Cegerxwîn ji welatê xwe re pir nalîn û axîn rêz kirin û di teviya jîna xwe de bo welêt dengê xwe bilind kir û bi evîna Kurdistanê namdar bû.
Cegerxwîn di demeka dîrokî ya giring de jîna xwe borand (1903-1984 z.), demeke giring e ji ber ku tevgera gelê Kurdistanê di van 80 salên borî de, di gellek koçberên xwe yên rengareng re derbas bû, û ji aliyekî din ve giringiya vê demê ji guhartinên civakî yên jîna gelê me tê.. Bi ser ve jî pêsketina mirovatiyê û serketina gelên cîhanê dijî hêzên koledar û kolonyalîzmê, di va dema dîrokî de, bi xortanî û bi firehî bû.
Di va gotara kin û kurt de, armanca min ewe, ku ez nêrîna Cegerwîn di warê Soris û serxwebûnê de bidim ber lêkolînê û derxînim ber ronahiyê, ev jî karekî ne asan e, ji ber ku jîn û xebata Cegerxwîn, weke Prof. Qanatê Kurdo di sergotina dîwana Cegerxwîn a 5’ê de gotiye:
"Cegerxwîn bi rewsa xwe ve, bi efrandinê xwe ve, bi ramana xwe ve, behra bê berî û bê binî ye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û bizanibe çi di wê behrê da heye."
Armanca min ji vê gotarê ew e, ku ez ji xwendevanan re diyar bikim, li ba Cegerxwîn bîr û baweriya soresa serxwebûnê ji destpêka xebata wî ya hozanî ve xurt bû, wî ji serxwebûnê re hozan vehûnandin û sanî gelê kurd kir, ku sores bo serxwebûna Kurdistanê rêya wî ye û divê xwe jê re amade bike û her tistekî jê re erzan bike, can û mal û teviya heyîna xwe. Lew re ewên ku li Cegerxwîn xudan derdikevin û li hember serê serxwebûnê radiwestin, du caran xwe dixapînin:
Yek- Cegerxwîn ne hevalê bîr û baweriyên wan ên sas û teng bû . Du- Ewan nikarin çi caran xwe bikin hevalên Cegerxwîn, ji ber ku daxwazên wan û kirinên wan nabin yek.
Prof. Qanatê Kurdo di sergotina xwe de dibêje:
" Di jiyîna Cegerxwîn da li nav her çar parên kurdistanê da gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelqê kurd da gelek caran bûye resebayî, babelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeskirî li ciyê xwe da mane, ne leqiyane; Cegerxwîn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawera xwe da bi qayim, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast neleqiyaye, ne hejiyaye.."
Heya mirina Cegerxwîn 14 afirandinên wî hatibûn çapkirin, ji dîwanan (7), Romana Resoyê Darê, Cîm û Gulperî, Mîdiya û Salar, Gotinên pêsiya, Destûra zimanê kurdî û du birên Ferhengê. Loma tênêrîna berhema Cegerxwîn histobariyeke mezin e, divê mirov xwe jê re amade bike û demeka dirêj têde bixebite.
Di vê gotarê de, em di nav bax û gulistana Cegerxwîn re digerin û bihna kulîlkên evîna wî dikin.
 
Welatê me li ba Cegerxwîn çi welate ?
 
" Welatê kurda tev xêr û bêr e
  Hemî maden e, tev zîv û zêr e
  Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
 
  Welatê kurdan hemî çîmene
  Egîd û sêr û piling tê hene
  Hemî heval û pismamê me ne… "
 
– Helbestên bijarte, rûpel 94 –

Di gelek ciyan de, li ba Cegerxwîn, ev dêmenê welat ê xwes û bas tê ber çavan:
 
" Zengîn e welatê me,
  hemî kanî û zêr in
  Em tev wekî sêr in
 
  Rengîn e hemî dest û çiya
  Av û giya ne, tev bax û bihist in  "
 
–  Helbestên bijarte, r. 9 –
 
Ev xwesî û rindiya welêt, ji zû de, li ber çavên Cegerxwîn e, di dîwana yekemîn de, jî van rewsên delal li ser welatê xwe gotine:
 
"Kurdistan pir xwes û ges, ez jê re tim dinalim
Ew asîtanê kurde, sîrîn e dest û zinar
 
Zinar û bax û bostan, zeytûn û sêv û hirmê
Hincas û xox û mismis, bihok û giwîz û hinar.."
 
