Lê belê, divê were zanîn ku di cîhanê de her tişt li gorî nirxên heqî û mafdariyê nameşe. Mafê pir gelan yê azadî, serxwebûn û xweseriyê nayê naskirin, ew di bin bandora zexta cur be cur sîsteman de ne. Gelê Kurd jî ji van gelan yek e, bi hezaran salan e ew ji mafê azadiya xwezayî mehrûm hatiye hîştin, neçar maye ku di bin bandora zexta cur be cur hêzan de bijî. Digel têkoşînekê lewend û pir zehmet, hê jî Gelê Kurd azad nebûye û li gorî nirxên bingehîn yên mafên mirovahiyê najî. Tenê di Başûrê Kurdistan’ê de hêdî hêdî bêhna azadiya Gelê Kurd tê, li derên din ev tişt hê tine.

Ji destpêka sedsala 20. vir ve li Bakurê Kurdistan’ê tekoşînekê ji bo azadiyê dimeşe. Weke encama vê têkoşînê, ji deh salan vir ve hêdî hêdî hin maf ji bo Gelê Kurd tê nas kirin. Lê belê, ji bo ku gelê me bibe xwediyê nirxên xwe yên azadiyê, hê jî divê ew bitekoşe. Divê ev têkoşîn bi rêbazên dewlemend û di hemû qadan de bê lipêşxistin.

Dema ku mirov di vê çarçoveyê de li êlankirina Xweseriya Demokratîk ya KCD’ê dinêre, mixabin nikare pir kêfxweş bibe. Di warê têkoşînên azadiya gelan de, her gava bê encam dikare bi xwe re zerarên pir mezin jî biafirîne. Ez nabêjim ev gav şaş e, lê belê dema wê baş nehatiye bijartin, bingeha wê baş tenzîm nebûye. Eger ev gav vala derkeve, divê were zanîn ku, bi taybetî di warê siyasî û herweha di warê psîkolojîk de wê zerarekê mezin derxe holê.

Li gorî daxuyaniya KCD’ê, ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye. Ev tê wateya ku piraniya Gelê Kurd (yê li Bakurê Kurdistan’ê) heman xweseriyê dipejirîne û erê kiriye. Lê mixabin, rastî wusa nîn e, çawa ku birêz Altan Tan jî aniye ziman (Taraf, 16.07.2011), li Bakurê Kurdistan’ê AKP’ê jî pir deng girtiye, eger em hemû dengên AKP, CHP û MHP bigirin ber çavan, rêjeyekê pir mezin derdikeve holê. Eger ew kesên ku dengê xwe dane van 3 partiyên sîstemê ji Xweseriya Demokratîk re nebêjin erê, ku wusa ye, wê demê mirov çawa dikare bêje ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye ?

Ez hêvîdar im ku rayedarên KCD’ê wê li pişta projeya xwe bisekinin, bi piraniya Kurdên Bakur  bidin hezkirin û bikin sîstemekê Kurdistanî.

17.07.2011
*http://farasinfr.blogspot.com, [email protected] /[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K