Di rojeva rayedarên dewleta tirk de jî heman ser cihekê sereke digire. Raya gistî ya tirk û kurd bi dengê heman serî radibe û radizê.

Digel vî rewsa ser di warê fermî de tistekê nayê dîtin. Rayedarên dewleta tirk hewl didin ku ev ser nebe xwedî statûyekê fermî. Di karê fermî yên dewletê de navê vî serî « teror » e. Lê belê heya naha li tu welatî dewletekê wuqasa bi salan lidijî «  terorîstan » ser nekiriye. Tu hêzekê terorîst nikaribûye lidijî dewletekê çalakiyên bi vî rengî pêk bîne.

Çawa ku rayedarên dewleta tirk di kar û barên xwe ên hindirîn de rastiya ser binav nakin wusa jî di karê derve de heman serî vedisêrin. Di hemû karê dîplomatîk de rayedarên tirk hewl didin ku navê « ser » li çalakiyên têkosîna rizgariya gelê kurd neyê kirin. Heman hewldanên dewleta tirk di korîdorên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî bas tê dîtin û ez bi xwe jî herdem dibim sahîd.

Roja 20ê Elûnê Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî biryarnameyekê qebûl kir. Di heman biryarnameyê de mijara « Bikaranîna zarokan di ser de » hatiye pejirandin. Lê belê di heman belgeyê de ne ji rayedarên tirk û ne jî ji PKKê tistekê nayê xwestin û behsa rewsa serê li Kurdistanê nehatiye kirin. Li Tirkiyê rayedarên dewletê û yên hikûmetê her roj dibêjin « PKK zarokan bikar tîne » lê belê ew naxwazin heman gotinan di qada navneteweyî de bêjin û herwuha ew nahêlin kes jî heman rastiyê bîne ziman. Di vî derbarî de PKK jî tistekê nabêje, wusa derdikeve holê ku di heman mijarê de, bê xwastek be jî, nêzîkatiya dewletê û ya PKKê disibin hev.

Bê guman armanca dewleta tirk ew e ku navê « ser » li rewsa pevçûnên di navbera artêsê û gêrîlla de neyê kirin. Eger dewleta tirk di platformên fermî ên di qada navneteweyî de bêje « PKK zarokan di ser de bikar tîne » wê demê Neteweyên Yekbûyî dikare mudaxale bike. Mudaxaleya heman rêxistinê dibe sedemê ku têkosîna rizgariya gelê kurd di qada navneteweyî de weke « ser » bê naskirin. Heman rastî dibe sedemê ku navbenkar çê bibin. Bê guman wê demê jî Tirkiye û PKK, an jî Kurd weke aliyên ser tên qebûl kirin. Ji heman qadê bi sûn de girtiyên PKKê weke dîlên ser tên qebûl kirin. Û di pir aliyan de rews diguhere.

Di vî derbarî de rolekê mezin dikeve ser dîplomasiya kurd. Mixabin heya naha dîplomasiya ku Kurdan mesandiye nikaribûye bibe sedemê ku rastiya ser bê qebûl kirin. Digel encamên vî serê giran hê jî di qada navneteweyî de têkosîna rizgariya gelê kurd weke « teror » tê binav kirin. Di raporên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî ev rastî askere tê dîtin. Lewre divê rêxistinên Kurdên Bakur û bi taybetî jî BDP û herwuha Kongreya Neteweya Kurdistan bizanibin rêbazên dîplomatîk bikar bînin daku di qada navneteweyî de nav li ser were kirin. Pêwiste rastiya ser weke SER bê binav kirin.

24.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K