Di meha Tebaxa 2007 de min li ser pirsa xwendegehên Fethullah Gülen li cîhanê û xetera wan di Herêma Kurdistanê de nivîsek belav kiribû.1 Wê demê bi temamî sê xwendegehên vê ‘Cemaetê’ li Kurdistana Azad dixebitîn. Di roja îro de ev jimar bû ye heft! Weka ku li derdorê tê gotin ewê di nêzîk de li her bajarekî Basûrê Kurdistan (Herêma Kurdistan – Kurdistana Azad) pirr xwendegehên bi perwerdeya Islamo-Turk ava bibin. Û mixabin pirraniya sagirtên van xwendegehan zarokên "mesûl" û ronakbîrên Kurd in. Hatina van xwendegehan bi erêkirina berpirsiyar350px_Osmanli_nisani_svg_220788432.pngên otorîteyên Kurdistan e. Cemaeta di bin rêvebiriya Fethullah Gülen de jî ji vê yekê xweshal e û ev roj bi roj xwendegehên xwe zêde dikin. Bi xwendegehên xwe re jî programa xwe ya Îslamo-Turk dike rastiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistan jî jê razî ye!!! Bi rêya Îslamiyeta dev bi ken Turkîtiyê di nava dilê Kurdistan de qewîn dike. Hisê ronakbîriya Kurdî di têgihistina vê yekê de di zehmetiyê de ye.

Li ser vê rêxistina Îslamo-Turk, Cemaeta Fethullah Gülen, gelek caran hatiye nivîsîn û her dem jî bas hatiye nîsandan ku ew bi bikaranîna Îslamê berjewendiyên nîjada Turk xurt dike. Amanc û hedef ew e. Bi îmkanên fereh, di her cî de, bi taktîk û stratejiyên pirralî, bi bînferehî, ev sazî, hêdî hêdî, mezin dibe û pês dikeve. Li cî û warên ku Turkan di xewnên xwe de nedîtibûn û bawer ne dikirin ku ewê bighin wan deran, bingehên xwe serketî avêtine.
Di nivîsara xwe ya 23.08.2007 min gotibû ku li Rusya 54 xwendegehên Cemaet hatine girtin û personelê wan ji welêt hatine derxistin. Sedem ew bû ku pirraniya personel ji MIT’a Turkan pêk dihat û ji bo berjewendiyên dewleta Turk xizmet dikirin. Xwendekarên xwe bi salan, bi sebir û xurt ji bo di paserojê de bo dewleta Turk bidin bikaranîn, amade dikirin.

Gelek saziyên Turk, Ereb û Pars li gelek ciyan Îslamê bikar tînin ku bighin amanca xwe. Lê her saziyek vê yekê bi awayê xwe, bi teybetiyekê bikar tînin. Saziyên van her sê neteweyan Îslamê ji bo berjewendiyên neteweya xwe bi kar tînin. Di dawiya salên heftêyî de Xomeynî Îslama Politîk ya Radikal da mesandin. Bi pasdarên xwe serrê çekdarî jî dikir, lê jê re serrê çekdarî ne sed selef pêwîst bû. El Qaîde, di bin rêvebiriya Osama Bin laden de, bi awayê siyaseta serrê raste rast û bi çek di hemberê cîhana ne îslamî de rawestaye. Her du alî jî di destpêkê de ji Rojava, Ewropa û YDA (Amerîka) alîkari distendin. Bi saya wê alîkariyê wan rêxistinan di hemberê hin rejîman de (bi giranî dijî Sovyetê û rejîmên din yên sosyalîst) serr dikir. Di nav dewletên cihê de îstîkrar xira dikir. Lê her duyan jî dema ew bi hêz bûn, pista xwe dane dostên xwe yên destpêkê û serr di hember wan de îlan kirin. Karaktêra xwe guhertin û bûne "dijî Rojava". Bi vê yekê wan hem dijîtiya olên Rojava û hem jî dijîtiya kultûrên Rojava dikir. "Bê goman, li Rojhilat jî ol û kultûrên "xwedênenas" û dijmin hene lê niha ne dora wan e". Aliyê ku wan ew ji xwe re hedef girtibû ji îro re bes e. "Xwedê bi sebr e û dora wan ewê were". Serê YDA û YE, ya Rojava bi van re gelek êsiya. Heta niha jî diêse.