– Dîwana yekan, r. 10 –
 
Hebûna xêr û bêrên welêt, her di dilê Cegerxwîn de cî girtine û bala wî kisandine ser xwe:
 
"Kurdistan tev kûp û bel û dest û kel û sax in
Dexl û av û dar û ber û gund û rez û bax in.."
 – Dîwana yekan, r. 24 –
 
Kurdistan li ba Cegerxwîn, xwe bi xwe wilo nîsan dide:
 
"Gula baxê bihista rojhilat im
Di tarîka sevê rojim, hilat im
Ji nav sînga demê pijqîm îro
Di tarîxê fireh hat im, Ferat im.."
 
– Kîme ez, r. 109 –
 
Kurdistan bi xemla xwe ya rengîn, bi co û cobarên xwe, bi çem û rîbarên xwe ve, nola keçeka bejin bilind xweyadibe:
 
"Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te ezman e
 
Kitanek reng sipî daye
Serê zozan û Sîpan e
 
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xwes
 
Li jêrê te dibênim ez
Bihist û bax û bistan e
 
Kirasek etlesîn kesk e
Bi rengê roje nexsîn e
Li bejna te dibênim xwes
Bi surme sal û mîtan e.."
 
– Ronak, r. 54 –
 
Bax û bistanêd Kurdistanê hesret û xema xistine dilê hozanvanî, ku di xwe de dinale, îro bi dest dijmin de mane:
 
"Bax û bistan im ka ?    Ax gulistan im ka ?
Dijmin tev girtin ax !  Ax Kurdistan im ka ?.."
 
– Dîwana yekan, r. 39 –
 
Ew ne tenê sîrîn û rindik e, ew bo me dayîk e:
 
"Em anîn cîhan wê        Em kirin însan wê
Lê me zû ew berda       Ax Kurdistan im ka ?.."
 
– Dîwana yekan, r. 39 –
 
Li ciyekî de Cegerxwîn li ser welatê xwe nazik-nazik dibêje:
 
"Kurdistanê, Kurdistan !
Bexçê gula, derdê dila !.."
 
– Kîme ez, r. 38 –
 
Welat li ba Cegerxwîn, ne tenê sînayî, av û kaniyên sarin, an jî dexl û bistanin. Welatê me tev zêre û dijmin ji dest me revandiye :

"Çol û dest û lat û saxên te hemî mistin ji zêr
Dijminan ew tev revandin, mane em bê xêr û bêr"
 
– Dîwana yekan, r. 69 –
 
"Welat xwes e, tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin, jor û jêr
Ta kengê kola bin, bese !"
 
– Kîme ez, r.19 –
 
Raste ev welata kaniya zêr û petrolê ye, lê xwediyên va welatî her birçîne, dijmin têde têrin:
 
"Welatê min bihiste, kaniya zêr
Belê sêr têde birçîne, gurin têr"
 
– Kîme ez, r. 45 –
 
Welat li ba Cegerxwîn, di gelek rist û hozanan de keçeka çeleng û lewend e, ên mîna Cegerxwîn jî bûne evîndar û dilxwazên wê, hezkirina hozanvanên kurd ji welêt re, ewan tev gihandine rewseka evîndariya bê nîse. Ev rews li ba Cegerxwîn zor diyare:
 
"Welat yareke pir xwes û dîdar
Li ser dinalin hezar evîndar
Li rast û çep kutî, birîndar
Malwêrane ê dosta wî bedew"
– Kîme ez, r. 31 –
 
