Ev du hefte ne li Wiyanaya paytexta Austuryayê mêvanê Enstîtuya Kudzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl im. Serokê Enstîtuyê Prof. Dr. Celîlê Celîl, serê sibê zû radibe, dikeve nava kitêb, belge, kovar, rojname, deng û wêneyan. Ji aliyekê ve dixebite, ji aliyê din ve, ji çar aliyê dinyayê hewl dide li ser kar û barê akademîk, zanyarî û folklornasiyê danûstandinan birêve bibe.

Xortê 74 salî, wekî ciwanekî 18 salî xwedî enerjiyeke ecêb e. Westabûn pê re tuneye. Bi yarmetiya xwarziya xwe ya muzîkolog Naza Celîl û Xwarziyê xwe Cemalê Celîlê ku li ser psîkolojiyê doktoraya xwe dike, hema bêje tevahiya karên enstîtuyê û pirtûkxaneyê bi dilovanî û esqeke mezin dimesîne. Di nava kitêban de wekî zarokan sa dibe. Bi kitêban re diaxive, bi wan re radibe, bi wan re rûdine.

Li kitêbxaneya Casimê Celîl, hema bêje li ser kurdan heta niha çi derketibe mirov dikare bi hêsanî peyda bike. Nexasim li ser kurdên Sovyetê û Ermenîstanê materyal û belgeyeke ku mirov li wir nebîne tuneye.

Di rojeke xwes a sibatê de, li Eichgrabena li nêzî Wiyanayê, li avahiya Enstîtuya Kurdzaniyê, di nava bi hezaran kitêbên kurdî de, min pirsî, Mamoste Celîlê Celîl bi rûkenî bersivand…

– Ezbenî, li gorî malûmatên min ji malbata cenabê te wergirtiye, hê dema ku bavê te Rehmetiyê Casimê Celîl li Bakuya Azerbaycanê li dibistana leskerî dixwend, di du rojnameyên bi navê “Baku” –bi ermenkî- û “Komûnîst” –bi rûsî- de dixwîne ku li Ermenistanê Alfabeya kurdî hatiye amadekirin û pê pirtûk hatine çapkirin. Pasê xwe digihîne amadekarê vê alfabeyê Îsahak Marogulovê Asûrî. Pasê di navbera wan de, têkiliyeke germ saz dibe û ji wê rojê heta niha -80 sal- serpêhatiya berhevkirina arsîv û pirtûkxaneya malbata Casimê Celîl destpê dike. Ji kerema xwe dikarî behsa vê yekê bikî?
– Mijareke gelek balkês e, bas e ku te got. Ji ber ku peywendiya ku te behs kir, bandora xwe li ser bavê min pir dihêle ku di rojên pês de bavê min vegere Ermenîstanê û bibe yek ji hîmdarên perwerdehî, rewsenbîrî û wesangeriya kurdî. 

Mesele wiha destpê dike; wekî ku te got, gava bavê min xebera alfabeya nû di rojnameyan de dixwîne, navnîsana Marogulov peyda dike û nameyek bi zimanê ermenkî jê re disîne. Di arsîva bavê min de, nameya Marogulov heye ku bersiva namê ye. Ji wê bersivê em pê dihesin ka bavê min di nameya xwe de çi nivîsiye. Di nameya Marogulov de, helwesta wî ya xêrxwaziya ji bo gelê kurd û çanda wî eskere dibe.

Min ew name, ji zimanê rûsî wergerandiye kurdî û di kitêbeke xwe de wesandiye. Name ev e.

“Heval Casimê berêz!
Îro 8-ê kanûna pês nama te gihîste min û dilezînim bersiva te bidim. Berî pês deynê xwe dibînim ji tera bêjim, wekî nama te dilê min hingavt. Gava min ew name stand, tê bêjî him qewat û him hereketê min bona karên nû ji bona xizmeta gelê kurdê bi siyanet û sempatîk zêde bûn.