Rêxistina Cemaetê ya di bin rêvebiriya Fethullah Gülen stratejiya xwe guhert û Îslama Rûbiken (yan jî nerm) pejirand. Ev yek bi xwesa YDA jî û YE jî hat. Di hember Îslama radîkal de pistgiriya vê  rêxistinê kirin. Cî û îmkan dane wan. Heta ji wan hat ew hem li Turkiyê, hem jî li tevayiya welatên din xurt kirin. Heta wê derecê ku rêvebirê vê rêxistinê û gelek ji sêwirmendên wî birin YDA û li wira bi cî kirin. Navend li wira bi bingeh danîn û ji wira Cemaet hate îdarekirin. Pirsa ku YDA û YE nîjadperestiya Turkî di nava vê rêxistinê de dibîne yan na, girîng e. Li gora bîr û baweriya min ne mimkin e ku ew vê yekê nizanin. Ew nîjadperestiya di bin vê rêxistinê de, ango Islamo-Turkîtiyê, ji her kesî bastir dizanin. Lê ev rêxistin vê kêlîkê ji wan re dest dide û loma jî pistgirê wê ne. Dostê wê ne.
Cemaetê stratejiya xwe li ser esasê Îslamî-Turkî avakiriye. Nîjadperest e, lê di eynî demê de hevkariya bi Rojava re û cîhana din re sereke dideyne. Ji bo berjewendiyên neteweyê xwe bi wan re di ‘astiyê’ de dijî. Lê hedef eynî dimîne: xurtkirina Turkîtiyê !

Li Turkiyê îktîdara AKP siyaseteke Îslamî-Turkî dimesîne. Di nava vê îktîdarê de komikên radîkal, devbiken û nîjadperest hene. Lê werîs di destê Cemaeta Fethullah Gülen de ye. Îdelojiya wan ya  "Xoce" (Fethullah Gülen) ye. Herçend e di bingeha xwe de ev rêxistina ku li ser esasê bîr û baweriya Seîdê Nursî2 hatiye avakirin, nîjadperest e.
Siyasetê jî di bin navê AKP de dimesînin. Car caran nakokiyên AKP û leskerê Turkiyê hebe jî ew di binê cilê de pirr bas li hev dikin. Dema ku navbera AKP û lesker kete qonaxeke ne xwes de Fethullah Gülen bi bayê bezê hate Turkiyê. Navbera AKP û lesker dîsa nerm kir. Yan berpirsiyarên Turk revîne Amerîka ku pê re bisewirin. Siyaseta dewletbûneke bi hêz dimesînin. Li ciyê ku lazim e Serokkomar Abdullah Gül yan jî Serokwezîr Recep Tayip Erdogan diaxivin û hestên xwe didin zanîn. Di ciyê pêwîst de jî ew devê xwe digrin û Sererkanê Turkiyê Yasar Büyükanit diaxive. Gül û Erdogan Îslamî û nîjadperestên Turk in. Sagirtên Fethullah Gülen in. Büyükanit nîjadperestekî Turk e. Bekçiyê "mîrasa Atatürk" e. Wek gelek siysetmedarên din yên Turk û xulamokên wan, her sê jî di mesela berjewendiyên dewletê de mîna hev in û li ser vî esasî jî di îktîdarê de ne. Ü dîn-dijminê Kurda ne. Her sê jî amade ne ku di hemberê ‘Kurdistaneke misteqbel li Arjantîn’ jî serrekî bikin.

