Şûna pêşgotinê
Di romana da edetê nivîsîna pêşgotinê nîne. Lê di wergêran da carina pêdivî bi çend gotinan dibe ku mirov hindek tiştan îzah bike. Lewma min jî hewce dît ku li ser vê wergêrê agahdarîyeke kurt bidim.
Pêşîyê bi wê gotina mana bilind ya Seyid Rizayî dest pê bikim. Tête gotin ku Seyid Riza berî îdama xwe -[ Heftîya sêyê ya meha Teşrîn-Mijdar-November 1937ê – Ji ber ku roja îdamê ji 15ê heta 19ê meha 11an cuda tête gotin. Bi giranî
17ê mehê bête gotin jî nezelalîyek heye, lewma min „heftîya sêyê“ nivîsî]- ji bo dek û dolab, entrîka, desîse û fen û fêhlên rêvebirên dewleta Tirk wisa dibêje:
Ez bi direw û hîleyên we ne westam, eve bo min bû derd. Belêm min jî li ber we çok neda, eve jî bila bo we bibe derd.

Seyid Riza
Kêm kitek bêbext têne, piranîya mezin ya kur û kiç û nevîyên pêşeng û rêberê dînî û xelkî yê Dêrsimê Seyid Rizayî, şîreta wî înane cih û li ber dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk çok nedan, serê xwe şor nekirin û berxwedaneke pîroz nîşadan [nîşandan] û ev prosesa azadî û rizgarîyê didome. Misqalek şik têda nîne ku dawîya vê berxwedanê serkevtin û serfirazî ye û eve wekî Seyid Rizayî gotî, bo dewleta Tirk bûye derdekî bê derman.
Yêk ji kurên axa Seyid Rizayî, axa Dêrsimê jî niviskarê vê romanê Haydar Işik e û wî jî şîreta mezinê Dêrsimê Seyid Rizayî û şîreta herî mezin ya qehremanê vê romanê, ya Elîbînatî, Elîbînatê zaner [alim], bi qelemê xwe înaye cih. Wekî Elîbînat kurê xwe Mîrzalî [Mîrzaelî] digel çend xortên Dêrsimî rêdike Xarpêtê ku ji telefbûnê xilas bike,
wisa dibêje wan: „Ji bîr nekin yên hatine kirin. Kirinên li xelkê Kurd ji bîr nekin. Di keysê ewil da vegerin. Hûn ciwan in.
Zarokan çêkin, sê sê, pênc pênc. Berî ku hûn wan çîrokên ku min li şevên zivistanê digotin, terteleya Dêrsimê bêjin. Bila zarokên we rastîyê fêr bin.
Şîretên min newebî [zînhar – eman ha] ji bîr nekin. Ji bîr nekin!“.
„Ji bîr nekin vê qetilamê [komkujîyê – jenosîdê – nijadkujîyê – qirkirinê]. Ji bîr nekin vê terteleyê! Bêjine zarokên xwe vê wehşetê.“ [r. 208]
Haydar Işik ev şîrete înaye cih û ew êş û jana xelkê Dêrsimê, ew hovîtîya dewleta Tirk bi nivîsîna vê romanê, bi vê teksta edebî kirîye belgeyeke dîrokî ku nifşên nû bi wê terteleyê, jenosîdê bihesin.
Romana Haydar Işik, Jenosîda Dêrsimê; li ser wê bûn û bûyera [qewimîna] trajîk ya xelkê me yê Dêrsimê ya 1938ê ye. Bi gotineke dî, bi rengê romankî serpêhatîya bi êş û jan ya xelkê Kurd yê Dêrsimê ye. Dêrsimî bi xwe vê bûyerê wekî ”Terteleya Dêrsimê” bi nav dikin. Haydar Işik jî ev romane bi Tirkî nivîsîye û ev nav lê
kirîye: Dersim Tertelesi. Anku ”Terteleya Dêrsimê”.
Haydar Işik wekî daxwaza wergêra vê romana xwe [Dersim Tertelesi & Terteleya Dêrsimê] ji min kirî, pirtûkek jî bo min rêkir. Piştî min xwand, ez li ser analîz, bihakirin û hilsengandina vehûnandina teknîk
û zimanî ya romanê nerawestam, mijar û naverok bo min gelek giring hat û lewma jî wergêra wê min wekî erkekî mirovî û neteweyî qebûl kir. Min jî xwast ev romana li ser vê trajedîya xelkê me yê Dêrsimê,