Tu, Casimê ezîz, kirinê min zêde mezin dikî û him jî zêde pesnê min didî, gava tu ji min re dibêjî profêsor. Ez dersdar im çawa gisk û ne zêde. Lê belê, sêkirdariya te, dilê min baristan kir û ew li ser min bargiranî kir, ku ez hemû qeweta xwe, hemû taqeta xwe bi gistî amadeyî karê ronakdariya kurdên di tariyê de mayî bikim.

Ser hêvîkirina te, li ser kar û kirên xwe bêjim, ez bi dilxwesî bi cî tînim:

Ji xeynî pirtûka ‘Hînbûna xwe bi xwe’ cem me usa jî pirtûka para pêsîn ji bo koma pêsîn -wê van rojan ji bin çapê derkeve- û para duduyan ji bo koma duduyan çap dibin. Ew jî wê zûtirekê çap bibe.

Hema ev pirtûk çap bibin, ezê yekser ji te re bisînim.
Ji xeynî pirtûkên dersan, li bal me 16 pirtûkên ji bo xwendina zarokan li ser çapê hene.

Çapkirina van pirtûkên biçûk ji ber tunebûna kaxez bi derengî dikeve.

Bi vê yekê dawîya xebata me nayê. Bernama me ya çapê mezin e. Êdî bi serhev de tînin pirtûkên dersxana grûbên 3 û 4-a ji bo dibistanên dereca pêsîn; pirtûkên polîtîkî; pirtûkên li ser malhebûna gundîtiyê û yên mayîn. Pistî wê emê berhemeke taybetî ya stranên gelê kurdan, çîrok û tistên dinê amadeyî çapê bikin.

15-ê kanûna pêsin ya îsal li bajarê Yêrêvanê ji bo tevdîra dersdarên kurd kûrsên heyst mehî vedibin.

Ji min re wê bibe sabûn, pevgirêdana xwe bi tera dom bikim û bi soz, ezê bersiva hemû nameyên te bisînim. Her tenê kêmanî ji min re nebîne, wekî ez bi zimanê rûsî ji te re dinivîsim, xwendina min a zimanê ermenî tune.

Îcar em bêne ser daxwaza te ya pasin, ser wêneyê min. Bi rastî, ez ne merivekî wiha xuya me ku wêneyê min rewseke hêja bide oda te, her weha, ezê bikim ku di nava van rojên nêzîk de, ji bo yadîgarî wêneyê xwe ji tera bisînim. Hêviyeke min heye; heger li Azerbeycanê nasên te yên kurd hene, alfabeya me di nav wan de bide belavkirin.

Bi minetdarîya dilê sax, dimînim qedirgirê te.

Î. Marogûlov  
8.12.1929. Yêrêvan
P.S. Binivîse hema ser vê adresê”

(Celîlê Celîl, 13 Rûpelên Balkês ji Dîroka Gelê Kurd, Wesanên Enstîtuya Kurdzaniyê-Wiyana, 2002, Rûpel 148-149)
 
Wekî em dibînin, ew du her du pirtûkên ku bavê min ji Marogulov distîne, bûne hîm ji bo dewlemendiya arsîv û pirtûkxane ku heta îro bêrawestan hatiye û
berdewam dike.

– Bas e, em bêne ser Enstîtuya Kurdzaniyê li Wiyanayê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl. Hîmê vê saziya giranbiha bi serperestiya kî û kê hatiye danîn?
– Mirov rabe bêje: “Erê bi serperestiya min e û min kiriye!..” xelas dibe. Lê rastiya wê lazim e. Gelo çawa havên girtiye. Helbet pirtûkxaneya malbata me gelek mezin û dewlemend bû. Qismek jê li Erîvanê mabû, li vir mabû, Ordîxanê birayê min jî li Lenîngradê bû. Dê û bavê min jî, ber bi mezinbûnê ve çûbûn. Nexwes jî bûn. Pirs li me hemûyan peyda bû; “Gelo wê mesela pirtûkxaneyê çawa çareser bibe?” Ez jî demek bû ku li vir bûm. Virde-wêde diçûm. Dost, heval û hogir pirtûkan ji min re dianîn. Bi vî awayî li Ewropayê jî, gelek pirtûk ketin ser hev. Tu jî bas dizanî ku gava mirov di mal û milkên kirê de dijî, gelek caran mal bar dike. Sekna li cihekê mimkun nabe. Di van veguhastinan de, kitêb xera dibin, ji hev dipelisin. Birin, anîn û bicihkirin karekî giran e.

