Di navbera 26.05 û 29.05 de li bajarê Skopje bûm. Paytextê Makedonya*. Bajar li Bakurê welêt, çemê, Vardar di nav de diherike.  Di nava heft çiyan de, yê herî bilind, Golam Korab, 2754m bilind e. Bajar mîna bihuştêbi temamiya bedewiya xwe dilê meriv dikire. 

Skopje, di feirmiyetê de nîv milyon e. Lê her kes dibêje ji heftsed hezar kes zêdetir meriv tê de dijî. Pirrengî ye. Civaka 2.022.547 ji çend gelan pêk tê û hemû jî di nava demokrasiyeke wekhev de dijîn. Welatê Pirrolî ye. Pirranî Xiristiyan in, ortodoksên teybetî ku ne girêdayê tu alî ne. Ne Vatîkan, ne Moskowa û ne jî ciyekî din. Û zimanên cida ji aliyê civakên cida têne bikaranîn. Makedonî, Albanî, Servî, Romanî, Cihû û Turkî. Turkîaxêf û misilmantî ji pêncsedsalên bindestiyê maye.
 
Dîroka vî bajarî diçe heta 3500 sal berê Z.Î. Ji aliyê împeratoriyên Roma, Bîzantîn û Osmaniyan hatiye dagîrgerkirin. Êrîshên gelên Slav jî kêm nebûne. Ji nîvê sedsalên navîn de ev bajar bû ye sedema sherrê di navbera van împeretoriyan. Navendeke girîng e ji bo bazirganiyê û ji 282 û pash re dikeve bin destê dewleta Servan. Împeratoriya Osmaniyan êrîshan dibe ser vê herêmê û di sala 1389 de digre. Osmanî navê vî bajarî diguherin û dikin Üsküp. Mîna her car bindestkirin, talan, wêran û pey re jî eger tişek mayibe, assimilasyon. Heta bi navan jî ji ber wan xelas nabe. Em Kurd vê nexweşiya mentalîteya Turkan dizanin.

Di dema îşgala Osmaniyan de gelek teybetmendiyên herêmê diguherin. Îslamê bi darê zorê dibine wira. Gelek orf û adedên xwe jî li wira mecbûrî dikin. Mizgeft û hemaman jî li her bajarekî Makedonî ava dikin. Heta vê demê jî gelek ji wan mizgeft û hemamên Osmanî dimînin. Ev jî yek ji wan sedeman e ku Turk heta niha jî wê herêmê parçeyek ji ‚axa xwe‘ dihesibînin.

Di sedsalên navîn de Cihûyên Sefardî jî ji Spanya direvin û bi koman li xwe li Skopje digrin. Wek tê zanîn di wê demê de hin ji wan Cihûyan berê xwe didine Stembolê û li wira jî bi cî dibin. 

Ev bajarê mihaciriyê çendîn caran tuşî erdhejiyê bûye. Her car jî gelek zerer dîtiye û dîsa hatiye avakirin. Lê qederê dijwar li vî bajarî ne bes bi erdhejan peyda bûye. Herweha gelek caran bûye hedefê hêzên leşkerî. Mînak, di 1689 de fermandarê Awusturyayî General Engelberto d’Ugo Piccolomini bi temamî vî bajarî dişewitîne. Bajar di destê Osmaniyan de bû. Sedem jî ew bû ku bi vê yekê wî heyfa xwe ya êrîşa leşkerê Osmanî hember Viyana di sala 1683 de hildida.

Di destpêka sedsala 20 de Makdonî li hember Osmaniyan tevgereke xurt a azadiyê dikin. Osmanî di sala 1903 de qetlîamên mezin dikin. Gelek ji mezinên Makedonî dikujin. Lê di 1912 de ji herêmê têne derxistin. Ji sala 1913 û paş de gelek şer li herêma Balkan peyda dibin û Makedonya jî ji nav xelas nabe. Serv li wira dibin xwedî hêz. Bulgar jî beşekî ji Makedonya dikinb in destê xwe. Heta sala 1918 ku dewleta Yugoslavya ji Serv, Kroat û Slovênan pêk tê. Makedonya jî dibe yek ji hêrêmên vê dewletê. Herçend e di navbera 1941 û 1944 de Makedonya û beşekî din di bin destê Bulgaristan de ye jî Yugoslavya dîsa vê herêmê distîne.
 