ji alîyê hemû xelkê me ve bi zimanê xwe bête xwandin û ew qewimîna trajîk bi zimanê xwe bête zanîn û ev demê bi kul û keser yê dîroka xelkê me, ku bi teksteke edebî lê bi zimanê Tirkî hatîye nivîsîn, bibe zimanê wî xelkê ku hatîye qirkirin anku Kurdî jî. Daku em baleke xurt jî bikêşine ser vê pirtûka ku behsê nijadkujîya li ser
xelkê Kurd, xelkê Dêrsimê dike, me hemû sînonîmên vê qetilama mezin nivîsîn û kirine navê pirtûkê: Terteleya Dêrsimê, Qirkirina Dêrsimê, Komkujîya Dêrsimê, Nijadkujîya Dêrsimê, Jenosîda Dêrsimê.
Romana Terteleya Dêrsimê [Dersim Tertelesi], min ji çapa yêkemin ya ku ji alîyê Weşanxaneya Belge ve li meha 11an ya sala 1996ê li Stanbolê çap bûyî wergêrande Kurdî [Zaravayê Kurmancî]. Di tercumeya [wergêra] vê romanê da min metodekî nû bi kar îna. Gotinên sînonîm [hevmana] û versiyonên cuda yên gotinan di nav parantêza
bikoşe da li rex gotinê bi cih kirin. Herweha hindek gotin jî bi kurtî jî be îzah kirin û bi îşareta [–RH] kivş kirin. Puntoyên gotinên di nav parantêzê da biçûktir in. Min dikarî [dişîya] ferhengokeke biçûk li
dûmahîka pirtûkê zêde bikim. Belêm xwandevan ji bo gotinekê gavê seetê da berê xwe daba dawîya pirtûkê û eve da dîqqeta [bala] xwandevanî belav bike û herikîna xwandinê sist bike. Lewma min ev metodê nû bi kar îna û gotinên sînonîm di nav parantêzê da danan rex gotinan. Heke xwandina kêm ya Kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê
Kurmancî [bi giranî jî li bakur] li ber çavan bête girtin, ji bo midehekê, bo demekî borînde [muwaqet] ev metode dê têgihiştina naveroka romanê bi sanahîtir [hêsantir] bêxe. Herweha bi vê yêkê gotinên sînonîm jî dê bêne zanîn û ji alîyê xwandevanên ji navçeyên [herêmên] cuda ve xizîneya gotinan jî dê zengîn bibe.
Hêvî dikim ev belge romane [dokument romane] bi zewqeke mezin bête xwandin û ew kir û kiryara ji teref dagîrker û kolonyalîstên Tirk ve bi serê xelkê Kurd û Kurdistanê, bi serê Dêrsimîyan hatîye înan, bi rêya
teksteke edebî jî bête zanîn û têgihiştin.
Ravekirin û bihakirina pirtûkê ya bi giştî, edî em bo xwandevanan û krîtîkerên edebîyatê dihêlin.
Agahdarî û serastîyeke biçûk:
Ji bilî beyta ji strana ”Dêrsim di nav çar çiyayan da” ya li serê romanê, gotin û hevokên îtalîk hatine nivîsîn zazakî [dimilkî] ne.
Di orîjînala pirtûkê [ya Tirkî], rûperê 194ê rêza 5ê da navê Hayriye [Xêrîya] hewce ye Cewrîye be. Min ew di Kurdîyê da serast kir ku xuya ye ”sehwen” çêbûye.
Nivîskarî di destpêka pirtûkê da beyteke strana; ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav bardaxan da” nivîsîye. Di nivîsîn, gotin û xwandina vê stranê da versiyonên cuda jî hene. Bo nimûne; ”
”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav baxan da” anjî ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav çiyayan da”. Helbet min ya nivîskarî esas wergirt.
Agahdarîyeke kurt ya li ser nivîskarî di dawîya pirtûkê da ye.
Herweha navên rutbeyên fermandarên ertêşa Tirk yên di vê romanê
da jî, her bo agahdarî, li dawîya [dûmahîya] pirtûkê hatine zêde kirin.
ROJAN HAZIM
Sibat 2011

F
E
E
D

B
A
C
K