Lewre jî xeyala min ew bû ku avahiyek ango bingehek hebe ku mirov pirtûkxaneya heyî lê ji hev belavbûyî bîne li wir bi cih bike. Tê de bêyî minet kar bike. Ji bo me xewna sevan bû ku li hev bihata û arsîv û pirtûkxaneya li Erîvanê bihata.

– Cenabê te kîjan salê ji Erîvanê derket?
– Ez di sala 1992’yan ji Erîvanê derketim. Wekî mêvan ji bo Almanyayê hatim vexwendin. Min semîner didan. Pasê gotin li Austuryayê “Hefteya Çanda Kurdî” ye. Têkiliya min, hê li Erîvanê ligel profesor û kurdologên ewropî hebû. Pasê gotin, li Wiyanayê wê konferanseke navneteweyî li ser çareseriya kêse û pirsgirêka kurdan çêbe. Li ser vê yekê ez hatim Konferansa Çanda Kurdî û tevli konferansê bûm. Konferans ji hêla “Enstîtuya Rennerê” ve hatibû organîzekirin. Axaftina min a li wir, li ser kurdên dîaspora û Kafkasyayê bû. Wê demê kurd ji ber zilma Saddam perîsan bibûn. Rûbirûyî gazên kîmyewî hatibûn. Xwe li sînorên Tirkiye û Îranê xistibûn. Bala ewropayê li ser vê meselê bû. Gelek alîkarî dihate sandin. Di serdemeke wiha de, hevalên min ên li Ewropayê gotin; “Divê tu li vir bimînî. Kurdolog û rewsenbîrên kurdên Austuryayê xwestin ez bimînim. Bi vî awayî danûstandin çêbû û ez mam. Malbat hat, kitêb hatin. Lê tistek heye, heta niha jî, li ser pasaporta Ermenîstanê mame.

– Em dibînin ku Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ne li nava Wiyanayê ne, lê li bajarokê Eichgrabenê ne. Çima Eichgraben lê ne ciheke din?
– Sedem ev e; rojnameger û pisporeka rojhilata navîn û rojhilata nêzîk  heye, bi navê Birgit Cerha. Dema hatim vir dostaniya me çêbû. Ligel malbatî danûstandinên me xurt bûn. Heta niha jî ev dostanî heye. Li Almanyayê, Austuryayê û Swîsreyê, gotar, makale û lêkolînên wê, ji dehan bêhtir rojname û kovaran de, bi zimanê almanî çap bûne û çap dibin. Her wiha ew xwediya du kitêban e ku li ser Kerkûkê û Eskîfê ne.

Di destpêkê de bingeha wê li Qibrîsê bû. Bi min re gotûbêj çêkirin. Li ser min nivîsand. Rewsa min ji nêz ve dît. Bihîstibû ku pirtûkxaneyeka me ya dewlemend heye û haya wê ji pisporiya malbata me hebû. Pasê wekî mêvandarî çûme Qibrîsê û min arsîva wê dît. Bi rastî jî xwediya arsîveke pir mezin bû. Tim min jê dipirsî, gelo wê çarenûsa pirtûkxaneya malbata Celîlan çawa be. Wê jî digot, wê rewsa arsîva min çawa be…

Pasê ji ber ku bingeha wê li Austuryayê bû, pistî xebata 30 salan li ser rojhilata navîn, arsîveke dewlemend jê re komî ser hev bibû. Min jî ax dikir wê jî ax dikir! Min digot, hema erdekî biçûk hebe, banekî wê hebe, bila silî-silope nebe bes e… Pêsî ev daxwaz ji bo me wekî xeyalek bû. Pasê min erdekî ji xwe re dît. Erdekî biçûk bû, erzan bû. Ji ber ku li Wiyanayê kirîna erd biha bû, min li vir ango li Eichgrabenê ev bingeh danî.

