Her roj em kar û barên xwe dikin… Her roj em hev dibînin û di kêleka hev re derbas dibin.. Carna silavê li hev dikin, bi hev re xeber didin û carna ji ber qerebalix û xirecira kolanê, bargiraniya lazimyên rojane, em di ber hev re derbas dibin bêyî ku em silavê li hev bikin… Her roj navê bav û kalikên me li ser zimanê me ye, em pesnê xwe bi wan didin û xwe bi wan paye dikin…
   Her roj xelkên me kar û barên xwe dikin; Hin firax û miraxên xwe tev didin, kom dikin, karê xwe û çûna Sam, Heleb û Beyrûtê dikin.. Hin, tevî zarokên xwe derdikevin seyrangehan.. Hin bazirganiya xwe dikin.. Hin e’rebokên xwe dehif didin û bang dikin; Werin bacana, xiyara û petata.. Li cihekî jî çend karker avaniyekê ava dikin.. Gundiyek jî sîtilek mast û kîsek di destê wî deye, bi lez di sikakê re derbas dibe.. Hecî Osê jî, berjorî asman dibe, tika û lava ji Yezdan dike ku baranê bibarîne û dibêje; ku vê heftiyê baranê ne bare wek salên derbasbûyî wê bibe xela û wê welatyên me koçber binin…
   Erê, her yek ji tûrikê xwe xeber dide û hay û bayê kesî ji vê rojê nîne. Ev roja ku pêwendiyên me û gotinên kurdî yên nivîskî bi hev re hatin hûnandin û girêdan.. Ev roja ku em têde bûne xwedî rojname..
   Erê, îro em bi gotinan bi hev re dijîn, gotin dihêlin ku pewendiyên me ji hev qut nebin.. Ew gotin xwes bin an ne xwes bin… Bi dengekî bilind bin an bi dengekî nizim bin… Em di wan gotinan de fikirî bin an pistî xeberdanê em di wan de fikirîbin… (Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro..), (Li serê cara hêr hêr meke, tistê bi te nexwes bi hevalê xwe meke…)
   Û wiha, em di kolan û sikakên kevin û gemorî re derbas dibin… Ew kolanên ku berî me gelek kes di wan re derbas bûne û xwestine rexên wan yên din bibînin û nas bikin bê çi nûbûn li wî rexê wan heye…
   Belê, ez xwes bawerim ku gelek tistên xwes û vesartî di wî rexê kolanê de hene.. Pêwîste em li wî rexî bigerin, di rêke dûz û berfireh re, a ku hêj em têre ne mesyane, bimesin û li cihekî aram, bêdeng û xemrevîn rast bên..
   Erê gelek ji bo vê rojê mirine, canê xwe kirine gorî… Werin em ji navê wan re bilîlînin, gurzên gulan ji wan re bikin diyarî.. Ewên ku ev roj nîsanî me kirin û histin em bigihêjin vê qunaxê… Ewên ku di sirgûnê de, di bin sert û mercên çetin û dijwar de, tîp danîn ser tîpan, pir di ser çeman re bilind kirin, xaka bor bi pênûsên xwe xepartin, gul, kulîlk û nêrgiz ji me re çandin, diyarî me kirin û gotin: (Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî his û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurrtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolimendin. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te’ala pas niho her pazdeh roja de carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me’arîfeta bikim, li kûderê mirov die’lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîsa kurda bikim. Li kûderê çi ser dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa ser dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê nenivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya e’wilî ye… Gelî ûlemayên Kurda çawa hûn we’iz û nesîheta nimêjê didin, welê dive, hûn mîr, axa û kurmancan dinasin, wan teswîqa zanîna ilim û me’reîfetê bikin, riya qenc nîsa wan bikin, hekî hûn wê nekin, gunehê hemiya stûyê we ye…)
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan: Rojnameya Kurdistan, 22/04/1898, hejmar(1)
 
   Stranek pesin ji berxwedana gotinê re… Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji vê qunaxê re… Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin ji qenciyê re, ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji sînê diparêze, gesbîniyê di hinavê me de diçîne.. Erê, gotin ronahiye û siya evînê gotine..
   Bi vê helkeftina pîroz, roja pîroz, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tistî bike û dest bi her gotinê bike.. Li ber dergehê vê rojê, vê qunaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pês de herin û di bin tava heyva vê nîsane de govend û dîlanê, ji roja rojnamegeriya Kurdî re bigerînin..
   Mirov du caran gulan dike diyarî, di sîn û sadiyê de.. Berî heyvekê, li ser daxwaza hin hogiran, min çend kulîlk ji mirovekî nesax û têkçûyî re kirin diyarî… Va îro ez gurzek gul ji pêseng û lehengên rojnamegeriya Kurdî re, bi herdu destan pêskês dikim û bejna xwe ji wan re ditewînim.
Dawî dibêjin: Hevalno! Cejna we pîroz be û stranek pesin ji vê rojê re.

14/04/2009
Qamislo

*Min ev gotar ji Netkurd ê re jî sandiye û têde belav bûye.

F
E
E
D

B
A
C
K