N a v e r o k
– Pêsgotin

— YEKÎTIYA EWROPAYÊ
 – Kurtedîroka YE’yê
 – Parlemena Ewropayê
 – Komisyona Ewropayê
 – Konseya Yekîtiya Ewropayê
 – Zirweya Yekîtiya Ewropayê
 – Mijara Destûra Bingehîn ya YE’yê
– Serlêdana Tirkiyeyê a ji bo Endametiya YE’yê
— KURD Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ
 – Ewropa û Naskirina Rastiya Kurd
– Diyaspora Kurd li Ewropayê
 – Li Diyasporayê Rola Besên Civakî û Ciwanên Kurd
— KONSEYA EWROPAYÊ
– DMME û Kurde
 – Kurd Tim Qîriyan; “Em Edaletê Dixwezin”
– Tenduristiya  Öcalan û CPT
– Çalakiya Greva Birçîbûnê a Bêdem (11 Nîsan- 19 Gulan 2007)
– DMME û Benda Hilbijartinê a li Tirkiyeyê
— CUDAHIYA DEWLETÊN ALMAN Û ÎNGILÎZ
— DI ROJEVÊN YE DE KURD
 – Parlemena Ewropayê, Raporên wê û Pirsgirêka Kurd
 – Raporên PE’yê ên 2007 û 2008’an
– Raporên Komisyona Ewropayê
— PÊVAJOYA GUFTUGOYAN
 – Di Rastiyê de Tirk û Ewropî ji hev razî nin
– Pêvajoya Serokkomariya Abdullah Gül
 – Di Pêvajoya Guftugoyan de Pirsgirêka Qibrisê
— AMERÎKA-YEKÎTIYA EWROPAYÊ Û KURD
 – Konseptên Hevbes
– Li Ewropayê Guhertinên Siyasî
– Lîsteya Rêxistinên Terorîst û Dîwana Dadê ya YE’yê
— KARÊ DÎPLOMASIYA KURDAN Û LOBÎ
 – Konferansên li Parlemena Ewropayê (a I, II, III û IV)
 – Partiyên Legal û Dîplomasî
 – Zehmetiyên DTP’ê
— PÊVAJOYÊN AGIRBESTAN Û YE