Büyükanit Basûrê Kurdistan de bombe kirin û bi wêrankirinê tehdîd dike. Xelkê xizanê Kurd di nava axa Herêma Kurdistan de li ber çavê Hikûmeta Herêma Kurdistan û dinyayê, di kêleka Amerîkiyan de dikuje. Erdogan û Gül jî di hevdîtinên navneteweyî de sitranên demokrasiyê dixwînin. Ji xeynî 22 parlementerên DTP tevayiya parlementoya Turkiyê jî di koroyê de bi wan re di rêzê de sekinîne. Ne Hikûmeta Herêma Kurdistan, ne cîhana ‘demokrat’ û ne jî YDA (Amerîka) ku xwedîgiravî parêzgerê demokrasiyê li Iraqê ye, dengê xwe hilnadin. Serê xwe xistine ber xwe û mis-misî ne. Heta alîkariya vê wahseta Turkiye jî dikin. Ji ber ku "PKK dijminê wan yê misterek e !". Xuya ye Herêma Kurdistan heta niha jî naxwaze rastiya zelal bibîne. Hedef ne PKK ye. Bidestxistinên Basûrê Kurdistan bi xwe ne. Dewleta Turk bi her awayî dixwaze îstikrara li Basûrê Kurdistan xira bike. Wezîrê Karên Derve yê Turkiyê, Alî Babacan, berî çend rojan di axaftineke xwe de heskere digot : "Hikûmeta Herêma Kurdistan alîkariya PKK dike". Berê jî serkarên dewleta Turk her axaftinên kirêt di hember lîderên Kurd de bi kar dianîn. Ev demek bû rawestiyabûn. Lê dîsa destpêkirin. Dixwazin rêyekê bibînin û êrîsê Basûrê Kurdistan bikin. Wê kêliyê ewê YDA çi bike meraq dikim ?

Cemaet li her cî, li geleke welatan, dezgehên xwe yên bazirganiyê jî danîne. Bi îktîdarên herêmê re pirr bas dixebitin. Pê re pê re xwendegehên xwe jî ava dikin. Bi van her du tistan re jî saziyên xwe yên pirralî (Komelên Dersdaran, Komelên Bazirganan, Komelên Doktoran, Komelên Xwendekaran, Navendên ji bo Belengaz û Bêkaran, …) jî didamezrînin. Temamiya wan jî bi sefaretên dewleta Turk re di nav elaqetên xurt de ne. Merkeza kontrolê ev sefaret in.

Mijar li ser Cemaeta di bin rêvebiriya Fethullah Gülen û xetera wê ji bo hebûna Kurdî ye. Di nav vê çarçewê de divê meriv bifikire. Di roja îro de tu hêz li Bakur, li Rojhilat û li Rojavayê Kurdistan nikare rê li ber vê xetera mezin bigre. Di hember de têkosîn mimkin e. Heta dereceyekê jî rêgirtin li ber vê xeterê bi rêya agahdarî û hisyarkirinê mimkin e. Bi xurtkirina hestên Kurdî û Kurdistanî meriv dikare xwe ji vê çembera dijmin rizgar bike. Zehmet e lê mimkin e!
Pirs li Basûr e. Erêkirin û redkirina van xwendegehên di xizmeta dewleta Turk di destê Hikûmeta Herêma Kurdistan de ye. Hêza perwerdê divê di destê hikkûmetê de be û di xizmeta Kurdî de were bikaranîn. Eger Hikûmeta Herêma Kurdistan rojek berî rojekê nekeve pêsiya vê xeterê ewê paseroja me gisan bikeve bin tirseke mezin.
Jineke mamoste li xwendegeheke Cemaetê pirsa welatê sagirtan dike. Keçika dehsalî bersivê li ser kaxeza xwe dinivîse: Kurdistan! Mamoste xeteke sor li ser navê Kurdistan dide û Irak! dinivîse. Di her heft xwendegehên vê kêliyê li Kurdistan kar dikin, zimanê Turkî, dîroka Turkan, civaka Turkan û "ilmê" Turkan tê perwerdekirin! Sitran û folklora Turkan ji ya Kurdan pirr zêdetir tê bikaranîn û heza Turkî ji ya Kurdî pirr xurttir e. Meriv vê rastiyê di nava bajar û kolanên Basûr de jî bi rehetî dibîne.
Ji sala 1992 û vir de bazirganên Turk, di bin kontrola dewleta Turkiyê de, li Basûr bazar xistine destê xwe. Her tist di bin kontrola wan de ye. Hem mal tînin û hem jî karkerên xwe bi xwe re tînin. Qet jî hesab ji otorîteyên kurd nakin. Bi qasî serê derziyê jî îhtîrama otorîteyên Kurd nakin!

