Devokên cihê, ji pêwîstiyê, yek zimanê standard pêktînin ku her endamê wê civakê bê pirsgirêk hevûdin têbighin. Gelek dewletan ji bo neteweyekî ava bikin zimanekî standard dane pêsh û kirine malê hemû herêm û civakên cihê. Ev yek ji bo asîmîlekirina gelan jî hatiye bikaranîn. Frensa, Brîtanya, Îtalya û dewletên ku Kurdistan kolonîzekirine, Turkiye, Îran, Iraq û Suriye mînakên xurt in… Li van dewletan tevan yek ziman, zimanê hêza serdest, bû zimanê dewletê û ji bo, yekkirinê, hate bi karanîn… Ew ziman pêshketin û neteweya xwe li ser piyan hisht.Ew zimanê hêza serdest di heman demê de ji bo berjewendiyên wê hêzê ne û serdestiya wî zimanî bi navê demokrasiyê hate bikaranîn.   

Li hin ji van dewletan zimanê gel û civakên cihê nehate qedexekirin. Lê di perwerdê de jî nehate bikaranîn. Di medya de, di jiyana rojane de, di nivîsê de mecal nedîtin.

 

Li hinek dewletan jî, mîna Turkiyê… zimanên gelên din hatin qedexekirin…

 

Di her du rewshan de jî, zimanê ku di perwerdê de, di nivîsînê de bêmecal hatin hishtin, ber bi hundabûnê çûn…

 

Van dewletan jî pirr bash dizanî ku netewebûn ne bes bi zimanê axaftinê, lê herweha bi zimanê nivîse, zimanê perwerdê dikare jiyana xwe mîna netewe bide domandin.  

 

Polîtîka dewletên kolonyalîst di hember zimanê Kurdî de

 

Dewleta Turkiyê di vî alî de mezintirîn tewanbar e. Ji destpêka avabûna dewleta Turkiyê û heta niha her tisht dike ku zimanê Kurdî ber bi hunda bûnê here…

 

Zimanê Kurdî di nivîsê de qedexe kir.  Herweha bikaranîna ziman di jiyana rojane de, di folklor û muzîka Kurdî de, di rabûn û rûnishtina Kurdî de asteng kir. Li gelê Kurd axaftina bi zimanê Kurdî kire wateyeke sucdar.

Ji ber ku zarok, xort û mezinên Kurd, bi Kurdî diaxaftin cezayên mezin xwarin. Ketin zîndanan, surgûn bûn, hatin kushtin… Hatin talankirin…

 

Û ev zor û zilma di hember Kurdan de ne bes li nav sînorên dewleta Turkiyê pêk hatin:

Dema ku li Sovyeta berê biryar hate stendin ku her gel xwedî mafê bikaranîna ziman û alfabeya xwe ye, Turkiye bi rayedarên wê demê re peywendiyan dideyne û qebûl nake ku Alfabeya Latînî ji bo Kurdî di nav dewletên Kafkasê de were bikaranîn. Bikaranîna Kirîlî di nav Kurdan de ne problem bû, lê Latînî belê… Kurdên ku wê demê dest bi bikaranîna alfabeya Latînî ji bo nivîsa Kurdî kiribûn mecbûr dimînin û dest bi ya Kirîlî dikin. Herçend e ev prensîb pashê bû bingehê siyaseta Sovyeta Berê…

 

Em eynî polîtîka dewleta Turk, li hember Iraqê ve jî dibînin. Dema rayedarên Turkiyê dibînin ku ewê li Iraqa komarî zimanê Kurdî di perwerdê de heta dereceyekê were bikaranîn, direvin Bexdayê û Ii ser vê pirsgirêkê radiwestin. Dewleta Turk di wê demê de bikaranîna alfabeya Latînî di nav Kurdan de tehlûkeyeke mezin dibîne û rayedarên Bexdayê razî dike. 

 

Di sale 80 yî de Ii Elmanya kovara Mizgîn dest bi weshana xwe kir. Ji aliyê Enstiuya Kurdî ya Bonnê dihate weshandin. Bi Kurdî bû û naveroka wê bi temamî li ser saxiyê bû û bi Kurdiya Latînî bû.

Dewleta Turk bi mehan rayedarên Elman acizkirin ku wê kovarê bidin rawestandin. Di dawî de jî dane rawestandin.

 

Desthilatdarên dewletan, bi teybetî Turkiye, Îran, Suriye û Iraq, bash dizanîn ku ew çi dikin. 

 

Rayedarên Turk ne bes dezgeh û dewletên din ji bo Kurdiya Latînî ya nivîsê aciz dikirin û niha ji dikin… Herweha ew di hemû dîroka xwe de xebitîne ku herweha programên Radyo, Televîzyon û internet jî bidin rawestandin…

 

Li vira dixwazim bi kurtî, Programên Kurdî yên Radyoya Monte Carlo, radyoyên azad li hin paytextên Ewropa, herweha li vira li Brukselê, û bê goman MED TV, MEDYA TV û ROJ TV bînim bîra we… Bes ROJ TV di jiyanê de maye. Yên din tev hatin girtin û zexta polîtîka ya dewleta Turk hebû…

 

Chima ewlea Turk vê yekê dike? Ji ber bikar-ne-anîna ziman di perwerdê de nûjeniyê nayîne.

