Pistî hevdîtinê her du bihev re derketin pêsberî çapemeniyê û daxûyanî dan. Lê belê wusa hate dîtin ku Kemal Kiliçdaroglu fêm ne kir ku ew li Ewropayê ye û di bin baniya rêxistinekê payebilind de ye, lewre wî lidijî AKPê bi zimanekê tûnd axifî û got « Erdogan û Besar Esad di tayê hev de ne ». Pistî van çend gotinên Kiliçdaroglu Swoboda axifî û helwesta Kiliçdaroglu rexne kir. Qasê ku min sopand, wusa hate xûyan ku serokê CHPê matmayî ma û nizanibû çi bêje.

Bê guman ev bûyer ji bo AKPê bû hincetekî girîng daku ew sûrê xwe li dijî CHPê tûjtir bike.
 
Buyera ku li Brûkselê qewumî di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. Heman bûyer di çapemeniya ewropî de zêde nehatibe niqas kirin jî, ez bawer im rayedarên Koma Sosyalîst ya PEyê di nava xwe de nirxandine. Bê guman heman rayedar helwesta Swoboda pejirandine. Tenê pejirandin ne, ez bawer im wê Ewropî heman buyerê bikin rojeva Sosyalîst Internasiyonalê jî. Di demên pês de dibe ku ev rêxistina navneteweyî ya sosyalîstan jî pistgiriya Swoboda bike.
 
Ev ne nakokiya yekem e ku di navbera CHPê û Sosyalîstên Ewropî de derdikeve, di demên borî de jî cur be cur nakokî derdiketin û bi taybetî jî zimanê Deniz Baykal, yê ku wî lidijî Kurdan bikar dianî, dahate rexne kirin. Pistî ku Deniz Baykal ji serokatiya CHPê dûr ket û Kiliçdaroglu bû serokê wê Sosyalîstên Ewropî dev ji rexneyan ber dan û pistgiriya Kiliçdaroglu kirin. Mirov dikare bêje, bi hatina Kiliçdaroglu ve îmajê CHPê jî li gel Ewropiyan hinekê guherî.
 
Buyera nû ku di navbera Swoboda û Kiliçdaroglu de qewumî bi Ewropiyan jî bas da xûyan ku CHP nehatiye guhertin û ew hê jî di xeta xwe ya nijadparêz de ye. Herwuha heman buyerê rastiyekê din jî askere kir ; ew jî ew e ku Ewropî pistgiriya helwesta AKPê ya derbarê Sûriyê dikin û nêzîkatiya wê dipejirînin.
 
Di demên borî de CHP bi helwesta xwe ya lidijî Kurdan ji aliyê Ewropiyan ve dahate rexne kirin, naha mijara Sûriyê jî lê zêde bû. Lewma derbarê têkîliyên CHPê û Partiyên Sosyalîst yên Ewropî de wê pêvajoyekê nû dest pê bike. Ev pêvajo dikare ji aliyê BDPê ve jî were bikaranîn. Jiber ku di nava rêxistina Sosyalîst Internasiyonalê de CHPê herdem xwastiye li pêsiya BDPê astengiyan çê bike. Eger nakokî di navbera CHP û Sosyalîstên Ewropî de kûr bibin dibe ku rê ji endametiya BDPê  re ve bibe. Belkê ev nêrîna min weke fantezî û daxwaza min ya taybet be, lê belê bingeha wê jî heye.
 
Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn diqewume û ya ku li Tirkiyê hatiye destpê kirin dikare bi xwe re pir tistên xerîb jî biafirîne.
 
21.05.2013
 
Ev nivîs di rûdawê de hatiye wesandin
F
E
E
D

B
A
C
K