Ji sedema pêsketinên dawî yên Kurdistan û Tirkiyê, grevên birçîbûna li gertîgehan û tevahiya bajarên Kurdistan û Tirkiyê, Weqfa Ferho, torena xelata “mafên mirovan – parastina ziman û kulturê” ya  îsal pasxist.

Weqfa Ferho, her sal di 3ê Adarê de, bi torenekê li navçeya Mêrdîn Midyadê gundê Mizizexê, ji bo bîranîna  Ferho û Fatim, xelata “mafên mirovan – parastina ziman û kulturê” dide. Hemberî ku “Juriya Xelata Ferho” , di nava namzêdên xwedî ked û xebatên hêja û pîroz de, TZP-Kurdî bijart û sedema wê bi raporekê destnîsan kir jî, rêvebiriya Weqafa Ferho, rewsa dawî li ber çavan girt û ji bo demeke nêzîk torena radestkirina xelatê pasxist.

Serokê Juriya Xelata Weqfa Ferho Haydar Isik, di bijartina rapora xelata îsal de, destnîsan kir ku “TZP-Kurdî, di karûxebatên îsal de, karekî hêja, bi nirx û pîroz kirin. Bi  vê mebestê wek jurî TZP-Kurdî layiqî xelatê hatine dîtin û bijartin.”

Rêvebiriya Weqfa Xelata Ferho, hemberî ku amadekariyên torenê teva amade kirin jî, pêsketinên dawî yên li Kurdistan û metropolên Tirkiyê, li ber çavan girtin û ji bo demeke kin (herî hindik heta encama grevên birçîbûnê) biryara pasxistina torena li gundê Mizizexê da.

Bi vê mebestê rêvebiriya Weqfa Ferho, raya gistî û xelatgirê îsal TZP-Kurdî , agahdar dike ku, ji sedemên hatine detsnîsan kirin, toren û radetskirina xelatê heta demek kin hatiye pasxistin. Ji bo vê biryara ku hoy û mercên ne didestên me de, wek Rêvebiriya Weqfa Ferho ji raya gistî ya Kurdistanê û xelatgirê îsal TZP-Kurdî lêbûrînê dixwazin.

Bêguman berî torena yadkirin û radestkirina xelata îsal ya ji bo TZKP-Kurdî,  emê raya gistî ya Kurdistanê agahdar bikin.

Li ser navê Weqfa FERHO
Medeni FERHO
Bruksel    

F
E
E
D

B
A
C
K