Min her du dem jî dîtin. Lewma “Vijdan-î Hibriye” ligel min giring e. Yanî nivîskar, nikarê pêl vijdanê xwe bike.
Di dîroka nivîskariyê de, ev qonaxên nûjeniyê, guhertina li gorî demê ne. Eh, cîhan dizîvire dem diguhere, nivîskarî jî li gorî demê xwe diguhere. Îro demjiyana cîhana global destpêkiriye û nivîskar jî li gorî demjiyana global tevdigerin.
Nivîskarên Kurd jî, (bêguman ez gelek kesan tenzîh dikim), di cîhana global de, li gorî “kîsikên globalîze kir yên himandî” tevdigerin. Kîsikê himandî, mîna xelata siltan û bendeyan e. Di cîhana global de, kisîkên himandî, li odeyên vesartî, girtî têne bela kirin. ULUFE yanî!.. ÊM yanî!..  Ev destpêka tovê waweylê ye!…
Dema ku lorandina  waweylê tê gotin, tewirandina “weytî” dest pê dike. Ev jî, wateya mixabiniya mirinê ye. Min jî, “weytî” li ser kesên ku pêl vijdan-î hibriye kirine bi kar anî. Di civata Kurd e, kesên  xwe li “ulufe û êm” bigire, mirî tê hejmartin. Hîna sax, FATIHA li ser canê wî tê xwendin. 
Guman dikim ku qonaxa pênûs-qelemê, herî bas di nivîskariya  Kafka de xuya dike.  Kafka, pirtûkên xwe di defteran de nivisî ne û xwediyê wesanxaneyan jî heya ku destnivîsên wî ji hev derxistine û wek pirtûk amade kirine, di nava bêhnefiskê de helikî ne.  Kafka, yek ji nivîskarê ku serê jiyanê, di destpêkê de winda kiriye ye. Lê “vijdan-î hibriye” parastiye. Bi gotina Albert Camus, “heyama tirsê” ku Kafka kiriye bingeha dabasên xwe jî, ew teknebiriye.
Di cîhana global de, destîniya nivîskariyê hatiye guhertin. Teknolojiya pêsketî, “vijdan-î hibriye” kustiye, di dewsa wê de, “vijdan-î malperiye” derxistiye holê. Mixabin, vê ‘vijdanê teknokratî’ tirseke ji qotik/webayê xerabtir afirandiye.
Vê tirsa ku di nava cendereya teknolojî û toknokratî de hatiye semax kirin û tuj kirin; nivîskarên Kurd jî, di nava kerrûgêjiyekê de hejandine. Xalek ji vê ‘kerrûgêjiyê’ xezîneya ferhengî ye. Xalek jî, perwerdehiya bi zimanên biyanî ye. Xala sêyemîn û ya herî giring, “kîsikê himandî” ye. Yanî ULUFE û ÊM e!..  Her du xalên pêsî, wek du xelekên bi destîniya civak û cografya Kurdistanê ve girêdayî ne û li gorî “bîrdoza dojehî” û “bîrdoza tevnepîrkê” derketine pês. Ya sêyemîn, tovê dilojarê ye.
Bêzarî û neçariya, werîs-selîta “tunebûnê” ye, yanî xwekustinê ye.  Mirov dikare vê rewsê, bêzarî û neçariya serîhildana li dijî kesyetiya ‘ezî” jî bi nav bike.
Ev derya  destîniya fetsînok e. Endametiya gelê ku di cografya xwe de, di xaka xwe de wek penaber, wek TUNE bijî, ne hêsa ye. Di cîhanek wiha de; Stêrika Sivanan, çilmisî ye û di riya rêzantî û nîsandana “aîdîyet û nasnamê de” korîk dibe. Ji sedema vê korîkbûnê jî, sikestîkên di bedena nivîskarên ku “VIJDAN-Î HIBRIYE” najîn de, zêde dike. Ev destpêka “Projeya Derwêsan e.
 “Projeya Derwêsan” berhemê dagirkeran e û bi armanca ku hismendî û entelektuelî, feylesofî û civaknasiya Kurd bike tara bêjingê hatiye amade kirin. Proje ji derve ve bas û watedar xuya dike, li di bingeha xwe de “fetsînok û kujer e.” Di projê de, çirîskên tasawufî, nirxên ademî xuya dikin;  teva SERAB in. “Projeya Derwêsan”, asê afirandina mêjiyê spî, bedena zer û ling resik e. 
