Di 2 Cotmeh 2008 de li Bruksel Konferanseke li ser mijara "Proseya Endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa: rewsa dawîn!" amade dibe.

bart_staes_783257717.jpgEw bi hevkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê û komela astiyê Vrede vzw dibe. Program di pêvekê de ye. Mijar û axaftvanên vê konferansê teybetî ne û girîng in. Konferans bi sertê xwe nivîsînê,  ji her kesî re vekirî ye.

Di amadekirina vê konferansê de herweha Koma Interparlementer ya pistgiriya Kurdan (Interparlementaire Werkgroep De Koerden) jî heye. Di vê komê de hemû partiyên demokratîk yên Flaman têne temsîlkirin. Yek ji endamên vê koma pistgiriyê Bart Staes e. Bart Staes endamê Parlementoya Ewropa, ji Partiya Keskan e.  Bi pêsniyara wî parlementerên Flaman ku di Parlementoya Ewropa de ne ewê Xelata Astiyê bidin merivekî ku di doza astiyê de xebatên hêja kiriye.
Biryar hate stendin ku vê xelata pêsin bidin kesekî ku ji bo Kurdan û li Kurdistan xebat kiriye: Abdullah Demirbas. Sahredarê berê yê Sûr. Ew ku ji wezîfa xwe ji sedema xebata wî ya pirrzimanî de sahredariyê de hatiye avêtin.
Wek tê zanîn, xizmeta di sahredariya Sûrê de, bi zimanê xelkê bû. Her rûnistvanê Sûrê bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî, Erebî, Turkî, … xizmetê wergire. Ew dema xizmeta bes bi Turkî qediya bû. Bi wî awayî wî xwest ku her meriv bi zimanê dixwaze xizmetê bibîne û xwest nîsan bide ku jiyana cihê, lê bi hevra mimkin e. Xwes e.

Di konferansê de Abdullah Demirbas jî amade ye. Ev jî dibe sedema ku di vê fersendê de xelata astiyê bidin wî.

Cî û saeta ku ewê xelata astiyê ji bo Abdullah Demirbas were dayin pas re tê zanîn.

 

Programa konferansê:

Bi Hollandî https://www.kurdishinstitute.be/nederlands/309.html

Bi Frensizî : https://www.kurdishinstitute.be/francaise/311.html

 

F
E
E
D

B
A
C
K