– Bas e mamoste, zor û zehmetiyên ku di avakirina vê dezgehê de hatine kisandin çi ne? Bawer im wisa bi hêsanî ev avahiya qerase bilind nebû…
– Helbet tu rast î, bi hêsanî ev bînahî bilind nebû… Min gelek zor, zehmetî û çetinahî dît. Çêkirina avahiyê du sal û nîv ajot. Ji roja ku karker û xebatkar hatin û bêr û kuling lê xistin, ji wê rojê heta dawiyê, ji sibê heta êvarê min bi wan re kar kir. Binyatdanîn û plansaziya wê bixwe jî min danî. Min got û mîmaran plansazî derbasî ser kaxez û kompîturan kirin. Gava ez li vir bûm, min gelek tist diguhertin. Min dîwarên pirtûkxaneyê bilind kirin. Lazim e hewa hebe, bilindahî hebe. Dîwar hebûn, odeyên biçûk hebûn. Min ew rakirin û ew fireh kirin. Min jî, xwarziyê min Cemalê Celîl jî gelek kar kir. Bi kurtasî di avakirina vê avahiya sê qatî de, xwêdana eniya min gelek heye.

– Bi awayeke fermî kengê vebû?
– Di 30’ê meha gulana 2008’tan de ev der bi awayeke fermî û bi besdariya gelek kes, sazî, dezgehan hate vekirin.

– Rojeke çawa bû. Atmosfereke çawa li holê û li ser cenabê te hebû. Kî û kê hatibûn. Kes sazî û dezgehên ku bi peyamên xwe enstîtu û pirtûkxanê pîroz kirin kî bûn?
– Rojeke pir xwes bû. 30’ê mehê wê vekirina fermî çêbûya, 29’ê mehê hema bêje xew nediket çavên min. Heyecaneke pir mezin li min peyda bibû. Li ser min hem xembarî hebû hem jî kêf û sahiyeke mezin hebû. Kêf û sahî hebû, ji ber ku xwesteka dê-bavê min hatibû cih. Pirtûkxana Malbata Casimê Celîl li ser bingeheke xurt ava bibû. Xembarî hebû ji ber ku birayê min Ordîxanê Celîl çend meh berê çûbû rehma Xwedê. (Çavên wî sil dibin, gotin di qirikê de asê dibin, kurtedemek bêdeng dimîne, pasê berdewam dike.) Heft meh berê xatirê xwe ji me xwestibû. Ordîxan gelek dixwest li vir, tevli min kar bike, lê nebû… Di nava 50 salan de me bi hev re kar kiriye. Bi kurtasî kêfxwesiyeke nîvco wê rojê li ser min hikûm kir… Ne diya min, ne bavê min, ne Ordîxan di vekirinê de amade nebûn mixabin. Her du xwiskên min, Cemîla Celîl û Zîna Celîl amade bûn. Ji Erîvanê hatibûn.

Min gazî tevahiya rewsenbîrên kurd ên li Austuryayê kiribû. Berpirsiyarên tevahiya hizb û partiyan, gelek profesor û kurdologên li vî welatî hatibûn. Min gazî serok û zanyarekî ji civaka ermeniyan, bi navê Pîskopos Mesrob Gregoryan kiribû. Ew dostekî min e. Ji Australyayê Nivîskar Riza Çolpan hatibû. Ji Holandayê rojnamegerên holandî hatibûn. Serokê Enstituya Parîsê, Kek Kendal Nezan hatibû. Sêwekar Malva hatibû. Berpisiyarên hikûmeta Austuryayê û partiyên wêhatibûn. Nûnerê berpirsiyarê herêma me axaftineke bi dlovanî kir û got: “Ev der diyariyek e ji bo welatê me, ku kurdan pêskêsî me kiriye. 

