Îro jî bi hezaran birîndarên Helebceyê dinalin. Îro jî birîna Helebceya Sehîd rehet nebûye: Nexwes li benda tedawiyê ne, qatil tev nehatine girtin, zîndanîkirin û cezekirin.

SKANDALA ASAYISÊ

Pîlotê qatil yê Sadam Hisêyn, Tariq Mihemed Ramazan di qirkirina Helebceyê de wezîfedar bû. Ew yek ji qatilê Helebceya Sehîd e.

Tariq di girtigeha Silêmaniyê di bin kontrola Asayisê de bû. Xelkê Helebceya Sehîd li benda dadgehkirina wî bû. Lê SKANDALA MEZIN bi beyana dadgêr Mihemed Al Uraiby derket holê. Li gorî beyana wî, Asayisa Silêmaniyê gotiye ku, pîlotê qatil ji girtîgehê baz daye.

Li gorî agehdariyên gihistiye navenda EuroKurd Human Rights li Stockholmê, buyer çi têkiliya xwe bi revê tune ye. Qatilê zarok, dê, jin û kalên li Helebceyê pîlotê xwînrêj Tariq, ji ber hesabên polîtîk hatiye berdan, anku hêzên di nav Asayisê de çavên xwe ji bo reva wî girtî ye.

Dezgeha mafê Mirovan CHAK jî mîna EuroKurd Human Rights hizir dike û bi sik nêzî buyerê dibe.

Rûnistvanên Helebceya Sehît qet baweriya xwe bi beyanên Asayisê nayênin û li benda wê ne ku, Tariq bi alîkariya Asayisê hatiye revandin, û pêwîst e, Tariq bê girtin, û cezekirin. Divê wezîfedarên xirab di nava Asayisê de bêne girtin û mehkemekirin!

Pir eskereye ku, bêyî dilxwaziya Asayisê, girtî nikarin ji hepsê bazbidin. Bê hevkarî qet ne mûmkûn e ku mirovek karîbe xwe ji destê wan rizgar bike.

Asayis, berî niha jî ji aliyê dezgeha navnetewî ya mafê mirovan Human Rights Watch û EuroKurd Human Rights ê jî, ji ber helwestên xwe yên ne însanî hatibû rexnekirin.

SKANDALA nû tenê mesajekê dide mirov: Rêevebirina Asayisê ne karê PUK û KDP ye. DIVÊ ASAYIS BI GISTÎ TÊKEVE BIN KONTROLA HIKÛMETA HERÊMÊ û KESÊN SUCDAR BÊNE GIRTIN, CEZEKIRIN. QATILÊ HELEBCEYÊ DERXÎNIN HOLÊ!

EuroKurd Human Rights – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K