Heyf  û sed mixabin, Grisha di 62 saliya xwe de ji nav me çû, tirs, kul û derdên Riya Teze jî bi xwe re bir.
Xebatkarê dilxwaz û welatevîn bû çend sal ku bi tenha, di nava derfetên pirr dijwar de jiyana Riya Teze didomand. Hêvî û daxwaza wî jiyana vê rojnameya dîrokî dirêj bike. Geh têr, geh birçî, geh tenha, geh bi hevalan re, geh di sermayê de, geh di germê de, geh bi hêvî, geh bê hêvî û di bin hemû zextan de hebûn û nebûna xwe li ser vê rê danî.
35 sal ji jiyana xwe di Riya Teze de bihurand. Çar salên dawîn mîna berpirsiyarê rojnamê karê xwe domand.
Riya Teze, di van roja de 90 saliya xwe dijî. Lê di bin dijwariyên mezin de ye. Û ev çend sal in ku Enstituya Kurdî ya Brukselê di çaçeweya derfetên xwe yên aborî de alîkariya aborî dikir. Li vira dixwazim spasiya Wezareta Kultûrê ya Flaman (Beljîka) bikim. Eger Wezareta Flaman ya Kultûrê ew alîkarî nedabane me jî nikarîbû wê alîkariyê bidin Riya Teze. Ez dikarim bêjim ku ev her çar salên dawîn bi alîkariya Enstiuya Kurdî ya Brukselê jiyana xwe didomand. Lê derfetên me jî bi sînor in û ji ber we yekê me daxwaza alîkariyê ji hin dezgehên Kurdistanî kir. Mixabin heta niha ji gotinan zêdetir hêvî û encam nîne.  
Tirsa min ew e ku me ne tenê Grîsha hunda kir. Gelo çi bi Riya Teze dibe ? Dimîne ? Diqede ? Bersiv dijwar e.
Grîsha ji nav me çû. Lê ew û encama xebata wî ya pîroz di dilê me û dîroka Kurdistan de ciyê xwe bi tîpên zêrîn nivîsî ye.
Bi hêviyên ku Riya Teze, « jiyana Grîsha » ku Grîsha her tim digot, jiyana xwe bidomîne.
Ciyê Grîsha buhusht be. Ji malbata Grîsha û ji gelê Kurd re sersaxî û sebrê hêvî dikim.

Derwêh M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê
———————————————————————————-
Grishayê Memê, Kervansaray, 28/03/1948 –  Êrîvan, 11/11/2010

F
E
E
D

B
A
C
K