Bi vê minasebetê hunê bikaribin pêshangeha fotoyên Colin Delfosse
‘Amazonên PKK’
ji sala 2009 bibînin
 Bi hezaran jinên Kurd di çiyayê Qendîl debi bîr û bawerî, ji bo îdealên xwe, tenha kalashînkovek li milê wan, bi biryar, di nava refên azadîxwaz de ne.
Tevgera Jinên Azad yen Kurdistan (PAJK) ne weha ji valahiyekê der ketiye: di herê me de zor û zilma li ser gele Kurd,  newekheviya di navbera jin û mêr de, dijwariyên u jin tê de dijîn, sedema tevlîbûne jinên Kurd e di nava refên gerîlla de.
Ev tevger, ku ji nava hêzên PKK (Partiya Karkerên Kurdistan) afiriye, ji bo mafên jinan di nava civaka Kurd û tevahiya cîhanê de têkoshînê dike.
Îro ji 2000 jinên guerrilla zêdetir di nava tevgera azadiyê de, di nava çiyayên Kurdistan de  vê têkoshînê ji bo azadiya gele xwe dikin. Bi têkoshîna azadiya gele xwe re ciyê xwe yê hêja di nava civaka xwe de jî qewîn dikin.
Pêshangeh, ji 19 Adar heta 9 Nîsan 2010
Li Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rue Bonneelsstraat 16-1210 Brussel-Bruxelles
 Info : 02/230 89 30

F
E
E
D

B
A
C
K