Di derbarê vegera Burkay de ji aliyê pir derdoran ve nirxandin çê bûn, wusa diyar e ku wê hê jî çê bibin. Pir asayî ye ku di derbarê vegera Kemal Burkay de nirxandin çê bibin û di nava wan de rexne jî hebin.

Eger Kemal Burkay kesekê sivik bûya bê guman vegera wî nedibû mijara wuqasa nirxandin û rexneyan. Wuqasa nirxandin û rexne giraniya şexsiyeta wî û girîngiya vegera wî diyar dike. Lê belê, di nava derdorên ku li Kemal Burkay rexneyan dikin de, hin kesên ku bi armanca tolhildanê tevdigerin jî hene. Lewre mirov nikare hemû nirxandinan weke nêrîn û rexneyên « rexwşenbîrî » bigire dest. Di vî warî de, mixabin zimanê « rewşenbîr û nivîskarên » kurdan negihîştiye, jê re hê pir hors û kakûç divê.

Beriya her tiştî, ez vegera Kemal Burkay pir asayî dibînim, eger birêz Burkay bi dîqet tevbigere û nekeve kemînên AKPê, ez di vegera wî de tiştekê şaş nabînim. Lê belê rengê pêşwazîkirina wî, ya ku ji aliyê AKPê ve pêkhatî, zêde xweş nebû, eger di rojên pêş de wusa bidome, mafê me çêdibe ku em rexneyên tûndtir lê bikin.

Vegera welat di xeyalên hemû Kurdan de heye, her kurd dixwaze biçe welatê xwe, li wê derê kar bike û bijî. Eger rê li pêşiya hemû Kurdên li Ewropayê ve bibe, ez bawer im di nava demekê kurt de ji sedî 90ê wan wê vegerin, li pêşiya hemûyan jî wê kesên ku vê gavê Kemal Burkay rexne dikin hebin. Lê mixabin, rêveberiya Tirkiyeyê wuqasa demokratîk nebûye û heman derfetan nedaye afirandin.

Bi vegera Kemal Burkay ve girêdayî, carekê din durûtiya AKPê derket holê. Vê gavê di zîndanên dewleta tirk de bi hezaran kes hene ku tevlî çalakiyên bi şîddet nebûnin, doza KCKê weke numûneyekê ye. Dîsa, bi hezaran rewşenbîrên kurd li Ewropayê penaber in û ew tevlî tu çalakiyekê bi şîddet nebûnin. Ji bo ku ev rewşenbîrên kurd venegerin welat û bi xebata xwe ya siyasî serê rayedarên dewletê nehêşînin, hemû rê li pêşiya wan hatine xitimandin.

Dema ku em vê rewşa dewleta tirk digirin ber çavan, ne mumkun e ku, di derbarê vegera Burkay de mirov nekeve nava gumanan. Lewre, divê birêz Burkay zêdetir şiyar be, li hemû axiftin û kiryarên xwe dîqet bike. Ev veger dikare wî bilindtir jî bike, dikare wî bihelîne jî.

Hêvîdar im birêz Burkay rê nede kesî ku lê rexneyên rast û di cih de bike. Di rojên pêş de wê hin encam derkevin holê.

14.08.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdawê de hatiye weşandin

F
E
E
D

B
A
C
K