Di sala 1991 de Makedonya ji bindestiyê azad dibe û fermî serxwebûna xwe di bin navê Komara Makedonya de dide nasîn. Skopje dibe peytextê vê komara taze. Di sala 2004 de daxwaza endametiya Yekîtiya Eropa dike û li ser esasê Krîterên Kopenhagê ewê ji sala 2011 û pê ve dest bi muzakeran bikin. Ev welatê taze ku di van neh-deh salan de ber xwe dibîne dikare di zûtirîn dem de bi pirrengiya xwe bikeve nava demokrasiyên Ewropa de.
Lê dibê çil sal ku dewleta Turkiyê daxwaza endametiyê dike ku were nava Ewropa û nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropa. Weha xuya ye ku ewê bi vî awayî jî Turkiye qet û qet nikaribe bibe endamê Yekîtiya Ewropa. 
Pirsgirêka herî mezin ji bo Makedonya, wek peytext Skopje, serhişkiya Yewnanîstan, Bulgaristan û Serviye ye. Her sê welat jî naxwazin vê komarê di fermiyetê nas bikin. Yewnanî Makedonya weke xwe, ango Yewnan, Bulgar jî wan mîna Bulgar û Serv jî wan mîna Serv dibînin. Herêma Makedonya jî malê xwe dizanin!  Lê Makedonî jî hem bi dîroka xwe, hem bi vivaka xwe û hem jî bi ol û orf û adedên xwe ji van her sê gelan jî xwe cida dibînin, herêm jî herêma Makedoniyan e.

Tiştekî balkêş jî ew e ku pirr kêm welat ev komar di fermiyetê de naskirine û weke dewleteke serbixwe dipejirînin. Yek ji wan dewletan jî Turkiye ye! Turkiye ku ji bo 40 milyon Kurd qet mafekî naxwaze nas bike, ji bo 2 milyon Makedonî mafnas e.  Xwe mîna birayê mezin li wira dide nasîn. Berpirsiyarê Enstiuya zimanan li Skopje ji bo vê yekê weha digot. „Birayê mezin ku 500 sal em talan û wêran kirin“. 

Bi Makedoniyan re pirr caran li ser pirsgirêka Turkan û Kurdan diaxivîm. Her car jî ev gotin dubare dikirin. „Rast e hun Kurd Turkan baş nas dikin. Lê em Makedonî, bi teybetî xelkê Skopje, Turkan zêde zêde nas dikin.500 sal ne hindike ku em esîr bûn di destê wan de. Em ji Xatûna Ferxan re, ji Dayika Xatûn Teresa re, spasdar in ku em ji wan xelas in û çend hezar kilometre ji wan dûr in. Xwedê alîkarê we Kurdan be. Emê ji we re duakar bin ku hun ji bin vê zor û zilmê azad bibin“. 

Tiştekî din hebû ku pirraniya xelkê Skopje, Kurd û Kurdistan, pirsa neteweyî bi awayekî rêk û pêk nas dikir.
*Weke tê zanîn Skenderê Mezin (Alexander III ê Mezin, Aléxandros tritos o Makedón ) Padîşahê Makedonya bû (366-323 berî Z.Î.). Kurê padîşahê wê demê Philippus II û Olympias (Yewnanî), bi qehremanî, fetih û serfermandariya xwe di hemû cîhanê de bi nav û deng e.
* Duyemîn kesê li cîhanê bi nav û deng ji vî welatî Xatûn Teresa (Agnes Gonxha Bojaxhiu) ye. Ew di 1910 de ji dayik bû ye, ji aliyê cîhana Xristiyan weke ewliya tê nasîn.

http://www.dergush.com/modules.php?name=Niviskar&djw=showpage&pid=423

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1644&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K