Her wiha Serokomarê Austuryayê Rêzdar Heinz Fischer, Serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî, Serokomarê Îraqa Federal Mam Celal Talabanî, Wezîrê Rewsenbîrî yê Herêma Kurdistanê yê wê demê dostê min ê hêja Kek Felakedîn Kakeyî û gelek navên din bi peyamên xwe vekirina enstîtu û pirtûkxaneyê pîroz kirin.

Di vekirinê de tistekî balkês pêk hat. Li ser daxwazan li ser xanî dûa hate xwendin. Ango dûa hate kirin. Tistekî sembolîk e; pirtûkxana kurdî ye, dûa ji diyaneta Austuryayê ye ku katolîk in, yê ku dûa kir jî papazê ermeniyan rêzdar Gregoryan bû ku ew bixwe ortodoks e. Bala gelekkesan kisandibû û bi dilê tevahiya mêvanan bû.

– Em hinekê jî behsa pirtûkxaneya Casimê Celîl bikin. Ev fikir çawa hate pê?
– Fikreke malbatî bû. Ya rast wesiyeta bavê min bixwe bû. Ez dûr bûm, diya min ji min re wiha got: “Kurê min, wesiyeta bavê te ye, bila ev pirtûkxane belav nebe!..” Li ser vê jî, bi biryara tevahiya kesên malbatê, ev avahiya ku bingeha enstîtuya kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl e, hate meydanê…

– Armanca vê enstîtuyê çi ye? Dixwaze çi bike, heta niha çi kiriye?
– Ya rast ev der avahiya pirtûkxaneyê ye. Min bingeha enstîtuyê di sala 1994’an de danî. Çalakiyên me hebûn, lê em nedihatin fînansekirin. Avahiyeka me tunebû. Gelek caran me çalakiyên xwe di restorantan de dikir. Me di cafeyên kurdan de dikir. Pistî ku di sala 2008’an de bi awayeke fermî ev der vebû, em ji vê rewsa kambax rizgar bûn. Niha enstîtu di bin banê pirtûkxanê de hêwiriye.  

– Pirtûkxane ji besên çawa pêk tê?
– Ev der ji sê qatan pêk tê. Qatê binî arsîv e. Bi hezaran dokument, kovar, rojname, deng û awazên kurdî û wêne di besê arsîvê de têne parastin. Qatê duyem pirtûkxane ye. Qatê sêyem jî, ji odeyan pêk tê, ku carcaran mêvan tên, bêhna xwe vedin, bixebitin û lêkolînên kurdzaniyê bikin.

– Armanca pirtûkxaneyê çi ye?
– Ev ne pirtûkxaneyeke ji pirtûkxaneyan e. Ev der pirtûkxaneya kurdzaniyê ye. Li ser gelê kurd, bi zimanê kurdî û bi her zimanê li ser kurdan belge, kitêb û arsîv li vê derê hatine parastin. Deriyê vê enstîtu û pirtûkxaneyê ji her kesê ku lêkolîna dike, doktoraya xwe dinivîse re vekiriye. Te bi çavên xwe dît, avahiya me, di nava tebîet ango xwezayeke gelek xwes de ye. Dorhêl ji hêla xwezayê ve dewlemend e, çiyayî ye. Kesên ku armanca wan lêkolîn û xebata zanyarî be, ev der ji bo wan derman e! Bila werin romanên xwe binivîsin, helbest û çîrokên xwe binivîsin. (Bi ken dibêje) Heger hewcedarî hebe, bila çend rojan jî bimînin, mêvanê me ne, çay û qehweya me jî heye… Lê bi sertê ku armanca wan kurdzanî, kurdîtî û kurdewarîbûn be…

– Li vir çalakiyên çawa têne çêkirin?
– Em li vir semîneran didin, konferansan çêdikin. Me bi dibistanên vê derê re pêwendî girê daye. Girêdanên me bi gelê austuryayî re gelek bas in. Tên em ji wan re semîneran li dar dixin. Çanda me û muzîka me nas dikin. Ji zanîngehan kom bi kom tên. Li ser doktoraya xwe carcaran tên kar dikin û diçin.

