Bes yek aliyê arshîva me nikarîbûn ji destê me bikin. Ew jî beshek ji kultûra me ya devkî ye… Sitran, çîrok û muzîka zengîn…
Di nivîsên xwe de Evliya Chelebi yê Turk, behsa talana qesrên Evdal Xanê Bedlîsê ji aliyê Osmaniyan dike*. Ne bes hebûna malê dinyayê, lê herweha arshîv û kitêbxaneyê jî li qantiran bar dikin û ber bi Stembolê dibin.
Ev siyaseta Osmaniyan û dewleta Turkiyê di hemberê Kurdan de bi sedsalan hatiye bikaranîn. Li Îran, Iraq û Suriyê jî heman siyaset derbas dibe. Arshîv û her shopeke ji bo Kurdan girîng e hate hundakirin, dizîn yan jî shewitandin.
Heta niha jî ne xuya ye çi bi nivîsan, foto û belgeyên serhildanên Kurdan li her çar aliyên Kurdistan hat. Ji xeynî çendeke ku di dema xwe de di çend kovarên we demê de hatine weshandin xuya nînin. Li ku hatine veshartin, bi kê re ne yan jî hatine hundakirin? Heman tisht meriv dikare ji bo weshanên wê demê jî bêje. Kurdî yan jî bi zimanên din! 
Meriv dixwîne ku di dema hin serhildanan de, çendîn kovar dihatin weshandin. Pirraniya caran bes chend nimûnyek ji me re mayine. Tahir Xan, lawê Simkoyê Shikak, hin tisht li gund parastibûn. Di sala 1979 de ji aliyê pasdarên dewleta Îranê tene kifshkirin û tev gund têne shewitandin. Tahir pash vê wêrankirinê dibêje: “Dema min didît ku arshîf tê shewitandin mîna ku bavê min cara duyê dihate kushtin.” 
Dema leshkerê Îranê Komara Mehabad wêran dikir, bi emrê shah, her çi nivîs, rapor, rojname, kovar û dosye hebûn shewitandin. Chend hejmarên kovaran ku hatibûne xelaskirin li Bashûrê Kurdistan cara duyem têne weshandin.
Wekî din, ji hikûmetên Kurdî, serhildan di demên cida de pêkhatine, ji saziyên Kurdî pirr tisht nemane. Tishtên hene jî bela ne û ne qeydkirî ne. Chi heye, li ku ye, çiqas e, çawa ye, ne zelal e. Nuka jî ez ji saziyên Kurd, bi teybetî ji partiyên siyasî di vî derbareyî de pirsan dikim. Bersiv pirraniya caran eynî ye. “Li ciyekî di ewlahiyê de ye.” Lê her tim jî pash demekê ez dibihîzîm ku ew xezîneya bêpar dikeve destê dijmin û ew jî wan îmha dike.
Di vê xebatê de mamosteyê hêja Ferhat Pîrbal xebateke giranbiha dike û bi me re bi rêya programên televîzyonê par dike. Karekî pîrozî ye.
Eger meriv pê bizane ku çar nushayên Sherefnamê ji 1597 li çar ciyan li dervayê Kurdistan in dilê meriv diêshe.
Enstituya Kurdî ya Brukselê ji destpêkê ve girîngî da berhevkirina arshîv û berhem û dokumentên li ser Kurdan. Mixabin, xebata 20 salan ji aliyê nîjadpaerestên Turk di sala 1998 de hat shewitandin. Ji we demê û vir de em li du ciyan bidestxistiyên xwe kom dikin. Li Enstituyê û li nava avayiya ADVN ku cî û derfet ji me re veqetendine.
Chend saziyên Kurdî vê xebatê ji sala 1980 û pash de li Ewropa dimeshînin. Mîna Enstituya Kurdî ya Parîsê, Enstituya Kurdî ya Bonê ku hate girtin, Enstituyên Kurdî yen Stockholm, Köln û Stembolê, … Arshîvên di destê wan de hê ji bo civakê ne zelal e lê hêvî ew e ku di demek nêzîk de ev jî bibe.
Wekî din, li Êrîvan, St. Petersburg, Moskow, Parîs, Viyana, Stockholm û gelek ciyên din arshîv û berhemên hêja hene lê ji hev bela ne. Koordinasyoneke bi fêde, neteweyî nîne…. 
Yekemîn kitêbxaneya Kurdî li Stockholm vebû û hê jî vekiri ye. Ewê derfetên berdewamiya wê ji ku were peydakirin pirseke bi serê xwe ye.
Pash re li Bashûrê Kurdistan, li çend ciyan û  zanîngehan, li Amedê vê xebatê girîngî stend. Hêvî dikim ev weha berdewam bibe û li welêt arshîveke neteweyî, heta eger mimkin be, were  digitalîzekiein, ava bibe.  
Heta niha derfet ji bo me Kurdan kêm bûn, dijwar bû. Lê ji îro pê de divê em van derfetan biafirînin. Divê arshîv û kitêbxaneyeke Kurdî, neteweyî ava bibe. Cî û kî vî barî dide ser milê xwe ne girîng e. Ya girîng ew e ku ev kar were kirin.
Di aliyê din de gelek wêranî bi serê xezîneya me ya devkî (sitran, çîrok, …), kultûra me ya nenivîsî hatibe jî heta roja îro jiyaye û gelek xizmeta parastina zengîniya kultûr û dîroka Kurdî di qada hesa netewebûnê de kiriye. Her Kurdek bi van sitranan, bi van çîrokan bi vê muzêkê re mezin bû ye. Berê bi saya civatan, dawet û shahiyan, pash re radyoyan, niha jî bi saya televîzyonan ev zengînî jiyaye. Hêvî ew e ku ew rojek berê rojekê li hev tomarkirî (nivîskî) kom bibin û ji xizmeta gel re, ji xizmeta lêkolînan re werin amadekirin.  

Ev çend sal in ku Enstituya Kurdî vê xebata arshîv û kitêbxanê dike. ADVN derfet û hevkariya xwe ji me Kurdan re amadekiriye. Ew amade ne ji bo her Kurd, her sazî, her partî ya Kurd re hevkariyê bike ku gaven arshîvê ji bo berjewendiyên neteweyî biavêjin. Projeya NISE di nava vê çarçewa xebatê de ji bo vê armanc û hedefê hatiye pêkanîn.

*Di destpêka sedsala 17de.

F
E
E
D

B
A
C
K