Derwich M. Ferho

Berî çend heftiyan di rojnameya Pallieterke de du hevpeyvînên cuda hatin weşandin. Yek bi Jakob Kürün re, endamê Civaka Kildanî-Katolîk li Mechelen. Ya din bi Johny Messo re, serokê Şêwra Aramiyên Cihanê (Syriac). Her du meriv dev ji sersebebên zor û zilma li xelkê wan hatiye kirin berdane, berê xwe didin Kurdan û rêvebiriyên wan.

Komkujiya di hember gelên Xiristiyan û yên din li herêmê di 1915 de gihaşt asta herî bilind. Hedefa Osmaniyan paqijkirina nava welêt ji hemû gel û olên din ku şupheya muxalefetê bi wan re heye. Ev komkujî û paqijî ji sed salî ve di nav dewleta Turk de jî didome. Ev rastiyek e.

Her du berpirsiyarên hevpeyvînê bi tekrar dibêjin “ev zor û zilm ji aliyê Kurdan û Turkan pêk hatiye”. Bi taybetî Kurdan û rêvebiriyên wan dikin hedef û hêz û biryar û planên dewletê tim piştî çav dikin.

Dema ev her du kes dibêjin “Kurd îro jî axa me ji me distînin, xelkê me direvînin û tehdîd dikin. Zor û zilmê li me dikin.” zêde ye. Ev îddîa ne di cî de ye. Bêbexti ye. Ji ber ku li ciyê rêvebirî û hêzên Kurdan xwedî biryar û bi hêz in, gelek serokeşîr jî di nav de, bi her awayî ol û gelên din di nav xwe de diparêzin.

Di ciyekî de jî dibêjin “alîkariya ji Kurdan re di çarçeweya siyasî û leşkerî de diçe di hember me xiristiyanan de tê bikaranîn. Û sedema herî mezin ku DAIŞ hêrîş anî ser herêma me Nînove hêzên Kurd û Iraqî bûn. Ji bo me hêzên herî xeter nîjadparêzên Kurd û partiyê Şîa ne. Ojdan û rehm! Li Başûr û Rojava, hêzên Kurd bûn ku ji bo temamê xelkê herêmê, Kurd, Asûrî, Ermenî, Xiristiyan û Êzîdî biparêzin ji 20 000 zêdetir şehîd dan.

Dîsa dibêjin “Kurd di herêmê de tiştekî ava nakin, bes îqtîdarê dixwazin.” Xuya ye ew rastiya herêmên Kurdan naxwazin bibînin û bi zanebûn, lê bi niheqî Kurdan sûcdar dikin. Gelo ew hêzên leşkerî yên ji Xiristiyanan di nava hêzên hêrêmên di bi Kurdan re pêkhatine, xwendegehên perwerdeya bi zimanê wan, parastina dêr û dezgehan, nûnerên xelkê wan di parlementoya Başûr û rêvebiriya Rojava de, di nava civaka wan de jiyana orf û adedên ola wan nabînin? Yan naxwazin bibînin. Bêbextî nine ev? Ew tiştên ku rêvebiriyên Kurdan li Başûr û Rojava ji bo wan, bi derfetên herî kêm avakirina ji sed sal û vir de xewn û xeyalên wan bûn. Turkiyê, Îran, Iraq û Suriyê sûcdar in. Ne Kurd. Kurdan ji bo wan ev daxwaz û hêvî bi hezaran şehîd kirine rastiya jiyanê. Li welatên derdorê di qanûna bingehîn de hebûna nîne. Li herêmên Kurdan hebûna wan di qanûnê de rastiyek e.

Li ciyekî jî dibêjin “em ji Ewropa hêvî dikin ku zextê li hikûmeta Iraqê bike ku leşkerê wê û ya Kurdan ji herêmên me, bi taybetî ji Nînove dûrkeve. Bes ya me bimîne”. Hê xirabtir, J. Messo dibêje Rêxistinên Cîhadî û komunîst, mîna PKK li Bakûr/Başûrê Turkiyê, PYD/YPJ li Bakur/Rojhilatê Suriyê li Xiristiyanan zorê dikin û wan ji herêmên wan diqewitînin”.

Piçekî ojdan lazim e. Van tevgerên Kurdan, li Başûr û li Rojava bi hezaran şehîd dan û herêm ji hêzên terorîst paqij kirin. Ev çi bêbextî ye?

F
E
E
D

B
A
C
K