– Xwediyê arsîveke çawa ye? Wekî pirtûk, wêne, rojname, kovar, deng û awaz xwediyê dewlemendiyeke çawa ye?
– Salihcan, taybetiyeke malbata me heye. Li ku derê li ser kurdan, rojname, kovar, meqale û kitêbek derketa bavê min hildida dianî malê. Car dibû bavê min ji kitêbekê pênc nûsxe dikirî. Ne tenê rojname, kovar û pirtûk, her wiha wêne jî. Bifikire bi vî awayî di nava 70-80 salan de arsîveke qerase berhev bû. Li malên me yên li Erîvanê, li Lenîngradê, li malên xwiskên min, her der tije bibû. Kîler tije bû, salon tije bû. Cih nemabû em ji xwe re lê rûnin. Di mala bavê min de, binê qenepeyan bixwe jî tije kovar û rojname bûn. Feqîrên xwiskên min, gava dixwestin malê paqij bikin, hema bi saetan nedikarîn rojname û kitêban ji qûl û qewêran derxin!

– Te vê arsîva hewqas mezin çawa anî, ne zehmet bû?
– Lê çawa, helbet zehmet bû. Min ji Erîvanê bi balafirê anî. Di nava du caran de arsîva me bi zorê hat. Min cara yekê tonekê anî, cara duduyan jî min du ton anî… 

– Sê ton!
– Erê, erê.. Sê ton!..

– Niha li vê derê çiqas pirtûk hene?
– Min gavek berê jî got. Bavê min gelek caran ji her kitêba derketî 5-6 heban dikirî dianî malê. Me digot te çima hewçend zêde kiriye? Digot, ji bo nevîçîçirkên min. Me digot; de bas e va ye yek-dudu nevîçîçirkên te hene, lê yên din. Digot wê sibê Kurdistan ava be, wê bi deh hezaran zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin, ha ev ji bo wan in… Digot xwendekar û rewsenbîrên kurd wê hewcedarê pirtûkxaneya kurdî bibin, hema bila 2-3 ji bo wan bin. Bi vî awayî gelek kitêb berhev bûn. Min besên girîng anîn. Hê jî li Erîvanê kitêb mane ku ez bînim.

Li vê derê li dora 20 hezar kitêbên me hene. Em hêdî hêdî numare dikin û derbasî ser kompîturê dikin. Meqale hene, çi zanîstî çi li derveyî mijarên zanistiyê. Bi hezaran wêne hene. 50 sal in ku em zargotina kurdan berhev dikin, dinivîsin, qeyd dikin û didin çapê.

– Enstîtuya Kurdzaniyê û Pirtûkxaneya Casimê Celîl, ji dewletê an devereke din alîkariyê distîne an na? Hikûmeta Kurdistanê pistgiriya vê derê nake gelo?
– Bi rastî ji pîrozbahiyê wêdetir, tu alîkarî, ji hêla Hikûmeta kurdan jî, ji hikûmet û dewleta Austuryayê jî, ji bo me nehatiye kirin. Heval û berpirsiyarên wan hatine serdana me, ji wê bêhtir alîkarî tunebûye. Kek Felakedîn, ev çend car in tê, gelek kêfxwes dibe dema tê. Kitêbên xwe û  gelek kitêbên din bi xwe re tîne. Pirs û pirsiyar heye, lê tenê ew!.. Ji bo parastinê û liserpiyanhistinê tu kesî ji wan alîkariya min nekiriye. Ez kitêb nakirim. Kitêban pêskês didine min. Xwedê ji wan razî be, wesaxaneyên kurdan yên li Stenbolê, texsîr nakin. Çi kitêbên derdikevin, an disînin an jî gava ez diçim hazir dikin didine min. Tim dibêjin, mamoste fermo çiqas dixwazî bi xwe re bibe. Carekê xortekî li wesanxaneyekê xwe sas kir, pere girt. Xwedî hat  pê re xeyîdî. Pere li min vegerandin…

