Ziman jî bi rêya wêjeyê tê li pêsxistin. Gelên ku di warê wêjeyî de pêsneketibin, ew nikarin dîroka xwe jî binivisînin û herwuha hebûna xwe jî biparêzin.

Gelê kurd li ser xetekê pir zirav dimese. Bi rêya têkosîna rizgariyê, wî karibû di dîroka xwe de rûpelekê nû vebike. Lê belê têkosîna siyasî bi tena serê xwe nikare bibe hacetê parastina dîroka gelan. Eger siyaset û herwuha berxwedana gelan bi wejeyê re nebe yek û bihev re neyên parastin û pêsxistin, mixabin encamên wê nabin dîrokî. Lewma, qasê ku gelê kurd di warê siyasî û hwd de ditekose, pêwîst e wuqasa jî di warê pêsxistina ziman û wêjeya xwe de bitekose.

Di çapemeniya tirk de me bihîstiye ku wezareta çand û tûrîzma Tirkiye’yê berhema Mem û Zîn jinû ve çap kiriye û dide belavkirin. Wusa dixûyê ku dewleta tirk dixwaze Ehmedê Xanê weke nirxekê çand û wêjeya xwe qebûl bike. Bê guman ev helwesta dewleta tirk nayê wateya ku ew ji Ehmedê Xanê re rêz digire, armanca wê ew e ku vê Sexsiyetê mezin û berhema wî Mem û Zîn bike parçeyê wêjeya xwe  û herwuha bi vî helwesta xwe mesajekê siyasî bide gelê kurd. Di binê her gavên dewleta tirk de armancekê berjewendîxwaz heye.

Pêwîst e ku em kurd ji vê siyaseta dewleta tirk ders derxînin. Û divê em ji xwe bipirsin ka gelo em çiqas li wêjeger, zimanzan dîrokzan û herwuha rêberê mezin Ehmedê Xanê xwedî derdikevin ?. Di mala çend kurdan de berhemên Ehmedê Xanê hene ?. Çend kurd Ehmedê Xanê bi zarokên xwe dane û didin naskirin ?. Mixabin, di vî warî de em gelekî pir xemsar in û pozê me qet nasewute.

Hin kes dikarin bêjin « Bidestxistina berhemên Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Mellayê Cizîrê û herwuha Celadet Bedirxan zehmet e ». Lê belê mirov dikare bipirse « Ka di mala çend kurdan de çend heb pirtûkên bi kurdî hene ? » Mixabin di vî warî de jî kêmasiyekê pir mezin heye. Digel zehmetiyên nivîsandina bi kurdî, pirtûkên ku têne wesandin jî nayên kirîn û xwendin. Wêjeya ku neyê xwendin jî zêde pêsnakeve.

Di encam de ez dixwazim vê jî not bikim ; têkosîna rizgariya gelê kurd, di warê siyasî de pêsketinekê bidest xistiye, lê belê ev têkosîn hê nebûye cewherê qada wêjeyî. Têkosîna siyasî û berxwedana ku nebe cewherê xebatên wêjeyî nikare encamekê serfiraz jî bidest bixe. Lewre, têkosîna siyasî û berxwedana çedarî bi rêya wêje xwe di nava hevokên dîrokî de bicih dikin. Çendî ev berpirsyartî dikeve ser milên siyasetmedar û nivîskaran, barekê mezin jî dikeve ser milê girseyên gel.

Divê di mala her kurdekî de bi dehan berhemên bi kurdî hebin ku zarokên wan hewes bikin ku wan bixwînên, kurdiya xwe pêsbixin û bi rêya wêjeyê dîroka siyasî ya gelê xwe fêr bibin.

*Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de jî hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K