Me bi dilekî xemgîn şehadeta Şervan, kurê we bihîst. Şervanê ku ji bo parastina axa xwe di nava refên parêzvanên gelê Rojava YPG de cih digirit, ji bo vê doza pîroz canê xwe feda kir û tevlî refên şervanên azadiyê bû. Şervan û hevalên wî ku di vê rê de jiyana xwe ji dest dane, naven xwe bi tîpên zêrîn di dîroka kurdan û Kurdistanê de de dinvîsin dê herdem di dilê gelê xwe de bijîn û cihê serbilindayî û rûmetê bin.

Şervanê paraztina gele xwe, rûmetê û azadiyê ne, parastina xaka xwe dikin, di nava refên hêzên parastina hebûna Kurdan û Kurdistaniyan dikin. Her çend e êşa kezeb û dilê we giran e û her çend e ti gotin nikarin wê êşa dê û bavan bikewînin jî dîsa mirovên weke we xwedî vîn û bawerî bi evîna azadiyê vî barê giran jî tehemûl bikin.

Em sersaxiyê ji we, dê û bavê Şervan, xwişk û birayên wî, hemû malbatiyên wî re û ji hemû gelê Kurd, rêheval û dostên wî re dixwazin. 

Ewê Şervan û hemû şehîdên din di bîra me de bi tîpên zêrîn bimînin. Cihê wî buhişta rengîn e.

Xwedê vê bîr û baweriya ku Şervan li pey bû bi hemû Kurdan û Kurdistan bide.

 

Derwêş M. Ferho

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

 

Bruksel, 10.10.2013

F
E
E
D

B
A
C
K