Weşanên Apecê pirtûkeke zarokan a din li pirûkxana kurdî zêde kir: Xuşka min li ku ye?  

Tekst û wêneyên Pirtûkê ji aliyê Sven Nordqist ve hatine amadekirin.  Nivîskar û wênekêş Sven Nordqvist ne tenê li Swêdê, herweha li seranserê cîhane mirovekî bi nav û deng e û gelek pirtûkên wî, li gelek zimanan hatine wergerandin. Berê jî çend pirtûkên wî ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve hatibûn wergerandin. Zarokên kurdan  Sven nas dikin.

 

 Navê orjinala pirtûk a Xuşka minli ku ye? ”Vad är min syster?” e û ji aliyê  J. Îhsan Espar ve ji swêdî hatiye wergerandin.

 

Pirtûk bi eba herî mezin e û 26 rûpel e. Bi kaxizê herî qelîte ye û bergê wê hişk e. Wêneyên wê her yek ji ya din xweşiktir û ciwantir e. Nivîs gelek kêm in û wêne gelek bi detay in. Ji bo zarokên pêşdibistanî pirtûkeke hêja ye. Dê û bav bi zarokên xwe re dikarin li wêneyên wê yên muhteşem binêrin û ew bi xwe ji zarokan re vebibêjin an jî ji zarokan bipirsin ka çi dibînin.

Kesê ku bixwaze dikare vê pirtûka hêja ji vê navnîşanê bidestbixe: Telefax: 0046- (0)8-761 24 90, E- post: [email protected], û [email protected] .

 Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K