Dîsa di sala 2011an de Tsunamiyek ji Bakûr-Rojavayê Afrikayê ber bi Rojhilata Navîn bi rê ket. Berê Tunûs, paşê jî Misir di bin pêlên Tsunamiyekî heta niha ne ditî de man. Qesr û qişlayên herdû desthilatdaran, Bin Ali û Mûbarek, di bin pêl û lêhiyên bi milyonan însanan de man. Ne bi sedhezaran leşker û polis, ne tanq û top, ne jî bi dehan milyar dolarên wan dikarîbûn pêşiyê vê Tsunamiyê bigirin.
Wek ava ku bend û sedên xwe dirûxînin û mina kûrşûn û fîşengên ku ber bi menzîla xwe de derîn, wek pêlên Tsumaniyê ku ji zikê derya û okyanûsan ji nişka ve derdikevin û welat û bajaran di nav kurtedemekî de serûbin dikin, parzemîn, perav û qeraxên welatan traş dikin, gelên Tunûs û Misirê jî wer kirin. Di nav çend roj û hefteyan de ev rejîmên zordar rûxiyan û çûn.
Niha dor hat ciranên wan. Libya di dorê de ye. Yemen tevlihev bû. Rejima Sûriye dihêje. Gel rabûn û êdî zordar nikarin pêşiya serhildanên gelên xwe bisekinin. Ev jî yek bi yek, îro nebe jî sibê, wê ji text û qesrên xwe bêne xar û biçin. Desthilatdariya wan heya vir bû. Dema wan tijî bû û ew mecbûr in, herin.
Li Sûriyê peykerên Esad tên hilweşandin. Drûşme û tabloyên Baas êdî li erdê ne. Esad û Baasî çi bikin jî, nikarin xwe ji vê Tsunamiya gel xelas bikin. Emr û dema Esad û Baas tije bûn û ew nikarin êdî li ser text bimînin!
Tsunamî tesir û bandora xwe wê bide aligirên Sûriyê jî. Libnan jî wê bikeve bin bandore wê lêhiyê. Îran tenê dimîne. Ev jî êdî nikara rejima xwe ya ol- û nîjadperest li gor dilê xwe birêva bibe.
Dibe ku Tunûs, Misir û Libya dûrî Kurdistanê bin. Lê Sûriye? Ma ev jî dûr e? Ma li wê kurd najîn? Kurd ne bindest in?
Kurd jî, partî û rêxistinên kurdan jî pêşberî îmtihanek mezin û dîrokî ne. Bîryar û serkirdariyek baş niha hewce û lazim e. Bêinisyatifbûn, çavlêdarbûn bo kurdan lûks e; belkî jî mirin e.
Kurd li Rojavayê Kurdistanê heta niha „bêdeng“ bûn. Bo xwe tiştek mezin nexwestin. Dem hat piştgiriya şoreşa Başûrê Kurdistanê kirin. Bi hezaran kurdên Rojava bûn pêşmergeyên Barzaniyê nemir û cane xwe feda kirin. Dor hat bûn hevalbendên PKK û bi hezaran keç û xort di refên gerîlayan de cih girtin, xwîna xwe li Bakur, li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rijandin û bûn cangoriyên welatek azad.
Hêjmara kurdan li Rojavayê kêm e, axa wan belav belav e û wek giravên ser erdê ne. Her girav, her enklave bi sedan kilometre dûrî hev in. Aliyek wan bi têl, mayîn û Mehmetcîkên dewlata Tirk ve hatiye girtin, aliyê din jî bi erebên sûnnî. Êsir û dîl in li ser ax û welatê xwe.
Bi sedhezaran kurdên Rojava aliyê resmiyetê de ne hemwelatiyên Sûriyê ne. Ji aliyê Şamê ve wek ecnebî û biyanî tên hêsab kirin. Lê dîsa jî rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ya ciranên xwe yên ereb baştir e. Kurd jîr in, xebatkar in, ji kar û barê ziraat û çandiniyê fêmdikin. Bona vê jî hesûdî û zikreşiya erebên dorber dikşînin ser xwe. Ji aliyê din jî kurd gor piraniya erebên sûnnî wek aligirên Malbata Esad û rejima Baasî tên hesibandin.
Ger kurd haziriya xwe li gor zeman, dem û dewranê nekin, pêlên ku ji Daara, ji Şam û Hamayê rabûyê ne tenê rejima Baas hildiweşîne, her ûsa dikare kurdên Rojavayê Kurdistanê jî bike qurbaniyên xwe.
Dibe ku her rêxistin û partiyek me siyasetek xwe ya taybet bo Rojavayê Kurdistan û Sûriye hebe. Lê ev îro ne bes e. Niha, di qonaxa îroyîn de helwestek niştimanî û welatparêzî ya giştî hewce û pêwîst e.
Tesîr û bandora PKK, KDP û YNK li Rojavayê Kurdistanê gelek mezin e. Ger ev her sê partî bi rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê neyên ba hev û li ser plan, proje û konseptek giştî bîr û raya xwe nekin yek, wê kurd wenda bikin, di bin pêlên Tsunamiyê ku rabûye, bimînin. Ger ûsa nebe, kurd dîsa di bin rejimek koledar de bê nasname û bê rûmet bijîn.
Ev jî ne bes e. Ber ku pêlên Tsunamiyê rabûne û her roj bi hêztir ber bi rojhilatê de diçe. Ger Tsunamî gihîst Îranê, helwesta partiyên kurdan wê çi be? Her yek gor siyaseta xwe bi rê ve biçe, an jî bi plan û projeyek netewî?
Ger ev her sê hêzên sereke bi rexistinên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê neyên ba hev û siyasetek mişterek nemeşînin, kurd wê dîsa wenda bikin.
Wezife û erkên bo Rojava û Rojhilata Kurdistanê nîşan didin ku dem bo Kongre an jî Konferensek Netewî û Kurdistanî hatiye û derbaz dibe. Ev enî, ev bere, ev kongre û konferens ne tenê bo Rojava û Rojhilat hewce û lazim e, her ûsa bo Başûr û Bakur jî.
Pêwiste îro her kurdek welatparêz, her rêxistinek niştimanperwer dengê xwe bo helwestek Kurdistanî bilind bike û bo avakirina bere û eniyek netewî hewl bide, daku kurd vê firsendê jî nerevînin, daku em jî wek netew û mîllet bi erk û wezifeyên dem û dewranê rabin!
Ger helwestek netewî niha nebe, kîngê? Ger Qamişlo rabû ser piyan, an jî êrişek ereban hat holê, wê helwesta Nisêbîn û Zaxoyê çi be?

F
E
E
D

B
A
C
K