Nebikaranîna ziman di ragihandin û çapemeniyê de, peywendiyên malbatî, gundîtî û herêmî de rûxandina neteweyî pêktîne. Hestên neteweyî zeîf dike.

Pirsa ziman li ba Kurdan

Kurd ji bo zimanê xwe her tim bi biryar bûn. Ev yek di sedemên serhildan û berxwedanên Kurdan de jî xuya dike. Li vira ciyê gotinê ye ku Shêx Ubeydulahê Nehrî, zimanê Kurdî, li cem eslê Kurdan û kultûra wan, di prosesa netewebûnê de faktoreke esasî dizane.

 

Faktora ziman di rojeva hemû rêxistinên Kurdan de hene. Li ba hineken roleke sereke û li ba hinekan roleke kêmtir dilîze.

 

Di bikaranîna ziman de, herçend e kêmasiyên rêxistinên me hebin jî em dikarin wan, bidin xatirê zehmetiyên têkoshîna dijwar ku dikin. Saziyên dewletî yên Kurdan nînin û dewletên kolonyalîst jî her tishtî dikin ku Kurd di warê ziman de zeîf bimînin.

Lê hêvî ew in ku rêxistinên me bi tevahî bikaranîna zimanê Kurdî di her shertî de bikin prensîb…

 

Li gora agahdariyên ku di vê demê de belav dibin, tehlûka herî mezin li Bakurê Kurdistan e ku Kurdî di van salên dawîn de pirr kêm tê bikaranîn.

 

Li Ewropa jî di nav civaka me Kurdên Bakur de ev kêmasî darî çav e.

 

Û ez vê kêmasî û tewanbariyê ne bes dikim aliyê dewletên Kurdistan bindest kirine lê herweha aliyê me Kurdan jî. Bi teybetî rêxistinên me shirîkê vî sûcî ne…

 

Pirsgirêkên ziman herî kêm li Bashûrê Kurdistan xuya dikin ku ew ji destpêkê ve giraniyekê didin vê pirsê. Lê mixabin Kurdên Bakur û Rojava ji vê zengîniyê bêpar in. Bi teybetî di warê nivîs^de, ku zimanên nivîsê bi tîpên Erebî-Aramî ye…

 

Lê dîsa heshkere ye ku bi taybetî tunebûna dewleteke Kurdî, bû sedema nebûna zimanekî standard.

 

Bê goman, hebûna zaravayên Kurdî, ku ez wê bi zengîniyekê dizanim û gerek e zarava bijîn, di gelek waran de hatiye wê rewshê ku Kurdên herêmên cihê nikarin bi hevre têkiliyan deynin. Ji aliyekî ve zaravayên cihê û ji aliyê din ve alfabeyên cihê!!! Ev jî bûne mezintirîn sedemên astengkirina prosêsa netewebûnê û cawaziyên kultûrî û siyasî di navbera parçên Kurdistanê de, heta mirov kare bêje ko hest û mêntalîta her herêmî taybetiyên xwe yên cihê afirandine.

Ev pirsgirêk ewê li nav civaka Kurdan li hawîrdorê Kudistan çawa çareser bibe, ez ji pasherojê û xebata li ser vê mijarê ji ronakbîr, zimanzan, nivîskar û medya Kurdî re dihêlim.

 

Pêwîstiya zimanek û alfabeyeke standard ji Kurdan re shert e. Di warê nivîsîn, bikaranîn û perwerdeya Kurdî de standardkirin ewê ne pirsgirêkeke mezin be. Ji temamiya zaravayên tevahiya herêmên Kurdistan zimanekî mishtrek avakirin di demeke maqûl de ne dijwar e. Bê goman ewê wext bistîne.

Tishtê dijwar ew e ku Kurd li ser kîjan alfabeyê li hev bikin? Kirîlî, Erebî yan jî Aramî û Latînî!

 

Kirîlî ewê ne pirsgirêk be. Sîstema Sovyeta Berê nema ye û Kurdên Kafkasê amade ne xwe li gor Kurdên Kurdistanê biguherin. Lê ewê çawa çareserî di navbera alfabeyên Aramî ku li Bashûr û Rojhilat tê bikaranîn û Latînî ku li Bakur û Rojava tê bikaranîn de were dîtin?  Ez li vira naxwazim ku statistîkên nufûsa Kurdan li ber çav bigrim. Lê gelek faktorên din: kultûrî, politîka, jiyana civakî, perwerdeya neteweyî, peywendiyên di navbera civak û herêmên cihê de li Kurdistan, bi cîhana derve re u ewlekariya neteweyî dive li ber çav werin girtin. Ji bo van sedeman jî, bi bîr û baweriya min, li gora faktorên jor, shert û mercên cîhana îro ku em tê de, bashtirîn çareserî di bikaranîna alfabeya Latînî de ye.  

Vlaams Parlement,  05-06. 11. 2009

F
E
E
D

B
A
C
K