Çendî rayedarên dewleta tirk, ên hikûmetê û her wiha raya gistî fêmkiribe ku pirsgirêkên welat bi rêbazên leskerî nayên çareserkirin dîsa jî ew heman hewldanên xwe didomînin. Li gorî wan ser dikare gelê kurd bêhêz bike û lê ferz bike ku ew ji dewletê re serî deyne. Heman stratejî di dîroka Osmaniyan û her wiha ya Komara Tirkiyeyê de tim hatiye sopandin. Mixabin di vê sedsala 21. de heman kevneparêzî didome. Girtina rayedarên BDP’ê û kelepçekirina wan jî di çarçoveya heman nêzîkatiya kevneparêz de dikare were dîtin. Serê ku wê ji vir bi sûn de jî lidijî gelê kurd bimese bi heman armancê ye.

Bi taybetî di derbarê tekosîna gelê kurd de ne artêsa tirk ne jî AKP nikarin bigehêjin armanca xwe. Çawa ku heya niha bi rêbazên çekdarî û serê qirêj ew negihîstine armanca xwe, wê ji vir bi sûn de jî sernekevin. Rastî ew e ku ne artêsa tirk ne jî hêza kurd êdî bi rêbazên çekdarî nikarin bigehêjin armancên xwe.

Min di nivîsên xwe ên borî de jî anîbû ziman ku dema tekosînên çekdarî derbas bûye. Divê pirsgirêk bi rêbazên siyasî, dîplomatîk û bi sêweyên demokratîk werin çareserkirin. Gelê kurd di dema pêwîst de ser mesand û heya niha hin encam jî bidest xistiye. Hêza ku hatiye afirandin dikare li her çar parçeyên Kurdistanê encaman bidest bixe. Lê belê rewsa hêzên dagirker û ya hevalbendên wan tim keleman li pêsiya Kurdan çêdike. Lewma hê jî li Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke çakdarî heye. Heke sert û merc werin guhertin bêguman divê rewsa tekosîna çekdarî jî biguhere. Ez bawer im Hêza Rizgariya Gelê Kurd di zanistiya vê rastiyê de ye.

Ahmet DERE  / 03.02.2010

F
E
E
D

B
A
C
K