— Gotina Dawiyê

— Kronolojî

***********************************************************
Pêsgotin

Derbarê Yekîtiya Ewropyê de ( YE ) gelek pirtûk hatine wesandin, lê belê ev pirtûka yekem e ku derbarê vê YE’yê de bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê ev xebat ji bo gelê me girîng e. Dîroka YE’yê çiye ?. Bi çi armancê hatiye damezirandin ?. Di roja me de derbarê pirsgirêka kurd de rola wî çî ye?. Sazî, dezgeh û rêxistinên wî bi çi awayî xebatên xwe dimesînin ?. Kurd çawa dikarin di YE’yê de xebateke biencam bimesînin ? hwd.
Wekî tê zanîn pistî serê cîhanê yê II. bi peymana Lozanê, parçekirin û parvekirina Kurdistanê bi destê dewletên Ewropî çê bûye. Gelê kurd di Rojhilata Navîn de bê heq, bê huquq, bê statû, yanî ji her tistî bêpar hîstin. Heta vê demê jî em dikarin bêjin ku bigelenperî ev siyaset berdewam dike. Bi taybetî jî di vî warî de têkîliyên YE’yê û yên Tirkiyeyê pêwîste bas bê fêmkirin.
Dema ku Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Öcalan hat Ewropayê, ev rastiya Ewropiyan gelek vekirî derkete holê. Ji bo berjewendiyên xwe, pîvanên mafê mirovan û demokrasiyê dane aliyekî, wekî dema Lozanê, îro jî wan daxwazên gelê kurd hîç nedane û nagirin ber çavan.
Dîsa di mijara jinûve dadgehkirina Abdullah Öcalan de, ku di vê mijarê de biryara DMM ya Ewropayê jî hebû, lê mixabin ji bo berjewendiyên xwe ên li gel Tirkiyeyê, pîvanên xwe ên mafên mirovan û demokrasiyê careke din binpê kirin û derbarê jinûve dadgehkirinê de li gorî daxwaziyên Tirkan biryar dan. Wekî tê zanîn biryara terorîzekirina tevgera azadiyê jî besekî vê siyasetê ye.
Bi rastî jî ev yek rûresiya welatên Ewropayê ye. Ji ber vê yekê ji destpêkê heta roja îro pirsgirêka kurd de berpirsiyariya welatên Ewropî di asta yekemin de heye. Pêwîste gelê kurd vê rastiya siyaseta Ewropayê bas bizanibe û ji bo ku bikaribe rê û rêbazên guhertina vê siyasetê bibîne, pêwîste sîstema YE’yê bas nas bike û li ser vî esasî jî, bi hemû rêxistin û dezgehên xwe xebatekî bizanebûn bimesîne.
Ji bo guhertina siyaseta YE’yê hêzeke me a herî mezin jî, gelê me yê li Ewropayê ye. Ji bo ku gelê kurd bikaribe li ser sîstema YE’yê xwe ferz bike û xwe bide qebulkirin, beriya her tistî pêwîste gel bi sazî û dezgehên xwe, xwe tevger bike, yanî bibe xwediyê hêzê. Bêguman hêz û rêxistin nebe hîç welatekî Ewropî qîmet nade gelê kurd. Li hemberî siyaset û lobiyên dewletan, gelê kurd tenê bi vê hêza xwe ya rêxistinî dikare siyaset û lobiyê bike û encam bigire.
Gelê kurd bi vê hêza xwe ya li Ewropayê dikare di nava partiyên siyasî, saredaran û meclîsan de nûnerên xwe hilbijêre. Bi van nûnerên xwe him ji bo çareseriyên pirsgirêkên gelê me yê li Ewropayê dijî, him jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ya gistî dikare roleke dîrokî bileyze.
Ji hemû demên derbasbûyî zêdetir, di vê demê de firset û derfetên mezin heye ku gelê kurd di YE’yê de encam bigire. Niha nifsekî welatparêzên Kurd ên nû li Ewropayê çê bûne. Wan zanîngeh xwendine, welatên Ewropî nasdikin, çanda wan dizanin û di nava sazî û dezgehên Ewropî de kar dikin. Ev ji bo îmaj, siyaset û lobiya gelê kurd hêz û  potansiyeleke girîng e, ew hêviyên me ji bo paserojê mezin dike.
Ji ber vê yekê jî nasandina sîstema YE’yê karekî girîng e. Nivîskarê vê pirtukê hevalê me yê hêja Ahmet Dere demeke dirêj e, ji bo gelê kurd karê dîplomasiyê dimesîne û di vî warî de xwediyê tecrubeyeke mezin e. Bi nivîsandina vê pirtûkê, ew him tecrubeyên xwe bi xwendevanên xwe re parve dike, him jî derbarê YE’yê de hewl dide ku ji pirsên xwendewanan re bibe bersîv.
Pêwîstî heye ku pirtûkên bi vî rengî di mijarên cur be cur de gelek bênên nivîsandin. Di vî warî de berpirsiyarî dikeve ser milê siyasetmedar û rewsenbîrên kurd. Ji bo vê yekê jî ez, bi taybetî  Ahmet Dere, ji ber nivîsandina vê pirtûkê pîroz dikim û hêvîdarim ku ew xebatên xwe ên bi vî rengî berdewam bike.
Ji ber ku wî derfet daye ku ez pêsgotina vê pirtûkê binivîsim,  ez ji hevalê hêja Ahmet Dere re  pir spas dikim.

Remzi Kartal

* * * *

Di navbera çêbûna biyolojîk, derûniya gelan û jiyana wan a rojane de, bi awayekî balkês hin rengên cuda xwe nîsan didin. Herçiqasê di 20-30 salên dawî de piçek guhertin hebe jî, Gelê kurd heta îro bi taybetiyên wek nerm-saf-apolîtîk, alîkarîhez, mêvanhez, li gor sert û mercan, serbaz û hwd tê nasîn.
Ev gel, bi van taybetmendiyan di diroka xwe de ji xwe zêdetir, kê doza alîkariyê lê kiriye, ew parastine. Heta ji welatê xwe zêdetir, bi demên dûr û dirêj terka war û welatê xwe kiriye, li hemberî berdelên giran ji gel û welatên xelkê re notirvanî kiriye.
Dema gelek bi vî rengê, mînak bê girtin û bê lêkolînkirin, encameke tije bikêmasî ku mirov ecêbmayî dihêle derdikeve holê. Eger ji bo aborî û polîka gerdûnî pêsî li wan neyê vekirin, wê kurd ji heyiyên nû sud vernegirin, ligel xwedî derneketina li pir alî nirxên xwe, li polîtîkaya xwe a neteweyî jî xwedî dernakevin.
Mesa bi polîtîkayek durist û hemdem, xelasiya ji tengasiyan ber bi cîhaneke fireh ve ye. Tistên gelan nêzî hev dikin, xebatên lobî û dîplomasiyê ne ku ew jî li cem Kurdan ên herî kêm in. Nivîskar Ahmed Dere wekî dîplomatekî kurd, bi salan e di nav xebatên bi vî rengê de ye. Di vê pirtûka xwe de, digel ku ev her du xebatan dahûrandine û girîngiya wan derxistiye pês, rewsa Kurdan a di vî warî de jî bi naverokek têr raxistiye ber çavan.
Dema mirov vê pirtûkê dixwîne, heger ku derbarê jiyana polîtîk a Kurdan de piçek agahiya mirov jî hebe, wê demê mirov dihizire û tê digihîje Kurd ji kû derê hatine kû derê! Her wisa, di mejiyê mirov de bîr û baweriyeke di warê dahatûya dîplomasiya vî gelî de têse dide.
Pirtûk, derbarê dîplomasiya me de gaveke nû, lê pir girîng e. Ji aliyekî ve bi awayekî vekirî rastiya polîtîk û dîplomasiya Ewropa datîne ber me, ji aliyê din ve jî hêvî û wêrekiyeke mezin dide rewsenbîr û siyasetmedarên kurd. Di warê dîplomasiyê de kurd gelek dereng mane, ev rast e. Lê, ligel vê rastiyê, rastiyeke din jî ew e ku herçiqas destpêk dereng be jî, divê lez û daxwaza di pêsdeçûna dîplomasiya vî gelî de bête dîtin.
Bi hêviya dahûrandineke bi vî rengê ku ronahiya nivîs û pratîka dîplomasiyê li rewsenbîrên kurd vebike!…

