Di van du salên dawî da Rojavaya

Kurdistanê bûye cihe hêvîya tevahî Kurd û Kurdistanîyan. Êdî di asteya sîyaseta navneteweyî da

sekina îradedar ya gelên me li Rojavayê bi baldarî tête teqdîr kirin.

Lê mixabin bûyerên duhî êvarî li bajêrê Amûdê li Rojavaya Kurdistanê pêkhatî, bûne cihê

xemgînîyê û metirsîyên sîyasî yên neteweyî. Di demekî ku, Rojavaya Kurdistanê bi giringîyek

mezin ve di sîyaseta navneteweyî da tête dîtin, rêdana bûyerên wekî li Amûdê pêkhatî dijî

berjewendîyên neteweyî ye. Hêzên sîyasî yên Kurdistanî bi sêwazê siyaseteke yekgirtî lazim e

pêsîya hêzên çekdar yên dijberê gele me bigrin. Hevkarîya bi hêzên dijberê gelê me ra tenê dikare

dijminên me xurt bike. Ji bo vê yekê em wekî KNK bang li hemû hêzên Rojavaya Kurdistanê

dikin ku, pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk û dîyalogê çareser bikin. Bi taybêtî di vê mijarê

da erkê sîyaseta ragihandina di nûçeyên Kurdî da, berpirsiyarîtîyeke dîrokî ye. Nûçeyên ku

dijberîyê di nav hêzên Kurdistanîyan da dikin di xizmeta Kurdistanê da nînin.

Em wekî KNK bang li Konseya Bilind ya Kurdî dikin ku bi lez û bez bi besdarîya tevahî hêzên

sîyasî û civakî bûyerên li Amûdê di çarçoveya awarte da bigrine ber dest û rê nedin

provokasyonan.

Her wiha em bang li hemû partîyên sereke û hêzên civakî yên Kurdistanê dikin ku, bi

berpirsîyartîya dîrokî xwedî li destketîyên rojavayê derkevin.

Di vê çarçoveyê da em hevîdar in ku revêbirîyên hêzên sîyasî yên Basûra Kurdistanê bi

hewildanên erênî ve besdarî çareserîya pirsgirêkan bibin. Em bang li serokatîya Herêma

Kurdîstanê dikin ku bi lez û bez derîyên sînor jî vebikin.

Serkeftina di warê parastina azadîya Rojavaya Kurdistanê da, dê xizmeta tevahî gelên Kurdistan

bike.

Konseya Rêvebir ya KNKê

Rue Jean Stas 41 1060 Bruxelles tel: 00 32 2 647 30 84 fax: 00 32 2 647 68 49

www.kongrakurdistan.net, [email protected]

28. 06. 2013, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K