"Keçek min dî ciwan û xame ber bext,
Li wê çûne gelek çax û dem û wext
                 Me jê pirsî ji ku ye, ey keça rind ?
                 Kenî û go ji Loran ta biçî Bexd
Me go ey keç tu Kurdistanî ? ez kurd
Kenî û go: ne kurdî, ka ber û rext
                 Serê xwe min tewande ber nigê wê
                 Binêr gorî dilê min bû hemî sext"
 
– Dîwana yekan, r. 60 –
 
Ev rews û dêmenê welêt, li ba Cegerxwîn di teviya karê wî yê hozanvanî de diyardibe, welat keçeka ciwan e, xwesik e, desgirtiya wî ye, li hêviya mêr û sêrên cengê ye, ew revandine, birîndar e, xembar e û qêrîn û hawara xort û lawanên kurd dike, ku wê ji bin zordariyê derxînin:
 
"Xemlandî me seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û lesker, îro we ez berda me
Kurdisatna delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir sox û sepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min ceng û bazî
Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî"
 
– Helbestên bijarte, r. 58 –
 

Welat bi xwesî û rindiya xwe, zordariyê li dilê hozanvanê me dike:
 
"Çi reng sîrîn e yara min
Sepal û nazik û sox e
Ferat û Dicle û Xabûr
Bi ser bejnê de berdan e
 
Ji xwîna min tu lêv sorî
Ji bîna min gula corî
Tenê min bazinê zendên
Te zencîrin di linga ne
Evîna te kirim seyda
Birîndar û perîsan im"
 
– Ronak, r. 54 –
 
Ev sîtemkariya welat di hinde ristên din de jî, tê ber çavan:
 
"Pêtiya arê evîna te ye dil kirye pereng
Me çiqas xwest, ku vesêrim lê bi zor dayîye deng
 
Wek te mêrkuj me nedî kes we bi xwînrêjî bijî
Ku evîndarê xwe carek dikujî wer bê xedeng
 
Me go qey dost û hevalî, bi te re bûne heval
Ji me dil bir te bi tayê serê zulfa xwe ye seng
 
Me nedî çend geryam, ez ne di Sam û ne di Îraq
Kes di rengê te sepalê nazik û sox û çeleng
Te ji Salarê çeleng girtiye ev zor û sitem
Herdu ebrû te sikandin li me bûn sêr û pileng"
 
– Helbestên bijarte, r. 88 –
 
"Lê ne tenê ew asiqê welat e, belê gele hozanvanên
din jî di wê rê de çûne:
 
"Ji bona her kesek yarek heye, ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e
 
Çiqas pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û seng û sepal û sox û cebbar e
 
Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kust in
Tilisma ser devê genca, di sînga min de: resmare"
 
– Helbestên bijarte, r. 73 –
 
Qelenê welatê Cegerxwîn ne zêr û zîvin, ne cewher û elmasin, tenê xwîna lawan û merdane:
 
"Qelen xwîna min e çibkim ?
Divê ku ez bidim carek
Meger can û ciger deynim
Di vê rê de, çi erzan e !"
 
– Ronak, r. 55 –
 
"Welat xwes bûke
Xwîna me qelene"
 
– Ronak, r. 69 –
 
Lê Kurdistan ne tenê sêrînî, ciwanî û evînî ye. Li Kurdistanê kustin û talaniye, darvekirin û sotin e, wêrankirin û girî ye:
 
"Ey dil li qiraxê çemê Amed rûne sergerdan
Rind çavên xwe veke, temasake welatê kurdan
 
Li bajarê Amed çikandine çend sêpî
Bi wan ve daleqandine cindiyê zazan
 
Li alîkî tac û telesan bê xwedî ne
Li alîkî kolosên kevej ketne bin lingan
 
Ji berîka xwe desmalekê derxe û çavên xwe
Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran"
 
– Dîwana yekan, r. 33 –
 
"Sêpî li Kurdistanê çiqandine herdem
Bi wan ve daliqandine torinên kurdan"
 
