Luc Bouva, berpirsiyarê ADVN (Navenda Arşîf û Dokumentasyona Flaman) xebat ji bo amadekirin û pêkanîna armanca vê konferansê û projeya NISE (saziyeke ji bo lêkolînên avakirina perwerdeya agahdariya neteweyî) kir. Tev xebatkar û amadekara vê konferansê Elly Broes, ji pirsa Kurdî agahdar û xêrxwazê gelê Kurd in. Ev her du kes di civandin û parastina arşîf û dokumentasyona li ser Kurdan de gelekî hevkariyê bi Enstiuyê re dikin. Serkêşên vê projeyê ne û bi bîr û bawerî xwe dane serketina wê, girîngiya arşiv û dokumentasyonê di dîroka gelan de, di her fersendê de, tînin ziman.

Rojeva konferansê bi axaftinên hêja yên Prof. Johannes Koll, Viyana, Peter Heyrman, Leuven, Prof. Claus Moller Jorgensen, Kopenhagen, Prof. Razvan Paraianu, Romanya, Prof. Louis Vos, Leuven, Prof. Alan Sandry, Wales, Prof. Darius Staliunas, Litvanya reng veda. Ji xeynî wan jî kesayetiyên mîna mamoste, profesor û lêkolînerên mîna Natalia Lara ji Katalonya, Eduardo Jauregi ji nava Baskan, Oystein Steinlien ji nava Samiyên Finlanda, Hanno Brand ji Akademiya Friyske li Nedereland amade bûn. Her kesek ji van pîsporê bê hempa bû. Her yek ji wan xwedî tecrûbe û agahdariyên mezin bû. Her yek ji wan xwedî kedeke hêja bû ku ji bo berjewendiyên gelê xwe vê xebata giranbiha dike.
 Bê goman ez jî li wira hatibûme vexwendin ji bo li ser rewşa arşîf û dokumentasyona li ser Kurdan biaxivim.**
Zanayê mezin Ivan Aleksovski ku bi dirêjî li ser arşîva Makedoniyan axaft. Ew di navenda arşîva neteweyî de kar dike û di çend xwendegehan de dersên li ser vê mijarê dide xwendevanan. Dema ew diaxaft, mînakên ji dîrokê didan, rewşa me Kurdan dianî ber çavên min. Çawa bi sedsalan hebûna wan di nava dijwarî, talan û wêrankirinê de di bin pê de maye. Çawa ne bes mal û hebûna dinyayê, lê mêjiyê wan ji destê wan dihate stendin. Çawa dagîrkeran xwestina xwe bi mêjiyê wan ku ji bo berjewendiyên xwe didane jiyanê. Çawa dagîrkeran gelê Makedoni ji bo berjewendiyên xwe didan hember hev.Dubendîtî, baweriya xwe piçûkdîtinê, dagîrkerê xwe mezindîtinê, serberdayîbûn, bêpersiyarî, û hwd…  Çawa dîroka wan dihate talankirin û çawa dîroka wan şaş dihate hînkirin. Gelo ev tişt li bam e Kurdan, li Kurdistan jî nebû, nabe û ewê hê jî nebe?
Eynî rewş li cem Baskan, Katalanan, Flamanan, Samiyan, Frisan û gelek gelên din bindest xuya dikir. Dibe ku zor û zilm ne her car mîna hev dihate kirin, lê heman armanc bû. Hedef, tunekirina hebûna gelên bindest bi rêçikên pirralî bû.
Axaftina Prof. Hanno Brand, di dwiya konferansê de, pir giranbiha û balkêş bû. Wî li ser girîngiya arşîvê bi ferehî axaft. Dezgehên civakî, çandî, olî, dîrok û perwerdê, partiyên siyasî, dezgehên fermî yan ne fermî yên gelên cida ji bo vê girîngiya pîroz agahdar dikir. Wî plan û girîngî da vê xebatê ku di nava pêvajoyê de arşîv bi awayekî rêkûpêk herweha digitalîze bibe.
Ji vê konferansê girîngtirîn berhem ji bo min ew bû ku dihate pêş, di her rewş û di her demê de yek ji pîroztirîn kar ew e ku arşîv were avakirin û paraztin. Ew e ku jiyana gelan, dîrokê zelal dike. Dema meriv dîroka xwe bi zelalî bizane, paşeroja xwe jî qewîn ava dike.  Nezanîna dîroka xwe di avakirina paşerojê de gelek dijwarî peyda dike.

*Li Skopje, peytextê Makedonya konferansa li ser mijara arşîv û dokumentasyonan pêk hat û ez jî bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê beşdar bûm. Li wira li ser rewVa arVîva Kurdî axaftim.
** Nivîsa were axaftina min li ser rewşa arşîva Kurdî ye.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1659&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K