– Naxwe ev der bi hebûna te û bi hebûna dostên te hatiye pê…
– Ne gelek dost, lê malbatek alîkariya min kir. Her wiha hebûna malbata me bû. Me malê xwe firotibû, sermiyana bavê min ku ji me re danîbû, da ser hev û ev der ava kir. Me li vir ji gelek deverên hikûmî re nivîsî, ji bo ku pistgiriya me bikin. Lê heta niha bersiveke erênî ji me re nehatiye. Pirtûkxaneya min li cem min e, ez kêfxwes im….

– Gelek dewlemend î…
– Oooo belê gelek dewlemend im bi rastî… Berê li Erîvanê di mala me de tije kitêb hebûn û diz jî gelek bûn. Me tu caran deriyê mala xwe nedigirt. Cînar dihatin, bi diya min re ser dikirin. Digotin; “Xanim, dizî heye, xerabî heye, tu çima deriyê mala xwe nagirî?” Diya min dikeniya û digot: “Ji bilî kitêban di mala me de tistek tuneye ku diz ji xwe re bibin. Wê diz çi ji kitêban bikin?” Dewlemendiya me her ew bûye, wê wiha jî bimîne…

Îcar mesele ne tirs û dizî ye, lê meseleyek heye xerabtir e. Di destên min de gelek kitêbên hêja hene. 200-300 sal berê hatine çapkirin. Divê ew bêne tamîrkirin. Ji ber ku ji hev ketine, kevin bûne. Divê kovar û rojname bêne cildkirin. Ji bo vê yekê alîkarî lazim e. Kesên ku bêne bixebitin lazim e. Her wiha gelek pirtûkên nû hene ku li Ewropayê çap dibin. Divê bêne kirîn. Ew ne kurd in ku kitêbên xwe pêskês bikin. Lê ew kitêb jî ji me re lazim in. Kes nabêje em alîkariya vê saziya kurdan bikin. Enstîtu jî, Pirtûkxana Casimê Celîl jî milkê kurdan in.

– Rehmetiyê bavê te Casimê Celîl niha sax bûya û li vê derê bûya gelo wê xwediyê hestên çawa bûya?
– Rehmetiyê bavê min bi kitêban sa dibûn. Ji ber ku serperestiya wesandina pirtûkên kurdî dikir, gelek caran beriya ku nivîskar kitêbên xwe yên çapkirî bibînin, bavê min ji çapxanê dianî malê. Nexasim gava kitêbên me derdiketin, datanî ber serê xwe û radiza. Carinan ji kitêbekê sê heban dianî malê. Yekê dixwend, yekê datanî ber serê xwe, ya dinê jî dipêça hildida. Gava ku Ordîxan û Cemîle digot; “Bavo yek ji te re, yên din jî bide me.” Digot; “Na, herin ji xwe re bikirin!”helbet li vir bûya wê gelek kêfa wî bihata. Rehma Xwedê lê be, li vir amade bûya bawer im wê bifiriya…  

– Ezbenî car çêdibe ku cenabê te, di nava kitêban de bi bavê xwe yê rehmetî Casimê Celîl û diya xwe ya rehmetî Xanimê re diaxive?
– Ew bixwe jiyana min in, ne ku tenê di nava kitêban de…  Jiyana malbata me her dem wisa bûye. Me hemûyan bi hevre kar kiriye. Hev temam kirine. Helbet hîmê malbatê dê-bavên me avêtine. Lewre cihê wan cuda ye. Ji ber ku bêhna dê û bavê min, sikil û semala wan ketiye her deverê pirtûkxanê, wêne û dengan, bikî nekî tu bi wan re dijî…
Bêriya wan dikim… (Dîsa xemgîn dibe) Wekî din her tistên min kitêb in.

