Tê zanîn ku, her darbeya eskerî; mirov jî, kolan jî, girtîgeh û rê jî, wêranî û êşkence û mêjî û têkiliya mirovan jî tevlîhev dike.  Darbeya 1970yî jî, rondikên çavan û bextreşiya mirovên welaq û xiyanet di nava hev de ristin.
Piştî bi demeke dirêj, car din, di civîna mamosteyan de,  li ser bexilî û bextreşiya parovakatorekî, ez axivîm û TORÎ jî got, “te car din serê xwe kire belayê.” Lê TORî jî zanibû ku tevrê rastiyê, ber darmêweyên paşerojan dikole. TORÎ, berhemê aşê hêrtina zarokên Kurd, ‘Koy Enstitulerî’ bû û pirr hatibû perçiqandin. Heya temenê xwe yê dawî jî, ji bin wê bandora perçiqandina bi tirs xelas nebû.
Qedîm kolanên Midyadê, mîna krokî û nexşeyên ku, nirxê herî pîroz û bi nirx, yanî çanda hezar salan û piroziyan diparêze. Çavdêriya axaftinên me dikirin û baş dizanim ku heya Şoreşa Kurd, di nava risim û xerca avaniyên Midyadê de rengê xwe neqiş ne kir jî, olanvedana wan axaftinên me dihate bihîstin.
Her roj, esra teng, sohrek gera min û TORÎ li riya Êstilê hebû û  nîqaşa me li ser kultur, edebiyat û siyaseta paşerojan bû. Lê, ev darb-i mesela ku, dibêjin: Mirovekî mirovek dabû erdê û li ser singa wî runiştibû, ha ha bi kulman li urê wî dida. Mirovê  li erdê dirêjkirî, got “ay pişta min”. Yê li ser singa wî rûniştî, got,  ez li urê te didim, tu dibêjî, “ay pişta min”, ya din got, eger pişta min hebane, te nikarîbû li urê min jî bide.
Kemal Işik Torî, heya roja dawî jî, ji ‘ay pişta min” xwe xelas nekir û kuştina hestên di Koy Enstitulerî’ de hatibûn kefen kirin, ji mumya kujerî xelas nekir.
TORÎ, demeke dirêj li derveyî Kurdistanê mamostayî kir û bi bêrîkirineke kûr û dûr hate Midyadê. Ji gelek aliyan ve, dilbikul û bi birîn bû û êşa van birînan jî, di her lept û livandina wî de xuya dikir. Ya herî giring jî “ay pişta min” bû.
Torî, herî zêde ji feodalên Kurdistanê dilbiêş û ne razî bû digot: “Binêrin, namzêdên parlamentoya Tirk, dema têne Midyadê, feodalekî,  diduwan didine kêleka xwe û li hemberî gel diaxivin û wan bi komkujî û qirkirinên berê tehdîd dikin û gel jî ji wan re, li çepkan dide.”  
Ev zanista TORî ya nû bû û li dijî efsûnbaziya berê, hêrsa xwe diyar dikir.
Tirsê, ra û qoratên xwe hewqasî kûr û berfireh avêtibûn kûraya cografya Kurdistanê, êdî destîniya gel, kultur, hişmendî û kesayetiya Kurd, di yek xelekê de hatibû pêçan. Teşiya paşerojan ne dihate ristin. Hêviyên TORÎ jî, di serê pênûsa derengmayî de hatibûn zincîr kirin.
TORÎ, pirtûka xwe ya pêşî ILK CEMRE (guhertina bayê nû), weşand û demeke dirêj dev ji nivîsandinê berda bû. Di dema ku Ilk Cemre hate weşandin de jî, wek raqîbê, Fazil Husnu Daglarca dihate dîtin. Lê ne nivîsî. Min gelek caran jê pirsî,  bersiv neda, lê roja ku nivîsa min ya yekemîn (1970) di Cuhmhuriyet de derket, kenî û got: “Hêvî dikim ku tu nabê Mahmud Makal, yan jî Bekir Yildiz.” Ev gotinên wî, her dem di guhên min de kirine çingênî. 
Di sala 1972an de careke din sergomiya min derket û ez û TORî ji hev dûr ketin. Piştî salekê, ez ji kar hatim  avêtin… Min di TOSê de, di dema serokatyiya Fakîr Baykurt de,  dest bi kar kir û piştî 6 mehan ez sergomî Dalînê, gundê Midyadê kirim.  Lê tenê salekê domand û car din ez sergomî herêma Ege kirim. Vegara piştî salekê; min û TORÎ, car din kolanên Midyadê pîvan.
Tevgera ciwanên li Tirkiyê (Kurd û Tirk) dijwar û berfireh dibû. Hêdî hêdî aliyên Tirk û Kurd diyar dibûn û haraketa ku TORÎ, digot; “heya gel bi keviran êrîşî polîs û esker nekê, şerê çekdarî qirkirin e” jî dets pê dikir û bîrdoza TORî pûç derdixist.
Piştî faşîzma 12ê Êlûnê, di sala 1992an de ez jî mecbur mam birevim û piştî demeke dirêj, li Belçîka ez û TORÎ, car din hatin cem hev.
Keml Iþik TORÎ, li Belçîka bûbû mirovekî din. Êdî lixab, li devê ba û bahozê ne didan. Lê baskê edebiyat û nivîskariya bê-alî bijartibû. Car din min û wî, di mijara bêalîtiya rewşenbîr û nivîskaran de li hev nekir. Min di her axaftin û lept û liva wî de, tirsa berê, ya “ay pişta min” dîdît. Hemberî ku TORΠ di gera riya rast de bû, ew geronekên dijmin didîtin jî, şev û rojên bi destê dewletê tevlîhev bûbûn, ji hev ne diwejartin…
Li Belçîka, dibin sîwana Enstituya Kurdî de, me xwest Ferhenga Kurdî amade bikin. Ferhenga TORî, bingeha me bû, lê plansazî, cûda bû. Serokê Enstituya Burkselê Derwêş M. Ferho, di roja pêşî de, xebata xwe ya Ferhenga Kurdî û Nederlandî (Holandî) danî ser masê û got: “Hejmarek zêde zêde gotinên Kurdî  amade ne.”
TORÎ, dîsa bi şert bû û  ne dixwest hişmendiya nû, bi gotinên kevin bîne ziman. Di her civînê  de, nîqaş  jî zêde çêdibûn. Nîqaş jî, hinekî li ser “tenê rastiya TORÎ heye” bû.  Vê jî, biwêj, gotin, tîp, hiş û raman, hêrs û awirên dijwar tevlîhev dikirin.
Di vê cîhana gurover de, ne hejmarên Tales, ne jî bîrdozên Einstain, ne mafê mirovan, peymanên gerdunî û demokrasî,  pêsîra Kemal Işik TORÎ, ji destê dewleta dagirker xelas kir. Ew li Koy Enstituyê sêwî kir,  di jiyanê de xizan û lewaz hişt û mêjiyê wî di nava mumya tirsê de pêça. “Ay pişta min” di jiyana wî teva de, pêsîra wî berneda. Lê Kemal Işik Torî, hêza Şoreşa Kurdî jî, ji sedema tirsa “ay pişta min” ne dît. Ev kemasiya herî mezin ya TORÎ bû.
Kemal Işik TORî, mixabin weke gelek rewşenbîr û nivîskarê Kurd, di livîna welat de çavên xwe ne girtin. Stêrikek ji ezmanê, ziman û çanda Kurd rijiya.
Weytîîî Kemal Işik TORÎ….

F
E
E
D

B
A
C
K