Helebce id sedsala me de jenosîda herî hovane ye. Qatilên Helebceya sehîd, ji hejmarek kesan pêk tê: Ji Sadam Hisêyn dirêjî hetanî pîlotên balafira dibe. Besek kes hatin cezekirin, lê kesên sucdar tev nehatine girtin. Pêwîst e qatilên Helebceya Sehîd yek bi yek bê tesbîtkirin, girtin û cezekirin.

Pîlotê qatil yê Sadam Hisêyn, Tariq Mihemed Ramazan di qirkirina Helebceyê de wezîfedar bû. Wî emir ji Sadamî girtibû û bi balafira xwe bajarê Helebceyê bombebaran kiribû.

Tariq di girtigeha Silêmaniyê di bin kontrola Asayisê de bû. Xelkê Helebceya Sehîd li benda dadgehkirina wî bû. Lê SKANDALA MEZIN bi beyana dadgêr Mihemed Al Uraiby derket holê. Li gorî beyana wî, Asayisa Silêmaniyê gotiye ku, pîlotê qatil ji girtîgehê reviyabû.

Li gorî CHAK û EuroKurd Human Rights ê, buyer çi têkiliya xwe bi revê tune ye. Qatilê zarok, dê, jin û kalên li Helebceyê pîlotê xwînrêj Tariq, ji ber hesabên polîtîk hatiye berdan, anku hêzên di nav Asayisê de çavên xwe ji bo reva wî girtî ye.

Kurd cara ewil li derveyî welêt, li dijî dezgehek fermî li Herêma Kurdistanê- "Asayis"ê  xwepêsandanekî pêk dihênin. Xwepêsandan dê ji aliyê dezgeha mafê mirovan-CHAK ê ve li Stockholm ê bê kirin. Li ser pirsê ji rêvebiriya navendî ya CHAK ê û niwênerê CHAK ê li bakurê Ewropayê Kader Nader wisa axifî:

Qatilê Helebceya Sehîd Tariq bi destê Asayisa Silêmanî hatiye berdan. Di nava Asayisê de ji ber têkilî û hesabên polîtîk rê ji bo reva wî re hatibû amadekirin. Ev yek nikare bê pejirandin. Divê rêvebirê Asayisa Silêmanî ji kar bê avêtin. Sucdar bêne derxistin û qatil bê girtin.
CHAK, li dijî helwestên Asayisê yên neînsanî û ji bo pêskêskirina daxwaziyên xwe, xwepêsandakê li ber deriyê konsolosê Iraqê li Stockholmê dike. Xwepêsandan roja 4 -1-2009 an saet 12 an e. Em li benda tevayê kurdan in ku bi me re bin û dengê xwe li dijî Asayisê bilind bikin.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K