serbixwe ber bi ashtiya cîhanê ve”. Dr. Ismet Cherîf Wanly li wira li ser pirsgirêka Kurdan axaftiye. Û ew ketiye dilê beshdaran. Zêde hez jê kirine.

Willy Kuijpers ji bo wan rojan weha dibêje; “em Flaman di nava tevgereke xurt de dijiyan. Li parlemento, xwendgehan, her kuçe û meydanan di nava çalakiyan de bûn. Me dixwest, heta niha jî ev daxwaz berdewam e, herêma xwe ji serdestiya Frensizan azad bikin. Ji bo pirraniya daxwazên me em bi ser ketin. Kurd jî ji bo mafên xwe têkoshîneke dijwar didin. Bê goman shert û mercên Kurdan girantir in. Kurd mecbûr man rahijine çek û sherrê çekdarî bikin. Ne pêwîst e em herin kevne-dîroka Kurdan. Ji dema xwe em mînak bidin. Tevgera azadîxwaza di bin serokatiya Mustafa Barzanî de bi hemû hêza xwe berdewam bû. Rejîma Iraqê di hember Kurdan de dijwar bû. Dijminên gelê we bi hêz û xwedî dost bûn. “Dostên” we ne durust bûn. Ne YDA, ne Îran, ne welatek ji Rojhilata Navîn, ne Sovyeta berê û ne jî welatek ji Ewropa, kes bi durustî hevalê we nebû.” Dev biken dibêjê; “heta niha jî nînin, lê mijara axaftina me ne ev e. Her kes li pey berjewendiyên xwe digeriya û hun di nav piyan de diperçiqîn. Di vê demê de û bi van gomanan me kongreya xwe amade dikir. Wê demê rehmetiyê Maurits Coppieters xwedî gotin bû di nava partiya me Volksunie de. M. Coppieters, ez, Nelly Maes, Dr. Karel Ringoet, Jaak Vandemeulebroucke û çend kesên din li hev civiyan û me biryar da ku berpirsiyarekî Kurdan vexwendî kongreya xwe bikin. Dr. Ismet Cherîf, nûnerê Mustafa Barzanî di we demê de, hate vexwendin. Dr. Ismet Cherîf li Swîsra dima, berpirsiyarê Tevgera Azadfîxwaza Kurdan li Iraqê bû. Me hatina Dr. Ismet Cherîf pêwîstiyek dît. Vexwendina me qebûl kir û hat. Wê demê, eger ez ne shash bim yan doktora xwe qedandibû, yan jî li ber qedandinê bû. Mijara doktora wî “Pirsgirêka Kurdistana Iraqê û hesta millî” bû (Le Kurdistan Irakien, entité nationale, etude de la revoliution de 1961).  Pirtûka xwe bi wî navî ji bo weshanê jî amade dikir. Çend rojan li mala me mêhvan bû. Gelekî merivekî xwende, bi kultûr û zana bû. Te digot ev kes di nava malbateke melîkiyetê de terbiya xwe stendiye û mezin bûye. Lê pirr cixare dikshand. Hewqasî dikshand ku em jî ji duyê cixarên wî têr nîkotîn dibûn.” Bi van gotinan re jî dikene! “Hatina wî tesîreke mezin li beshdarên kongrê kir. Dostaniya me heta niha jî dewam dike. Lê mixabin, ji sedema emr, dûrbûn û karên zêde em nikarin hev bibînin.”
  
Min amadeyiya çûnê kir û di 21ê Adarê de çûme Swîsra. Bi vê minasebetê min hevalên li wira jî agahdar kir, ku em bi hevra herin ba wî. Bê goman, çûna me ya bi hevra rûmetdayineke mamostanê mezin bû. Bi nivîskarê hêja Mamoste Hesen Denîz, rojnamevan Aydin Dere û Hanefî Xoce re me berê xwe da mala Dr. Ismet Cherîf Wanly.

Roja 23ê Adarê, pash nîvro em tev çûne mala mamoste. Hem ew, hem xanima wî pirr dilxwesh bûn. Ji kêfa nizanîbûn çawa bikin. Mamoste bi temenê xwe yê 87 salî, mîna xortekî 25 salî diçû û dihat. Xanima wî, bi wê maqûliya xwe ji aliyekî li ber dilê mamoste diçû-dihat, ji aliyê din kêfxweshiya ji bo ziyareta me dida xuyakirin. Û dema me ji oda rûnishtinê li derva dinêrî beshekî mezin ji Lozanê xuya dikir. Dîtina mamoste, sohbeta li wira û dîmenê li ber çav tev xwesh bûn.
Di demeke minasib de min silavên dostên wî li Beljîka jê re got. Pirr kêfxwesh bû. Bê goman behsa cixarê bû. Hînga xanima mamoste jî behsa pirrkêshana cixara mamoste kir. Wî bi henekî got “min berê çar pakêt, nuka bes pakêtek dikshînim. Ev jî pêshketineke, na?”

Mamostanê mezin Dr. Ismet Cherîf Wanly, hê jî ji ber birîna xwe nikare bash biaxive. Dema nûnerê Tevgera Azadîxwaza Bashûrê Kurdistan di bin serokatiya Barzanî de bû, ajan û qatilên rejîma Baas di mala wî de êrîshî wî kirin û demançe di serê wî de teqandin. Bi giranî birîndar bû. Lê xelas bû. Xelas bû, lê pash hewqas sal e nikare rehet biaxive. Ne pirr, lê carna zimanê wî ji sedema wê birînê giran û dijwar digere. Carna jî dialiqê.

Her dema ku ev yek tê bîra min ji xwe dipirsim. Vî merivî hewqas sal e, bi hemû derfet, zanabûn, tecrûbe, mal û cane xwe xizmeta gelê xwe dike. Di demeke xeterên mezin de bi cesaret nûnertiya Tevgera Azadiya Bashûrê Kurdistan di bin serokatiya Barzaniyê nemir de rêve biriye. Ji bo vê yekê jî derba kushtinê lê ketiye û heta niha jî êsha vê derbê dikshîne. Gelo ev mezinê Kurd, xwedî rûmeteke mezin, xizmetkarê berjewendiyên gelê xwe, carek be jî hatiye bîra rayedarên Kurdistan? Eger hatibe bîra wan, ji çi sedemê rojek ji rojan ew ne vexwendine Kurdistana azad ku demekê nûnertiya wê li tevahiya Ewropa dikir?

Çend saetan, bi mamostanê hêja û xanima wî re me sohbet kir û xatirê xwe jê xwest. Lê bi soza ku ji îro û pash de hê zêdetir wî ziyaret bikin! Mamostanê 87 salî, ji nezaketa xwe, em bernedan heta em anîn ber autoya me. Dema me xatir jê xwest silvên xwe ji bo hevalên xwe li Flanderen-Beljîka ji bîr nekir.
Her hebî mamoste.
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K