Mirovên mêjî spî, beden zer û ling resik; li ser cografya xwe bijîn jî, ji aîdiyata xwe, ji xewn û hêviyên xwe qut e. Di nava parsekiya “cîhana Kafka ya bê hêvî” de dijî.   Ev qutbûnek e ku mirov her dem qolincî dikê ye… Çavên dilê nivîskarên vî rengî serbitî ne û ji kenîsta korbûnê xelas nabin.
“Projeya Derwêsan”, mîna ku aliyekî mistîk diparêzê xuya dike; lê kelbetanê xesandina mêjiyê mirov e.
Nivîskareke ku di nava “Projeya Derwêsan” de cih girtiye û “kîsikên himandî” (bi milyonTL dagirtî) distîne, cografya Kurdistanê jibîr kiriye, ji bo zimanê Kurdî jî, “mahleyek” Kurdî bikartîne û dibêje, “helbestên min, nivîsên min, di nava sinorên cografya cîhanê de dijîn.”  Bêguman ev gotineke mezin e û di lîteretûra nivîskariya cihanê de, yekemîn car, ji aliyê Bêjan, Bijan, Bêkesê ve ku “mejî spî, beden zer û ling resik” û mêjî xesandî ve hatiye bikaranin.
Ev nivîskara ku nikare li cografya xwe, li nasnameya xwe xwedî derkeve, gelo wê çawa çîroka mezin ya cîhanê binivîse? Ev felsefeya bêhêvîtiya telaqresî ku di derya destiniyê de fetisî ye û nikarin “macereya zimanê dayika xwe” bikarbînin e. Ji bo macereya zimanê dayikê, çîrok û çîvanokên dayikê, destan û efsaneyên cografya Kurdistanê, xewn û xeyalên civaka Kurd  pêwist in.  Wekî din; qutbuna ji malzaroka binyatê ye. Binyata vê qutbunê jî, ULUFE û ÊM e.
Ya rastî ez jî, wek Ehmed Huseynî, naxwazim navê kesan bidim. Ji ber ku ew kes bûne  tixubdasên nakokiya “ABSURDÎZM”ê. Yanî  di rewseke xwekustina xapînok de ne. Van kesan, xwe kategorîze kirine û di pratîka xwe de, xwe kustine.
Binêrin; Bêjan, Bijan, Bêkesa ku absurdîzm kiriye bingeha jiyana xwe û xwe  ferfitandiye çi dibêje: “Ew axa ku ez jê veqetiyam, belkî ew zimanê ku min winda kiriye…”  Gelo ev ne gotinên mirovên “belqitî” ye, yan jî “tat”an e. Eger tu ji axa xwe qut bûbe, tu zimanê xwe winda bikî” û li wan gerê,  gelo tu wek ontolojiya bi hezaran sal ya korûkerrende nabe?
Gotina dawî:  Hey dostê heja Samî Tan, te ji dostekî re  gotiye;  Medenî, “zêde berdevkiya sazî û dezgehan dike.” Rast e!… Eger nivîskarên Kurd, “vijdan-î hibriye” bikujin, di “Projeya  Derwêsan” de cih bigirin, wek mirovên “mêjî spî û beden zer û ling res” tevbigerin, bibin bende û evdên “kîsikên himandî” û li ULUFE û ÊM bigerin; di destîniya cografya Kurdistanê de, ontolojiya korrûkerrende biafirînin, mafê min yê berdevkiya sazî, dezgehên eniya Kurd nîne gelo?
Dostê hêja Samî Tan, dive tu bas zanibe ku,  ev kes, zembereka giyan û asoyên  mirovên Kurd û sahdamarê Kurdistanê  vala dikin. Pênûsê ji rastiyê “tecrîd” dikin, gotin jî kirina alavê bazara sewal û dewarên li “ARASÊ”. Gelo rêwa ye û ne gunehkarî ye ku nivîskar xwe bikê sewal û dewarê bazarê?

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K