Dayika Hemail, di demên dijwar de, qet rojek bê hêvî nema û her tim bi moralekî bilind, azadîxwazên serên çiyan pêşwazî dikir. Bi wan re dijî.
Piştevan, hevjîn, heval û hogira Barzaniyê mezin bû. Lê herweha dayik û xûşka pêshmergeyên qehreman bû. 

Di çiyan de, bi azadîxwazan re her zor û zehmetî, azar û zulm, zindan, şer, koçberî û derbederî dît. Bi hêviyeke mezin, bi Barzaniyê mezin re, bi pêşmerge re, li benda azadiya gelê xwe bû. Ji serfraziyê re bi bawer bû. Bextewar bû, ji ber ku ew azadî û serfiraziya Başûrê Kurdistan, tev zarokên xwe, tev gelê xwe dît, jiya… Di eynî demê de bi dîtina vê azadiyê û serfiraziyê berdêliya Barzaniyê mezin jî kir. Ewê mizgînî û pîroziya mezin jê re çendîn caran bêje.

Dayika Hemail ji nav me bar kir, xatir ji me xwest û cû ser dilovaniya xwe.
Bila serê hemû Kurdistaniyan, bi teybetî malbata Barzaniyan, sax be. Ciyê dayika Hemail buhuşt be!

Derwêş M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K