Roja hevdîtinê, heyecanek bi wate cendek û rûhê min rapêçabû. Dîtina nivîskarê nasdar Mahmut Baksî ji xwe cihê kêfxwesiyê bû. Lê heyecana hevpeyvîna bi rojnamevanekî profesyonel re, rengê xwe guhertî ye.
Rojnamevaniya min li welêt bi salan domandibû. Li derveyî welêt jî çend sal in bi xurtî didomiya. Baksî jî weke rojnamevan bi gelek kesên nasdar li cîhanê hevpeyvîn pêk anîbûç qise kiribû. Lê vê carê rol hatibûn guhertin. Ez mêvanî wî bûm û wî dê bersiva pirsên min bida.
Dema wê hatibû ku, mutewazîbûn, rêzgirtin, hilbijartina peyv û pirsan û bersivên bijarte û hizirkirina kur, rol lîstin û hunera rojnamevaniyê xwe bide der…
Min ji taxa “Odenplan”ê, ji kolana “Dala”yê xwe berda ber bi ”Svea”yê. Berê min li kolana “Surbrun”ê bû. Rê, bi mesê, 20 deqîqe diksîne…
Ji erd û ezmanan berf dibariya. Bayê hênik, bi gulokên berfê re mîna ku di ber kilamek klasîk de, bi nazî dîlanê biksînin, bi rîtmek nerm li ezmên dizîvirin, besek dibin ramûsan û li ser hinarkan datanîn û yên din jî dibûn kulîlkên spî û saxên daran sînspî dikirin. Kolanên Stockholmê bi xelîçeyên spî dihatin raxistin, rengek guhertî didane xwezayê. 
Li Surbrunê nêzî bînahiyekî çend tebeqe dibûm û bi derencan ve hildikisim. Kûmê xwe ji serê xwe dikim, hewa sermayê ser xwe dihavêjim û derketina min ber bi jor ve xurtir dibe. Ez nêzîkî mala wî dibim. Ji hundir bi dengek xwes kilamek kurdî bilind dibe:
“Ax… heywax li min, heywax li min… lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xwesmêra ji bo xatirê mi rebenê xwesik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên res û belek hûn dibînin îro ax ketinê…”
Baksî derî vedike. Bixêrahatina germ, raxistina mutfeq û eywanê û bêhna xwarinên Kurdî mirov bi xwe re dibe Kurdistanê. Em derbasî eywanê dibin. Ew, berê xwe dide mutfaqê û qehwe datîne ser êgir, di ber re distirîne. Deng/bêjiya Baksî têra xwe bala min diksîne.
Min zanîbû ku ew nexwes e. Ji nêz ve bala xwe didimê, çavên wî çûne xwarê. Kîloyên wî kêm bûne. Derket holê ku, nexwesiyên giran jî rê li ber evîndariya rojnamevaniyê negirtiye. Wî nivîsên min ji nêz ve disopand, û hayê wî ji Medîa Kurdî û nivîsên belav dibin têra xwe hebû.
Me biryar da ku, bi bêhna fireh hevpeyvînê bikin. Bersivên wî, bi ken û helwêsta wî ya germ dest pê kir. Nêzîkbûna wî, cemeda heye ji holê rakir û eywan germ kir û resmiyet li derve ma. Hevpevîna me cihê xwe dida sohbetên dostane…
Qehwe ji me re hat. Xanim Elin, anku hevala wî bi xêr hatina min kir. Ew jî rûdine û sohbeta germ berdewam dike.
Elin Clason nivîskar û rojnamevanek nasdar e. Wê hejmarek pirtûk li ser Kurdan nivîsî ye. Wisa dibêje Elin:
“ Min Mahmut Baksî nas nekiriba, Doza Kurdan dê çi caran nebûna mijar ji xebatên min re. Enerjiya Baksî, hezkirin û girêdana wî bi welatê wî ve, min zindîtir dike. Mahmut bû sedem ku, em bi hev re xebatên fîlm û mûzîkê bikin. Herin serdana Kurdistanê, bibin mêvanê servanên Kurdan, serokên Kurdan Talebanî û Qasemlo bibînin, xebatên xwe bighêjînin hetanî Qamislo. Belê, 23 salên min yê rojnamevaniyê bi gistî doza Kurd hemêz dike…”
Sohbet û hevpeyvîn têkilav bûbû. Min carna kaseta teybê didate rawestandin. Mijara sohbetê bûbû dengbêjên kurdan. Kûrbûna wî li ser çanda Kurdî, evîna wî  li hemberî kilamên klasîk û dengbêjên Kurdistanê xwe dida der. Ji her kilamekî rêzek dihanî zimên. Dengbêj Baksî bala çi kesan nekisandibû. Qet qala aliyê wî yê dengbêjiyê nehatibû kirin…
Berê hevpeyvînê dikeve ser pirsgirêkên mediayê. Exlaq û pîvanên etîkî. Û pirsgirêkên Rojnamevaniya Kurdî. Gazinên wî li ser mijara “sansûra rêvebirên organên mediayê li hemberî xebatkarên xwe û li ser navê rexnegiriyê nêzîkbûnên bi neyartî”, bi rêz dibûn. Agir ji awirên wî dibariyan û wisa digot: “Pêwîst e em berê rexneyê bidin rojnamevaniya xwe û pasê pênûsên xwe bikin tiving û bixine sînga mirovan!”
Pasê “dostên roja teng” bû mijara sohbeta me. Gazin ji xwe kir. Ji dost û nasên nêz kir. Dirêj bû gazinên wî. Tev bi keser, hêvî û carna jî bi nifirên ne eskere barkirî bûn. Diyar bû ku, hêviyên wî ji wan pir hebû. Di dema serê wî li hemberî nexwesiyên xwe de hejmarek kesên bi sînor li nik xwe didît…
Hevpeyvîna dirêj, bûbû sê bes. Besek jê belav bû yên din di arsîva taybetî de ma…
¤¤¤
Me gelek caran hev dît. Hevpeyvînên rojnamevaniyê cihê xwe dabû, serdan û sohbetên kesên nêz.
Cara dawî, hevdîtina me li mala wî ya nû li Gotgatanê pêk hat. Wî qala suprîzekê ji min re kiribû. Dema ez çûm mala wî, bi Ehmed Kaya re bixêrhatina min kir. Li mala nû Elin xuyanî nedikir. Lê dengê heman kilamê ya li kolana Surbrunê, ji mutfaqê belav dibû. Min bas fêhm kir ku Baksî, pir hez ji vê kilamê dike:

“Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xwesmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê sadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xwesmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, sahî lê vê dîlanê…
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le… di eywanê…”
Êsa sirgonê giran e. Hesreta welat û dûrmayîna ji evînê, dost û xizman, weke agir e, di dilê mirovî de ye, disewitîne, agir û bêhna sewatê ji dev, çav û mêjiyê mirovî difûrîne. Mirov di binê bîrek kûr û nîvçikîyayî de ye. Bi bîrê re diçike. Her car bi hêviyên mezin bi dîwêr ve hildikise. Di nîvê rê de, dest diweste, mêjî naxebite û tempoya dil qels dibe. Mirov ji ezmana bi ser dev dikeve erdê. Cendek perçe perçe dibe. Êsa bêhêvîtiyê mirovî kor dike…
Mahmut Baksî û Ehmed Kaya du teyrên xerîb û evîndarê welatê xwe bûn. Evîna welatperweriyê jiyana li sirgonê dabû wan. Jiyana sirgonê bi nexwesiyan barkirî ye, û weke ku Mehmed Uzun dibêje: “mirin herdem dikare bibe mêvanê mirovî”…
Min li Baksî û Kaya nerî. Bi dilek sikestî, nifirên min birêz dibûn:
“Çend demin ez nifiran dikim xêr nake û dua dikim nagihêje cî. Cihê nifir lê dihatin pejirandin, çima ji me re bêdeng e?! Çima dengê me nabe xwe?! Çima em, zarokên Zerdest û Brehîm pêxember, herdem dibine qûrban?! Çima hêstirên me nayêne dîtin, qêrîniyên bav û dayikên Kurdan re guh tê girtin!?.”
Em bi hev re derbasî odeya xebatê dibin. Makîneya kevnare ya nivîsînê li ser masê ye. Li wir, li ser dîwan û ber pacê tev nivîs, jêretebînî, rojname, pirtûk û dokument in. Nivîs û dokumentên li odê sahidbûna gelek bûyerên li Kurdistanê dikin…
Baksî ji me re qala esqa xwe ya pêsî dike. Evîndariya wî didomiya. Yara sêrîn ji bîra wî nediçû. Pora dirêj, çavên xezal, bejina zirav, lêva sêvesor ji his û xeyala wî dernediket. Ji me re qala yara sêrîn dikir:

Ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibû keçek xwîn sêrîn. Awirên wê, wî serxwes dikir. Baksî biryara xwe dabû ku pê re bizewice. Wî zeriya di xeyala xwe de peyde kiribû. Yadîgarî diçûn û dihatin. Nîvsozek hatibû birrîn.
Hêrsbûna wê rojê, biryara sas û çend peyv bûbûn sedema têkçûyîna wê zewacê. Çû û nebû yar jê re. Çend sal di ser buyerê re derbas bûbûn. Keçik bi kesekî din re zewicî bû. Zarokên wê çêbûbûn. Lê dilê Baksî hê jî bi ser wê ve bû. Agirê dilê wî gurr dibû, û sewata wê didomiya…
¤¤¤
Dema Baksî derketibû Ewropayê, nivîskarên Kurdan li Ewropayê zêde tune bûn. Wî ji bo parastina çand û zimanê kurdî gelek berhem afirandin. Bi rêya pirtûkên wî, çîrokên kurdî li dinyayê belav bûn.
Rojnamevan bû, derd û xwestinên gelê Kurd anî zimên. Carna jî bi rola dîplomasiyê radibû, derdê welatê me dihanî zimên. Îro jî aliyê wî yê film û muzîkê li benda lêkolînê ye, zêde nehatiye qalkirin.

Ew, rojnamevanek durbîn, zûbîn û kurbîn bû. Buyerên rojane ku ji xelkê re normal dihate ditîn, li bêjingê dixist û jê re dibû mijara nivîsînê. Rengek pir profesyonel dida nivîsan. Bi peyvên hilbijartî û kurdewariyê nivîsên xwe ava dikir û bi rengek balkês pêskêsî mirovan dikir. Têkiliyên wî xurt û piralî bûn. Diwestiya, lê enerjiya rojnamevniyê jê re dibû hêzek nû…
¤¤¤
Evîndarê ziman û çanda Kurdî Mahmut Baksî nexwesiya xwe giran bûbû. Pasê xebera nexwes belav bû. Mahmut Baksî çûbû rehmetê…

Ji bo cara dawî,
Xatir jê dihate xwestin,
Kurdên li sirgonê yek bi yek,
Mîrhem Yigit, Mehmed Uzun û yên din,
Pasê hevala wî Elîn,
Silav didanê de.
“Min li Amedê bi cî bikin”, gotibû Baksî,
Û ew,
Li devera ku Sêx Seîd û bi sedan servanên Kurdan serî dabûn,
Cihê ku ji Kurdan re bûbû K`abe,
Bi besdarbûna bi hezaran kesan,
Li Amedê dihate bi cî kirin.
Ew niha ji navenda kurdewariyê li me temase dike,
Êdî ne êsa sirgonê diksîne û ne jî ya nexwesiyê,
Bi tevayê sehîdên welat re ye,
Bi wan re silavê dide me,
Û dengê kilama li ber dilê wî sêrîn pêl bi pêl tê,
Ji bedena Amedê bilind dibe û dighêje dost û kesên nêz:
“…
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê…
Dilê min sewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê res û belek dibînin hawar, ax ketinê…

Amadekar: Gabar Çiyan
Endamê Komîteya Karge ya
Navenda Kurdocide Watch-CHAK ê &
Edîtorê EuroKurd News ê

F
E
E
D

B
A
C
K