Di, navbera 19 û 24’ê meha çileyê de em li Swêd in. Enstituya Kurdî ya Brukselê, Dialog Kreis ji Almanya, Enstituya Kurdolojiyê li Wien… Prof. Dr. Celîlê Celîl, Memo Sahîn  û ez.  Em mêvanên Enstituya Kurdî ya Stockholmê ne. Dr. Huseyn Xaliqî , Kamuran Simo, Serkan Brûsk, Sores,  wê temsîl dikin…  Armanc, lêgerîn û pêkanîna xebateke misterek li Ewropa ye…
Ji roja pêsin ve Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun ji pês çavê min neçûn. Her gav li her cih, di nav her axaftinê de li bîra min bûn…
Xalê Baksî , tim devbiken, hêvî û nîsanên serketinê ji çavan diçirisîn û her dem amade ku ji bo pêkanîna azadiya gelê xwe bikeve rê. “Tu xalê xwe hindik dibîne?” Pirsa wî ya her dem bû.
Lê, hewa Swêd, Stockholm û Upsala ne mîna berê bû . Sar bûbû. Ne ji sedema berfê. Sedema sarbûnê wekî din bû… Ew civaka ronakbîra kurdî, çûye ku?
Di salên 80’yî de Swêd ji ronakbîrên kurd dikelî. Her siyaset, saziyên civakî , nivîskarên xwedî  hêvî û çalakiyên kulturî hebûn. Kovar û pirtûkên bi naverokên cihê dihatin wesandin û belavkirin. Te digot, bi hev re dikevin pêsbirkê. Dema me digot  “ronakbîriya kurdî ” Swêd dihat bîra me. Niha ev pir kêm xuya dike. Xuya ye ev tac, ji nav kurdên Swêd winda bû. Sazî  kêm bûne, piraniya ronakbîr di nav bêdegiyekê de ne! Berhem kêm in… û çend kesên ku bi navê ronakbîriyê dixwazin di nava rojnamegeriyê de cihekî ji xwe re çêkin her tistî xira dike…
Enstituya Kurdî ya, Kitêbxaneya Kurdî , Konseya Kurdî û komek ronakbîr, ku hêj hêvî winda ne kirine, bi berhem û xîret in, hêj di nava liberxwedaneke mezin de ne. Û bêguman, Newroz TV ku ji wira wesana xwe dike… Wiha xuya ye ku ew di wê bîr û baweriyê de ne ku berdewama xebateke bi firaze mumkûn e.  Hêviyan xurtir dike… Bi serbilindî, kurdîtiyeke bi rûmet…
Bi vê çûna Swêdê ku çend rojan mam û mîna her car tistekî din ji xeynî xebatê di nava rojevê de nebû min dît ku awayê xebatê, kes û hêzên xebatê hatiye guherîn. Navenda enerjiya xebata ji bo azadiya kurdî hatiye guhertin. Û ev rastî li temamiya Ewropayê li ber çavên me ye. Ew jî tê wê wateyê ku divê em xwe li ser wî esasî reorganîze bikin. Divê rêxebata me ji nû ve bê nivîsîn, nexsekirin û pêkanîn. Ev mumkûn e.
Li seranserî Ewropayê  xwendekar û xwedan dîplomeyên me zede bûne. Ewropa, kultura wê nas dikin. Di nava vê civakê û siyaseta wê de mezin bûne. Di eynî demê de civaka kurdî jî nas dikin. Piraniya wan jî bi hestên welatparêziyê dikelin. Evîna welat bi wan re ye. Lê çi heye ku ev nifs di zehmeteke mezin de ye. Xuya ye nikare bi cîlê berê xwe re kar bike. Gelek sedem hene. Di demên were de em ê li ser van pirsgirêkan rawestin. Lê pejirandina vê rastiyê ew ê derî li ber xebateke hêj xurtir û hêj berfirehtir veke.
Ji bo berjewendiyên gele xwe, ji bo Kurdistaneke Azad, gerek e li Ewropa, em wezîfa xwe bi cih bînin. Ew jî bi lêgerîn û pêkanîna stratejiyeke nû mumkûn e. Sazîbûn û koordînasyoneke nû ji nav civaka me ya kurdî pek were. Cîlê berê û cîlê nû ji hev fêm bikin û rê ji tevgera hevbes re vekin. Her dualî dikarin zanîn û tecrûbeyên xwe bi hev re par ve bikin. 
Herî girîng jî ew e ku di xebata me de gerek e nûjenî were. Her kes nikare her tistî bike. Her kes nikare her tistî bizane. Her kes nikare bibe xwedî biryara herî bas. Her kes nikare li her cih û mercê berpirsiyariyê bike. Xebata piralî, nûjen, sazî û hedefên nû li Ewropayê ji me re pêwîst in. Serketina armancên me jî bi pêkanîna koordînasyoneke xurt mumkûn e. Di nava vê koordînasyonê de bîr û baweriyên cihê sert e. Komele û kesayetiyên cihê sert e.  Xwendekar, ronakbîr, cilê kevn û nû, çep û rast, xwedan dîplome û karsaz tev divê di nava vê xebata koordînekirî de hebin. Qet ne girîng e kî çi bîr û bawerî heye. Ya girîng ew e ku armanc û pêkanîna hedefê eynî ye.  Ji bo wê  jî xebata bi hev re, di xizmeta berjewendiyên kurd û Kurdistanê de, pêdiviyeke mezin e.
Doza me, bidestxistina mafên me yên bingehîn, bi erk û his û tevgereke neteweyî mumkûn e.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1056&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K