Carê em dê xwendineke ser pê û bilez li vê serkeftinê bikin û çavê xwe bi encamên DTP bi destxistîn li saredarên Kurdistan bixwesênîn, li gel vegêrana vê pirsê ku mina mehîneke kehêl pêkolê dike û li bersiva xwe digerê, gelo çima kurdan dengê xwe li hilbijartinên 2009 ji xwe re bikaranin, ji doza milletê xwe re, jib o zimanê kurdî, ji bo avakirina kestiya Kurdi?
Ez vê pirsa hanê wê vekirî bihêlim, lê hinek dîtinên xwe biînim ser ziman û wek rojnemevanekî Kurd vê serkeftinê di van xalan de xuya dikim:

1. Wisa xuya dibe ku hilger û serkêsên tewerên hizra neteweya Kurdî  roj bi rojê bi hêz dibe û berhem ji ev dengdane bû.
2. Baweriya Kurdan bi demokrasiyê û rêkên siyasi û astiyane ji bo çareserkirina doza milletê Kurdî li Turkiye.
3. Lawazbûna AKP li herêmên kurdan.
4. Belavbûn û bilindbûna hizr û hisiyariya neteweyi û nistîman perweryê di nav civatgehê Kurdistanê de.
5. Zelalbûna hizr û hisiyariya neteweyi û nistîmanperweriyê li ser arasteyên din mina arasteya dînî û esîretiyê
6. Kêmbûna wê teoriyê ku dîn û politîki  tevlî hev dike ji bo meremên xwe yên taybet li Kurdistanê.
7. Kurdan sepand ku mirov dikare  Kurdeki xwedan kesatiyeke bi hêz û bawer pêker be û di heman demî de ji hiligerê fikr û ramanên dînê misilman, êzdi, xiristiyan, elewî yan her dînekî din jî be.
Kurdan pêngaveke pir hêja avêt, lê ev ne her tist e, belkû eve berê binyatê ye ji bo seketinên mezintir û bilind tir û serdarên DTP pêwist e zêdetir û xwe nêzî civatgeha Kurdistane bike û li arise û dozên jiyan gozari xwedî derkevin.

 

F
E
E
D

B
A
C
K