Ji aliyekî "bazirganên Turk", ji aliyekî "xwendegehên Turk", ji aliyekî "leskerê Turk" ku Kurdistan bombebaran dike! Dewleta Iraqê bêdeng e! Hikûmeta Herêma Kurdistan bêdeng e! Kurd, bi teybetî ronakbîrên Kurd bêdeng in! Bazara ekonomîk ketiye bin destê Turkan. Eger sîstema perwerdê jî bikeve bin kontrola wan wey li halê me Kurdan!
Azadî, bedewî û hêzbûna civakeke qedirmezin ne bi bilindkirina dîwarên bilind, ne bi monikayên Japonî û rengên diberiqin e. Ne jî pirrbûna dolaran li ser hesabên bankên Rojava ne. Divê perwerdeyeke xurt bi hestên neteweyî xemilî, bîr û ramanên hemdemî, di xizmeta neteweyî de hebe. Divê em xwe weke netew, serbilind û azad bibînin. Divê hedefa me civakek xwende û Kurdperwer be. Divê ronakbîrî ji civaka me re bibe çira. Çî me ji xelkê kêmtir e?

Di vê dema dawî de YDA (Amerîka) dest pê kiriye ku hin ji esîrên Kurdan jî bi çek bike!!!  Esîrên mîna Herkî, Celalî, Bradostî, Bilbasî, … amade ne rajin çkan. Xêr e? Ji bo çi Amerîkî hêzeke cahsan di nava Kurdistana Azad de pêktîne? Eger van esîran çek wergirtin, gelek esîrên din jî dibe li pey sopa wan herin. Hînga ew esîrên ku çek hildane li serê Hikumeta Herêma Kurdistan dibine bela. Çima Hikûmeta Herêmê bi tundî vî planî red nake. 

Li gora anketên li herêmê baweriya gel bi qudreta hikûmeta Kurdî her roja diçe kêm dibe! Xewn û xeyalên gel disikin. Hikûmeta Kurdistan her roja diçe di hember Bexda de hêza xwe hunda dike. Di hember Turkiyê û Îranê de mis-misî ne. Bi Îran, Turkiye, Suriye û YDA re ji Bexdad dengek, ji Kurdistan dengekî tê bihîstin ?

Gendelî (corruption) ji serî heta tiliyan ketiye nava xwîna berpirsiyaran. Ev jî xetereke din e ku mezin e. Gelo ne wext e ku em pirsê ji xwe bikin: Çima 80 % ji gelê Basûr dixwaze rojek berî rojêkê bireve derve? 

Divê Serokê Herêma Kurdistan, Birêz Mesûd Barzanî, ku hê jî baweriyeke mezin ya gel pê heye, rojekê berî roja din bi tundî li ser van pirsan raweste û vê rewsa xirab ber bi basiyê bibe. Prosesa netewebûna Kurdî divê bi gav û biryarên mezin were temamkirin. Di serî de girîngiyê bidin pirsên herî girîng : Perwerde !!! Gendelî !!! Hêza leskerî ya Kurdî û hestên Kurdî di nava Kurdistaneke azad û astîxwaz de !!!  
1 http://www.efrin.net/cms/kurdi/index2.php?option=com_content&task=view&id=950&Itemid=1&pop=1&page=0
2 Di bîr û baweriya Seîdê Nûrsî de, ku ew bi xwe Kurd bû, felsefa îslamiyetê giranî bû. Turk, Kurd û gelên din weka bira û wekhev dihatin qebûlkirin. Her du gel jî dihatin bi navkirin. Ji ber van sedeman û bi teybetî Kurdbûna wî, ji aliyê dewletê hate kustin. Kes nizane lasê  wî li ku hatiye vesartin.
Lê di nava bîr û baweriya Xoce de Kurd û gelên din ticar nayên bi navkirin. Turk û Turkîtî ciyekî bi qedir û teybet distîne.

F
E
E
D

B
A
C
K