Weqfa Ferho, ev biryar li ser giringiya xwendina zarokên Kurd standiye û  desnîşan kir ku, hasten netewi û parastina nirxên Kurdî, ji destpêka perwerdehiya zarokan dest pê dike. Çi di nava malbatê de, çi li dibistan û cih û warê ku zarok lê mezin dibin. 

Dijminê stratejîk yê gelê Kurd, ji destpêka hebûna xwe heya îro, asimilasyon û dewşirmetiya zarokên gelên cûda, kiriye bingeha hebûna xwe. Biqasî gelên ku dûçarî êrîşkeriyên dagirkeriya dijmin bûne, gelê Kurd jî, bi zêdeyî para xwe ji asimilasyon û dewşirmetiya ku wek qirkirina reş ya dijmin tê bi navkirin, standiye. Dewşîrmetiya di  sedsala îroyîn de, bi rê û rêbazên modern tê kirin. Ev wargehên kuştina mêjî û helandina kesayetiya mirovan, dibistanên şevînî û herêmî ne. Di demên dawî de, Malên Parastina Zarokan jî bûne çavkaniyên dewşirmetiyê.

Weqfa Ferho, li gorî hêz û derfetên xwe wê hewl bide ku zarokên Kurd, ji vê bextreşiyê biparêze û bide xuya kirin ku zarokên Kurd, nebêxwedî ne.

Weqfa Ferho wê hewl bide ku dijmin di vê siyaseta xwe ya bextreş de jî, ne serketî ye û wê nikaribe serbikeve. Armanc şiyar kirin û balkişandina ser vê mijara giring e. 

Weqfa Ferho, bi hişmendiya ku di paşeroja gelan de, zarok bingeh in û perwerdehiya zarokan jî, pêdiviya herî mezin ya hemdemî ye. Ji bo bedenekê mêjiyê stewihayî pêwist e.

Dijmin,  bi zanîn û armanca helandin û têkbirina gelê Kurd, di her hêlî de êrîşî gelê Kurd dike û dixwaze gelê Kurd, kor û kerr û lal bike. Ji bilî zarokan êrîşkeriya li ser medya Kurd jî bi dijwarî dewam dike. Medya Kurd, ne xwedî temenekî dûrûdirêj e, lê xwedî hêzeke dewletî ye. Berdêlên giranbiha dane û bûye xwedî hêza alternative û tecrubeyeke mezin.  Pêwiste ev eniya Kurd, ku di demjiyana modernîtê de, wek hêza sereke ya dewletî derketiye pêş, were xwedî kirin û parastin.

Medya di perwerdeya civakan de, di têgihiştin û xwedî derketina pîroziyan xwedî roleke sereke ye.Ev her du enî û mijar, eniyên şerê “gotinê” ne. Baş tê zanîn ku gotin, şûrê pêxemberan e. Aliyek têgihiştinê pêktîne, aliyek jî bikaranîna têgihiştinê ye.

Lewra Weqfa Ferho, îsal wê hewl bide ku di van du aliyan de destekê bide. Bêguman, hêvî tê kirin ku ev gav, ji bo kesên din jî bibe mînak û malbat, sazî, rêxistin û dewlemendên Kurd,  di vê hêlê de gavan biavêjin. Pêdiviya Kurdan bi Kurdan heye.

Waqfa Ferho, îsal jî di 3ê Adarê de li gundê Mizizexê, di roja bîranîna Ferho û Fatim de, wê xelatê bide. Lê berî roja xelatê bi 15 rojan wê xelatgîran eşkere bike.

F
E
E
D

B
A
C
K