"Terora dewletî" ji aliyê hêzên dewletekî ve eskere anjî vesartî tê karanîn. Armanca xwe, xwînrijandina ser mêjî ye. Hedefa xwe gelek caran kesên çalak û ronakbîrên welêt in. Bêserîhistina civatê û têkbirina stabilîzasyonê jiyana wan dirêjtir dike. Ew ji demokrasiyê û rêyên demokratîk dûr in, naxwazin wan bibînin…
Di dema me de, ji ber pirsa "berjewendiyên dewletî", mixabin e ku wateya "terorîzmê" têra xwe ne zelal e. Welatên bihêz, gelek caran, li gorî "berjewendiyên xwe" nêzî pirsê dibin. Yekîtiya Miletan-UN, di sirovekirin û binavkirina "terorîzm"ê de di tengasiyê de ye. "Terora dewletî" ji aliyê hêzên mîna Yekîtiya Ewropa-EU û UN ê ve nayê dîtin…
Tistê herî kambax ew e ku, dezgehên însanî jî ji binavkirina "Terora dewletî" baz didin. Wê nabînin. Sedemên wê piralî ne: Peyvê pir hisk dibînin. Naxwazin têkevin ber bahoza dewletên wisa. Binavkirinek wisa dikare bandorek neyênî li xebat, hatina aborî û têkiliyên wan bike. Têra xwe ne serbixwe ne…
Awira berjewendiyên dewletê û helwêsta dezgehên însanî li "Terora dewletî", mixabin e ku rê ji bo çalakiyên nû yên ekstrêm vedike. Cesaretê dide "Terora dewletî". "Terora dewletî", ji bilî hovîtiya xwe ya li hundirê welêt, li derveyî welêt jî dest bi "Terora navdewletî" dike…
"Terora navdewletî" bê bingeh nikare çalakiyên xwe serkevtî bibe. Serterorîstên dewletê, ji xwe re li gelek dewletan sîxuran peyde dikin. Terorîstên wan bi statuyên dîplomatan dixebitin. Konsolosxaneyên wan jî kaniyên sîxurtiyê ne. Deng û bahsên belav dibin nîsan didin ku, hêza wan ya kustinê û rîska pêkanîna çalakiyên mezin li Ewropayê mezintir dibe…
"Terora navdewletî" neyarê demokrasiyê û mirovahiyê ye. Di welatên demokratîk de, ji bo parastina berjewendiyên xwe, nedîtina "Terora nav-dewletî" etîka polîtîkayê qirêjî dike. Qirêjiyek wisa dikare di civatê de nexwesiyên cidî pêk bîne…
Divê neyê jibîrkirin, komên ku bi terorîstî tên navdarkirin, di bingeha xwe de gelek caran ji ber terora dewletî tên holê. Li dijî hiskiya dewletê derdikeve rê. Dema ku rêyên demokratîk ji holê radibin, di serê navbêra wan de sasî û rastî têkilav dibe. Di rewsek wisa de, kustiyên herdu aliyan dibin leheng. Terorîst, li gorî hinekan dibe leheng, li gorî aliyê din jî dibe hov…
Bi peydabûna Terora dewletî û destpêkiya çalakiya wê, rê li ber tevayê mafê mirovan tê girtin. Dewlet di bin navên cewaz de, ji bo xurtkirina serê li dijî terorê (!) bi rêyên fermî, eskere anjî sergirtî, li welêt û li derveyî welêt çalakiyên neînsanî pêk dihêne…
Divê bi taybetî EU û UN li ser xeter û cidiyeta pirsa "Terora nav-dewletî" rawestin. Çalakiyên dewletên wisa raçav bikin. Sucdaran bi hiskî ceze bikin. Rê li ber çalakiyên wan bigirin. Dema rê li ber çalakiyan neyê girtin, welatên wisa neyên eskere kirin, kesên sucdar neyên cezekirin û ji awira berjewendiyên xwe nêzî pirsê bibin, bê guman e ku terorîst dê buyerên mezintir pêk bînin…
"Terora nav-dewletî" li Rojhilatanavîn hebûna Gelê Kurd her roj tehdît dike. Li Ewropayê jî êrîsê dibin ser kurdan…
Serê "Terora navdewletî" yê ne eskere ku li dijî ewropiyan e, nikare bê înkarkirin. Di bin ala olperestiyê de li gelek aliyê Ewropayê didome. Lê qonaxa çalakiyên ekstrêm yên li dijî ewropiyan bi xurtî dest pê nekiriye…