Berî nuha bi demek e kin konferansek li ser Êzdayetiyê li Beljîkayê pêk hat. Hejmarek kesên pispor besdar bûn û pirs ji gelek awiran ve hate nirxandin. Em bi Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwês M. Ferho re axifîn. Em hevpeyvîna pê re, pêskêsî we dikin. 
 
Konfernas çi demê çêbû û kî organîze kir û armanca organîzekirina konferansê çi bû?
Konfernas di 2009, 10ê Adarê de derbas bû û ji aliyê, Interdisciplinair Centrum Religiestudie & Interlevensbeschouwelijke Dialoog (Zanîngeha Katolîk ya Leuven), di bin serokatiya Prof. Dr. Bert Broeckaert de, bi hevkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê hate amade kirin û armanca organîzekirina vê konferansê bi awayekî zanistî axaftina li ser ola Êzdayetiyê bû. Konferans li KULeuven (Zanîngeha Katolîk ya Leuven), Kleine Aula, Maria-Theresia College, Sint-Michielsstraat 6 – 3000 Leuven – Beljîka, derbas bû.

Nêzîkayiya organîzasyonên Êzdiyan li konferansê çawa bû?
Êzîdî di vê konferansê de pirr kêm hebûn. Kesê axaft ne tê de 4 kesên din hebûn. Ji xwe, mîna gelek carên din, armanca Enstituyê ne ew  e ku gelek Kurd di çalakiyên me de besdar bibin. Armanca Yezdism_K.U.Leuven_2_208701335.jpgme ya sereke ew e, ku Beljîkî û Ewropî di çalakiyên me de besdar bibin û pirsa Kurdan bi gistî hîn bibin. Di salonê de ji sedî zêdetir guhdar hebûn. Ew bi tevahî xwendekarên zanîngehê bûn ku pirraniya wan master, doctorat, lêkolînên teybetî û mamosteyên xwendegehên cihê bûn.  Ji ber van sedeman axaftinek li ser nêzîkayiya kes yan organîzasyonên Êzdiyan ne rast e. Ez dikarim weha bêjim: Hem kes hem organîzasyonên ku haya wan ji vê Konferansê hebû pirr dilxwes û razî bûn.

Ji bilî kurdan kî besdar bû û bêhtir qala çi kirin?
Wek min li jor jî got Kurd kêm besdar bûn. Pirraniya guhdaran Beljîkî bûn.

Doktorandus û senatorê berê Hugo Van Rompaey li ser pirsa Kurdî bi kurtayî xaft û cî da Dr. Memo Ferhan Osman û wî bi kûrayî li ser baweriya Êzdayetiyê, dîrokî û civakî axaft. Herweha rewsa îroyîn ya Êzîdiyan jî ew axaft.
Êzdayetî oleke kevn e û xwedî gelek teybetî ye. Di nava olên mîna Cihû, Zerdestî, Xiristiyanîzm û Îslamê de ev teybetiyên wê xuya dikin.
Êzîdî ji aliyê Misilman û Xiristiyanan ve bi parêzvanên tistekî têne tewanbarkirin. Sedema wê jî ew e ku di baweriya Êzdayetiyê de hem tistên xêrê û hem jî tistên ser di biryar û encamên karê Xweda de hene.
Li Rojhilata Navîn Êzîdî bi sedsalan bûne hedefa zor û zilmê. Ev zor û zilm heta îro heye.
Ciqa Êzîdî li cîhanê hene nayê zanîn. Lê ew di navbera 500 000 û 1 000 000 de ne. Êzîdî bi eslê xwe Kurd in. Ji bo ew nebin Misilman berxwedaneke xurt kirine.
Bi gistî li ser van esasan hat axaftin û bala xelkê glekî kishand.

Bi gistî nêzîkayîya ronakbîr, Hikumeta Herêmê û xelkê li Konferansê çawa bû?
Nêzîkayîya ronakbîr, Hikumeta Herêmê û xelkê li ser Konferansê çawa bû ji min re jî gelekî meraq e. Ji xeynî sê-çar ronakbîrên Kurd, ew jî ji ronakbîrên Sovyetê, ne ronakbîrekî din û ne jî Hikûmeta Herêmê bi qasî misqalekê jî deng ji wan nehat! Nêzîkayî çiqas be dive meriv ji wan bipirse.

Dîtina hikumeta herêmê li ser maf û parastina Êzidiyan çi ye?Yezdism_K_U_Leuven_15_855118721.jpg
Li ser dîtina hikumeta herêmê li ser maf û parastina Êzidiyan meriv dikare ji rewsa gishtîm zelal bibîne. Dibe ku ji sedema gelek pirsgirêkên herêmê di nava dewleta federal ya Iraqê de hene û ji ber vê yekê jî ew nikarin bi awayekî ku mina dil dixwaze li ser van pirsan rawestin. Lê her çi be bila bibe maf û parastina Êzîdiyan li herêma Kurdistan û di nava Iraqê de pirr xerab in. Ew li ber jenosîdekê rû bi rû sekinîne. Eger melayek di mizgeftê de xutbê li ser komkujiya Êzîdiyan bikaribe bixwîne, ew xutba wî li her derê dinyayê bigere û heta niha jî ew mele serbest bigere, Êzîdî di xetereke mezin de ne.

Besdarên konferansê bi gistî li ser çi xalan rawestiyan?
Besdarên konferansê bi gistî li ser xalên kok, naverok, felsefe, coxrafye, etnografye, folklor û kultûra Êzdayetiyê ya kevn û nuh rawestiyan.

Hûn çiqasî gihistin armanca xwe?
Armanca me ew bû ku em Êzdayetiyê mina ol bidin nasandin. Bi awayekî vekirî ev xal hate axaftin û besdar razî bûn. Lê li ba dilê min tistê herî girîng ew bû ku Prof. Dr. Bert Broeckaert, di dema xwarina êvarê de ji min û hevalên din re soz da:
1. em bi hevra di sala 2011 de konferanseke gelekî mezin, bi besdariya 20 heta 25 profesor, di zanîngehjê de amade bikin û du roj li ser vê olê dirawestin.
2. Prof. Dr. Bert Broeckaert, li Herêma Hasselt Navenda Olên Cîhanê ava dike. Wezareta Perwerdê ev proje bi berferehî pejirandiye. Ewê di wê navendê de cî bide Ola Êzdayetiyê jî. Ango, Arsîf, bibliotheek, film, foto, orf û adedên Êzîdiyan ewê di vê muzeyê de bi awayekî fereh cî bigrin.
Konferans bi zimanê Ingilîzî bû.

Zarathustra News – [email protected]

 

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K