Siyamend Haco, birêvebirê projeya malpera KurdWatch.orgê, ku ji Berlînê xebata xwe dike, diyar dike ku »ji bo yekemîn car gengaz bû, ku mirov hejmarên pêbawer lêkolîn bike, ku li derveyî çarçeweya agahiyên hikûmeta sûrî ne“. Ew berdewam dike û dibêje: „Jimarên me yên sala 2008ê ne. Hikûmeta Sûriyê ta îroj naxwaze wan biweşîne.« Hejmara Kurdên bênifûs yên ne qeydkirî (mektûm) ne naskirî ye. KurdWatch texmîn dike ku hejmara wan dora 160.000 e. Siyamend Haco dibêje: »Em di wê baweriyê de ne ku li Sûriyê bi giştî bêtirî 300.000 Kurdên bê nasname dijîn.«

Lêkolîna »Kurdên bê nasname li Sûriyê – Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?«, ku ji 24 rûpelan pêk tê, behsa karên cudakirinên regezperest dike, ku li ser Kurdên bênifûs yên qeydkirî û ne qeydkirî tên pêkanîn. Dive Kurdên bênifûs ne tenê ji bo karûbarên îdarî yên hesan mîna qeydkirina zewacan destûrên taybetî li cem dezgehên ewlekariyê peyda bikin. Ew herweha nikarin bê destûr hotêlê rakevin. Kurdên bênifûs bi taybetî di warê mafên xwe yên siyasî, mafên xwe yên milkdariyê û mafê xwendin û hilbijartina azad a pîşeyê rastî astengiyên berbiçav tên.

Lêkolîn herweha behsa mersûmê serjimartinê yê ji sala 1962ê û pêkanîna wî dike û hevbendiyên berjewendiyan bi nav dike, ku ji bo biryadayina mersûm berpirsyar bûn. Siyamend Haco dibêje: “Li vir jî em derbasî asoyine nû dibin. Em bi şêweyekî berfireh agahiyan diweşînin, ku ta niha belabela û bi zimanê erebî bûn.«

Siyaseta beramber Kurdên bênifûs li jêr Beşar el-Esed jî nehat guhertin. Serokê Sûriyê, ku berî dora deh salan wek reformîstekî dest bi kar kir, çend caran behsa çareseriyekê ji bo kêşeya Kurdên bênifûs kir. Lê ta niha tiştek pêk nehatiye.

KurdWatch.org malpereke serbixwe ye ku agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne. [www.kurdwatch.org]

Kurdên bê nasname li Sûriyê ‒ Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?
http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_staatenlose_ku.pdf
Staatenlose Kurden in Syrien ‒ Illegale Eindringlinge oder Opfer nationalistischer Politik?
http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_staatenlose_de.pdf

Stateless Kurds in Syria ‒ Illegal invaders or victims of a nationalistic policy?
http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_staatenlose_en.pdf

المجردون من الجنسية في سوريا – متسلّلون غير شرعيين أم ضحايا السياسات القومية؟ http://www.kurdwatch.org/pdf/kurdwatch_staatenlose_ar.pdf

Ji bo agahiyên berfireh tiak ye peywendiyê bi Siamend Haco re deynin:
Tel: +49 177 – 6 78 10 11, +49 30 – 62 60 70 32

 

F
E
E
D

B
A
C
K