Dema seredana xwe wî nasîya xwe da endamên civaka êzdiyên Gurcistanê, rêberên rêxistinên êzdiyan, ruhaniya êzdiyan, rewsenbîran û komela ciwanan. Ew li avayê Navenda civakî da bi wan ra rûnist.  Her wisa jî wî seredana radyoyê kir li ku rêdaktora besa zimanê kurmancî Bihara Stûrkî bi wîra hevpeyvîn çêkir.
Serokê Mala Êzdiyan Oldênbûrgê li Tbîlîsê,  paytexta Gurcistanê seredana ciyên kulturî kir .

Ji bajarê Tbîlîsê Sahap Dag çû Ermenistanê, li ku jî seredana gelek gundên êzdiyan kir. Li bajarê Yêrêvan bûroya rojnama kurdî „Reya Teze“ da tevî rewsenbîrên kurd e cî civya.   Sahap Dag ji aliyê Mala Êzdiyên Oldênbûrgê ji bo pistgirya rojnamê 1000 euro da rêdaktorê rojnamê Tîtalê Kerem. Rojtira din rêvebirê radyoya kurdî li Yêrêvanê Keremê Seyad hevpeyvîn Sahap Dag ra çêkir. Di heypîvînê da Sahap Dag behsa sedama hatinê xwe nav Ezidiyên hardu walate kir.
 
Sahap Dag bi rêweberiya Mîdîa Sangal (Mala Ezidiye lê Yêrêvan) ra jî rûnisht. Kîjan  15.12.2010 hatiye damezrandin. Rasthatinê da bi kefxwesî hate nîsandan ku civaka Ezidiyan jî xwe bi rexistin dikin û biryar dan ku ji vir hada tekîlyê navbera herdu komela da hebin.
 
Di encama seredanê da rêvebirê Navenda civakî „Mala êzdiyên Gurcistanê“ Egît Mîrzoêv û serokê Mala Êzdiyan Oldênbûrgê Sahap Dag li ser hevkariya herdu civakan pevketin û 11.05.2011 li bajarê Tbîlîsê peymana hevkariyê hevra danîn, çi jî bûyereke yekemîn e di jiyana Mala Êzdiyan Oldênbûrgê û êzdiyên Sovêta berê da. Peyman anku mêmorandûm ji 8 nuqtan pêktê û mecalan dide ji bo hevkariya berfireh. 

Mêmorandûma derheqa hevkariyê
navbeyna Mala Êzdiyan (Oldenburg) û Mala Êzdiyan (Gurcistan)
 
Ev mêmorandûma derheqa hevkarî û hevalbendiyê navbeyna du Navendên civakî da tê danîn, ku dixebitin li ser parastin û pêsvebirina kelepûra çandî û ruhî ya êzdiyan, pêsketina civakan û çêkirina mecalan ji bo yekgirtina wane navnetewî.
Armanca mêmorandûmê pêsxistina hevkariyê ye û ji van nuqtan pêktê:
 
1. Veguhastina înformasyonê û alîkarî di warê avakirina têkiliyên hevkariyê
2. Organîzekirina seredanan û hevguhastina endamên komelan (rêxistinan) û nûnerên civakan
3. Ji hevra naskirina tecrîbê di warên rêalîzekirina însiyatîvan û projeyan
4. Avakirin û realizekrina projeyan û însiyatîvên hevbes, her wisa jî lêgerîna rêsûrsan ji bo pistgiriya herdu navendan
5. Derbaskirina kampaniyên înformasyonê di warê belavkirina înformasyona derheqê kulturayê (çand) û taybetmendiyên êzdiyan li ser dereca navnetewî, her wisa jî balkisandina rêxisitnên navnetewî  û kesayetiyên ku biryara didin li ser problêmên civakan da
6. Rêalîzekirina çalakiyên hevbes di warê kulturê, dînî û perwerdekirinê (ronayîdariyê)
7. Çêkirina mecalan ji bo pêsxisitna însiyatîvên ciwanan di warê hevkariyê da
8. Koordînekirina karê alîkariyê ji bo endamên civaka êzdiyên Gurcistanê, ku koçberî Almaniyayê bûne
 
Ji navê Mala Êzdiyan (Oldenburg)                                       Ji navê Mala Êzdiyan (Gurcistan)
 
Sahap Dag                                                                                        Agit Mirzoev
 
Tiblissi, 11.05.2011
 

 

F
E
E
D

B
A
C
K