– Dîwana yekan, r. 45 –
 
Wan bax û bistanên welatê me yê, ku Cegerxwîn ji evîna wan dinale, hatine sotin û pelixandin:
"Agir bi Kurdistanê ket, lewra dikit haware dil
Sed bax û sed bistanî ket manendî bilbil jare dil"
 
– Dîwana yekan, r. 20 –
 
Di welatê Cegerxwîn de, kustin û talane, perîsanî û bindestiye:
 
"Alîkî welatê te maye perîsan û bindest
Li aliyê dinê, talan û kustin û tim qîrîn
Pîr û kal û keç û xort û sîrmij û zarok kustin
Porgijgijî sergeverin, tu li wan dinêrî wek dîn
Zarokên xwe, ji ber sînga xwe davêjin, ji tirsa
Bazdidin û li wan vedigerin, dil bi kul digrîn
Li jor balafir û li jêr otmatîk û mîtralyoz
dikin qêrîn û dibêjin, haydê lêxin kurd revîn"
 
– Dîwan a yekan, r. 96 –
 
Ji berê zû de, ev welata di rew_eka wilo de mayî, rût û zuha bûye, dijmin par kiriye, dubendî xistiye nav gelê wî de û xwîna wan mêtiye:
 
"Welat hezar sal in beyar
Di nav de wer bê tînim ez
Hemî pûs û pelax e lê
         Pir bas e ku hê sînim ez
Dijmin du sê xet lê kisand
Jehra dubendî lê resand
Xwîna dilê min mijand
         Ev çende pê sêrînim ez"
– Kîme ez, r. 54 –
 
Ev zordariya dijmin, bi hawar û qêrînê naye rakirin, tenê xwînrêtin ji me re welat vedigerîne:
 
"Welat ket e dest neyar
Nayê dest me bi hawar
Divê xwîn bê rijandin
Milet pê bê pijandin"
 
– Ronak, r. 117 –
 
Gelê kurd her di ber welatê xwe de xwîn daye û çi caran ji vê rê venagere:
 
"Xakî Kurdistan ! bi qurban, pir ciwan û paqijî
Xwîn rijandin pir kurên te, wa li her alî rijî
Milletê kurd ta ku sax e, ew ji vê rê nagerî
                      Aferî, aferî ! Qadî Mihemed, aferî"
– Helbestên bijarte, r. 67 –
 
Lê çiqas welat di bin destên dijmin de bimîne, dîsa jî nabe ê wî, ew welatê me ye:
 
"Welat li ser navê me ye
Navê kal û bavê me ye"
 
– Ronak, r. 72 –
 
Ew welatê, ku ciwan û xwesik û çeleng bû, niha bûye pîreka porsipî, pûs û pelax e, belengaz e:
"Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr
 
Serê min bû sipî, pûs û pelax e
Li jêrê min çu nîne xeyrî ax e
 
Ji çavên min diçin sed av û sed co
Ji min êdî dikin gazinde zaro
 
Xerab bûne ji min sed xan û qonax
Nemaye bo perîsanan du sê max"
 
– Helbestên bijarte, r. 6 –
 
Bo çi welat ketiye va rewsa tehl û tirs, Cegerxwîn dibîne, ku ne tenê dijmin har û hov e, zordar û talanker e, lê bi wî re di herdeman de aliyek ji me hevalbend û dost neyar bûne, em û welat sipartine dijmin:
 
"Mirov tev du qatin û qatek li jor
Hemî tist ji wan re diriste bi zor
 
Ji dijmin re bindest û kola û seg
Li ser me dibin sêx û pasa û beg
 
Welat perçe, perçe kirin wek reza
Em û xwe bi hevre sipartin diza"
 
– Zend-Avista, r. 159 –
Dezga û karxanên çêkirinê di welatê me de nînin, loma em û welatê xwe wilo perçe, perçe man e, li sûn mane û emê hertim di bin destên neyaran de bimînin, eger em xebata çêkirinê pêsve nedin:
 
