”Duhî ”Anayasa Mahkemesi” biryara girtina DTP ê da. Rêvebirê DTP û parlementer Ahmet Turk, û Leyla Zana ya ku xelata ”Scharov” ji EU girtibû, bi biryar û qedexeya dadgehê nema dikarin siyasetê bikin.
DTP rêvebiriya 99 şaredariya, 8 meclîsên wîlayetan dike û 21 parlementerên xwe di meclîsa Turkiyê de hene.
– Divê EU û Swêd muzakereyên bi Turkiyê re rawestîne.
EU bi şiyarbûnekî anî zimên ku, qedexkirina DTP tê wateya pêlkirina mafê Kurda. Lewma divê EU, û Swêdê ku rêveberiya EU dike ji Turkiyê daxwaz bikin ku biryara dadgehê ji holê rake, berî ku EU dest bi danûstandinê bi Turkiyê re bike.
– Biryara dadgehê rêyên aşitî û diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêka ”Doza Kurda” daye girtin. Tirsa min ya herî mezin ew e ku biryara dadgehê bibe sedema serîhildan û tevlîheviyan. Di van saetên dawiyê de protestoyên girseyî ji aliyê Kurda ve têne kirin û ji bo rawestandina protestoyan hejmara leşker û polîsan hatiye zêdekirin.
– DTP li başûrê rojhilata Turkiyê partiya herî mezin e û bi rêya hilbijartinê şaredariya 99 bajar û herêman rêve dibe. Biryara Dadgehê ku rê li ber xebata polîtîkarên hilbijartî û DTP digire, tehdîda herî mezin li hemberî demokrasiyê ye. Li gorî mafê bingehîn ji bo xebatên polîtîk, azadiya rêkxistinî heye, avakirina partî, sendîqe û dezgehên demokratîk heye. Girtin û qedexekirina xebatên partiyekî li dijî mafê bingehîn e.
– Ezê di mercê nuha yê Turkiyê de, endametiya wê dê qet nikarîbim bipejirînim. Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ispat û delîka herî mezin e ku, Turkiyê nikare mafê bingehîn yê azadiya kirina polîtîkayê bipejirîne û pêk bihêne.
Divê serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeld li ser pirsê bêdeng nemîne û rola xwe bilîze.”
EuroKurd News – eurokurd.net