Me ev bingeh ji bo vê daniye. Ji bo ku zarokê me bikarin xebatên xwe tê de bimesînin. Avahiyekî me heye ku gava baran û silî bibare, emê sil nebin. Ji her kesê dilsozê kurdî re, deriyê me heta taqê pistê vekiriye. Salihcan, bawer bike îro tu hatî vir, ji min re “dawet” e. Em li ser ziman diaxivin, li ser rewsenbîriyê diaxivin. Em li ser kitêbên min diaxivin. Em li ser kitêbên te diaxivin. Em li ser folklorê diaxivin. Ne ku tu li vir î dibêjim, berê jî min ji te re gotiye; li dor min çend kesên wekî te hebûna, ezê rehet bimiriyama! Lê ka?.. 

– Xwedê neke ezbenî. Xwedê temeneke dirêjtir bide te… Ez bêm ser enstîtuyên din… Gelo têkiliyên te û enstîtuyên din çawa ne?
– Bi hemûyan re jî têkiliyên min bas in. Ez endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê me. Tim diçim û têm. Karê wan pir pîroz e, pir mezin e. Kek Kendal Nezan bingeha enstîtuyê rast daniye, rast jî dimesîne. Ne tenê li Fransayê, li seranserê Ewropayê û li Kurdistanê jî bi qedir û qîmet e. Siûda Kek Kendal hebûye ku naskiriyên dîroka me, li Parîsê li dora wî bûne. Wekî Kamûran Elî Bedirxan e, wekî Yilmaz Guney e. Wekî Evdirehman Qasimlo ye. Gelek in. Kendal Nezan karekî mezin dike.

Li hêla din Li Stockholmê, li Brukselê enstîtu hene. Bruksel gelek caran çalakiyên bas dike. Li Kolnê heye. Li Stenbolê heye. Berhemên wan li serçavan. Berhemên zargotinê û lêkolînê hene dikevin destê min. Ferhenga Zana Farqînî gencîne ye, serbilindahiya çanda me ye. Kovara Zend derdikeve. Samî Tan kurekî bas e. Xebateke bas dimesîne. Texmîn dikim mecalê wan kêm bûne. Li Washingtonê enstîtu heye. Necmedîn Kerîmî serokê wê ye. Ez nas dikim. Jêhatî, dîrokzan, siyasetmedar û zana ye. 

– Plan û projeyên enstîtuyê çi ne?
– Plan û proje gelek in. Di Sovyetê de jî plan gelek bûn. Kesî planê xwe nedigot. Ji ber ku xêrnexwaz gelek bûn û karê te xerab dikirin. Lê niha Sovyet nema bi eskereyî dikarim bibêjim ku li ber destên min gelek tist hene ku çap bikim. Zargotin hene. Kitêbên zarokan ku bavê min amade kiribûn hene. Sano hene. Kar gelek hene ku bêne kirin. Di demeke nêz de wê plan û projeyên me eskeretir bibin.

– Bangawaziya cenabê te?
– Bangawaziya min ji kurdan bila werin serdana enstîtuyê û pirtûkxaneyê. Min berê jî got, çaya me jî qehwa me jî heye. Serçavan! Lê bi sertekî; bila destvala neyên. Kesên tên bi xwe re kitêban bînin û pirtûkxana xwe dewlemend bikin… Bila kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila hay ji cewherên xwe hebin. Gencîneya me hem tê kustin, hem jî bixwe dimire. Divê kurd bixwe hay ji çanda xwe hebe, ne ku kesên xerîb. Kurt û kurmancî, divê em bixwe pista xwe bixurînin…

– Ezbenî malavahiya te dikim…
– Zehf razî me Salihcan…

Ji bo têkilî û serdanê:
Enstîtuya Kurdzaniyê & Pirtûkxaneya Casimê Celîl
Eichgraben, Bergstrasse 4
3032 Austria
www.kurdologie-wien.at –Austrî-
http://www.kurdologie-wien.at/index.php?lang=ku –Kurdî-

 EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K