Ziman û çanda kurdî, ya ku di ber talanan re li ser lingan maye, heta demeke nêz jî li ser xebatên takakesî bi pêş ve ketiye. Xemxwirên zimanê kurdî, mîna pêşiyê xwe Mîr Celadet Bedirxan, di taldeyên nexewle de kedeke mezin danin û xebat û lêkolînên ciddî li ser zimanê kurdî kir.

Zerdeşt Haco yek ji wan kesên pêşîn e. Xebata xwe li ser esasê zanistiyê meşand.

Zerdeşt Haco ji malbateke weha ye ku hem li Bakurê Kurdistanê û hem li Rojavayê Kurdistanê koka wê heye, kedeke mezin di têkoshîna azadiya Kurdistan de heye.

Zerdeşt Haco naskirina xwe a ziman û çanda kurdî li Serxetê û li Binxetê, bi tecrubeya akademîk a ewropî re meyandiye. Wî xebatine weha kirine ku bandora wan dê demeke dirêj hebe. Hem doktoraya wî a li ser zimanê kurdî, hem keda bêhempa ku wî daye PEN’a Kurd, ziman, kultûr û nasandina Kurdan a di qada navneteweyî de, Zerdeşt Haco kiriye yek ji kedkar û lêkolînerên qada zimanê kurdî yên herî xurt.

Di civatan de kesayetiyên weha mezin zû bi zû peyda nabin. Gîhandin û perwerdehiyeke demdirêj, xîreteke xurt û bêhnfirehî û ciddiyeteke bêsînor jê re divê. Zerdeşt Haco bêguman ew kes e ku ev rûmetdarî li bejna wî tê. Ewê di dîroka zimanê Kurdî de bi tîpên zêrîn were nivîsandin.

Lewma, îroj dayina xelata Celadet Bedirxan ji bo xatirdayina vê keda Zerdeşt Haco ya salan, ji bo cîhê şanaziyê û qedirşînaziyê ye.

Bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê em silavên xwe bi vî awayî digihînin civata we a hêja (Foruma Almanî Kurdî e.V.) û dixwazin careke din spasiya kedkarî û xemxwiriya Zerdeşt Haco a ji bo ziman û çanda kurdî bikin. Xelat ji Zerdeşt Haco re pîroz be.

F
E
E
D

B
A
C
K