"Welatê ku dezga bi pês de nebî
Ewê tim di destê neyaran de bî"
 
– Zend-avista, r. 98 –
 
Divê em kar û xebatê bikin, xwe fêrbikin çêkirinê û ji hesin û avahiya acetan hezbikin:
 
"Ji bo ku welatê xwe pê bidne pês
Nemînin di nav de, ne zor û ne ês
 
Ji hasin re milxwar û pistxûz bibin
Bi çakûç û mêkut, bi serkûz bibin"
 
– Zend-Avista, r. 100 –
 
Cegerxwîn ji welat dipirse:
 
"Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar
Hakimê xakê te bin, ê wek Seîd û wek Beyar
Kurdê bextres sersikestî, wer bimênî çarkenar
Kustin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar
Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin siyar"
 
– Helbestên bijarte, r. 40 –

"Welat ta kengî wilo perçe bî ?
Em tev di nav de, jar û sikestî"
 
– Ronak, r. 69 –
 
Baweriya Cegerxwîn bi serbestî û azadiya welêt mezin e, û ew dizane, ku wê ji bin destên dijmin derkeve:
 
"Welat xeyrî te min navê, meger dinya ku kewser bî
Bi xurtî dê tu serbest bî, ji min êdî tu bawer bî"
 
– Helbestên bijarte, r. 72 –
 
Li ciyekî dî jî dibêje, ku:
 
"Welatê me Kurdistan, wer namînî kolestan"
 
û ji ber ku bilindî, pakî û rindiya mirovî bi welêt ve girêdayî ye :
 
"Welat çiqas bilind bibî
Ew qas e jî bilind dibim
Her çend pak û rind bibî
Ew çende pak û rind dibim"
 
– Kîme ez, r. 17 –
Ji ber vê yekê Cegerxwîn bang li xort û lawên Kurdistanê dike, ku bila ewan serm û fedî bikin û xwedî li welatê xwe derkevin:
 
"Welatê te zîndan e, pir teng û kûr
Di nav de dinalin, hemî kûre-kûr"
 
– Zend-avista, r. 134 –
 
"Ziman û welat û millet perçe bûn
Ji dijmin re histin me mal û hebûn"
 
– Zend-Avista, r. 111 –
 
"Ne serm e welatê te wer perçe bî ?
Kirasê hejarî li bejna te bî ?"
 
– Zend-Avista, r. 111 –
 
"Were em bi hevre bibin wek bira
Welatê xwe derxin ji destê gura"
 
– Zend-Avista, r. 113 –
 
Divê xurt û lawên kurd bixwênin û hisyar bibin, ku kanibin, rohniyê têxin welatê xwe:
 
"Çi tistên ku basin, bixwîne timî
Welatê me ronî dikin ew hemî"
 
– Zend-Avista, r. 159 –
Cegerxwîn dibîne, ku eger doz û daxwaza welatê me wekhevî , hevparî û hevjîn be, wê evîna me yê dîsa sîn bibe, û wê çira di tariya jîna me de vêkeve:
 
"Ku rista welatê me bû wekhevî
Hemî kes xwedî mal û zêr û zevî"
 
– Zend-Avista, r. 106 –
 
Lê ew, mîna mirovekî xwedî baweriyek çînî bû, dibîne ku parçebûna Kurdan ji dest çînên jorîn e:
 
"Ku qata bilind çû, dibin tev bira
Evîna welatê me xwes bit çira"
 
– Zend-Avista, r. 107 –
 
Bêguman rêya serxwebûn û azadiya welêt, li ba Cegerxwîn jî ne tenê xwendin û rakirina qata jorîn e, ew jî weke hozanvanekî azadiyê banga sorisê dike, dizane ku rizgariya welatê wî tenê bi sorisê tê. Lew re emê careke din li hozanên Cegerxwîn vegerin û li ser ramana soris li ba rawestin.
……………

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K