Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Il Tempoyê ya Îtalyayê re diyar kir, ku Kerkûk beşeke ji Kurdistanê û PKK jî ne partiyeke terorîst e.

Rojnameya Il Tempoyê ya Îtalyayê hevdîtinekê li gel serok Barzanî pêk anî.Serok Barzanî bersiva pirsên Il Tempoyê yên di derbarê pêwendiyên bazirganî û çandî yên Îtalya-H.Kurdistanê, rewşa Kerkûkê, girebestên petrolê û pirsgirêka PKK-ê de, da.

Pêwendiyên navbera Kurdistan û Îtalyayê çi ne?

Barzanî:Hebûna Îtalyayê li axa kurd, di proseya avadankirina şaristanî û aborîyê de roleke pozîtîf dibîne. Di warên aborî û çandî de pêwendiyên navbera her du alî pir bi hêz in.Li Hewlêrê ev du salin pêşangahên bêrhemhênan ên bazirganî yên Îtalyayê tên vekirin. Ev jî proseya pêwendiyên aboriyê pêş dixe.Kurdistan navçeyeke aram e û bo wan biyaniyên ku dixwazin sermayeyên xwe bixine ger, gerentiyeke. Em li hember şîrketên biyanî jî vekirîne.

Petrol bo Iraq û Kurdistanê çavkaniyeke girîng e.Hatina şîrketên mezin bo Iraqê, li gor te tiştekî pozîtîf e?

Hatina wan cihê dilxweşiyê ye.Iraq endamê rêxistina OPEC-ê ye û bo her biryarekê jî li ser berhemanîna petrola xam, divê li gel wê rêxistinê rêketin bê kirin. Rêketinên weha jî hene ku me rêz li wan girtiye.

Pirsgirêka Kerkûkê ku navenda girîng a petrolê ye, bi vekirî maye. Take çareserî referandûm e?Bêguman Kerkûk beşeke ji Kurdistanê.Lê di destpêkê de bi rêzgirtina hemû neteweyên kû tê de dijîn, divê nasnameya Kerkûkê bê diyarkirin.Em naxwazin tiştekê bikin, ku pirsgirêk bo ewlekarî û aramiya Iraqê çê bibe. Lewre, biryardan dê bi riya refarandumê bê kirin.Tirsa we bo dagirkirina Tirkiyeyê tune ye, bi hinceta lêdana bingehên PKK?Em ji tu kesî natirsin.Dagirkirina axa me pêngaveke wek qumarkirinê ye. Tiştekî weha dê di pişta xwe de bo hemû navçeyê pirsgirêkan çê bike.Li gor te Îran jî hevkarî dike bo lêdana PKK?Li gel me tu belgeyek di derbarê wî tiştî de tune ye. Bi dilniyayî jî dezgehên zanyarî yên her du alî hevkariya hevdu dikin.

Pêwendiyên we li gel PKK çawanin? PKK bi terorîst dizanin?

Gelê kurd nabe bi riya çek, divê bi riya siyasî ve xebat bike.PKK partiyeke terorîst nîne.Eger Tirkiye amadeye li gel PKK bê ser mêza gotûbêjê û PKK jî vê yekê red bike û naxwaze biaxive, wê demê PKK terorîst e.Kurdistana Iraqê di warê ewlekariyê ve pêngavên mezin avêt.Pêwîst e, yekgirtî bin.Çimkî sînora cografî ya tundrewî û terorîzmê tune ye û ji ber vê yekê jî pêwîst e hêzeke hevkariyê ya cîhanê hebe.

F
E
E
D

B
A
C
K