Kazim Robar

***********************************************************

Gotina Dawiyê

 Derbarê nêzîkatiya YE’yê û pirsgirêka kurd û Kurdistanê de, pir xalên ku bas nayên naskirin hene. Di vî warî de derfetên ku zêde pêskêsî raya gistî dibin jî nîn in. Ji ber ku YE’yê û saziyên wî, derbarê pirsgirêkên weke ya kurd de zêde bi awayekî aramî kar nakin, lewre derheqî nêzîkatiya wan de jî agahiyên zêde zelal nîn in.
 Belê, YE’yê xwe weke saziyeke aramî dide nasandin, lê belê di rastiyê de ne wisa ye. Derbarê karên ji bo rewsa civaka Ewropî de, xebatên wî bi rêbazên aramî tên mesandin, lê dema ku mijara gotinê dibe xalên stratejîk, ên weke pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn, zêdetir rêbazên vesartî bikar tênanîn û derdikevin pês. Lewre civaka kurd û saziyên wê, hê bas nizanin gelo ev hêz derbarê çareseriya pirsgirêkên wê de çi difikire û xwediyê pîlanên çawa ye.
 Ji sala 1992’yan vir ve ez xebatên cur be cur saziyên vê Yekîtiyê disopînim. Di nava vê demê de bi salan e ez di Parlemena Ewropayê, di Konseya Ewropayê û di hin saziyên din yên YE’yê de karê dîplomasiyê û lobiyê dimesînim. Ji wê demê vir ve dem bi dem ez ji welatên Ewropayê dûr ketibim jî, min bûyer û siyaseta vê Yekîtiyê, a derbarê Kurdan de her tim sopandiye. Bêguman di van 16 salên borî de pir bûyer qewimîne. Di nêzîkatiya welatên YE’yê de guhertinên berçav çê bûne. Her wiha, di nêzîkatiya dewleta tirk û di nêzîkatiya saziyên Kurdan de jî guhertinên girîng pêk hatine. Ev guhertin bûne xwediyê tesîreke mezin û bi xwe re siyaseteke jî afirandine. Îro em di pêvajoyeke nû de ne. Ne Kurd weke berê ne û ne jî Tirk yên 16 sal berê ne. Heman rastî ji bo YE’yê jî dikare were gotin. Ji ber vê yekê ez dixwezim were zanîn ku siyaseta niha li gorî rojeveke nû tê mesandin. Heman siyaset li ser YE’yê jî li ser saziyên Kurdan û dewleta tirk jî tesîrê çê dike û ev dibe sedemê nêzîkatiyên nû.
 Hêvîdarim agahî û nêrînên ku di vê berhemê de cih girtine, li gorî guhertinên ku di nava 20 salên dawî de pêk hatine werin fêmkirin. Heke ne wisa be wê hin xal weke nakokî werin dîtin û cewhera mijara ku bûye naveroka vê berhemê bas neyê fêmkirin. Her wiha di vê pirtûkê de min xwest YE’yê û saziyên wê, bi kinasî be jî, bidim nasandin û nêzîkatiya wan a derbarê pirsgirêka kurd de analîz bikim. Dîsa, nêzîkatiya Kurdan û karê dîplomasiya kurd jî bû besekî girîng yê vê xebatê.
 YE’yê ji pir saziyan pêk tê. Ji derveyê welatên endam, ev Yekîtî bûye xwediyê hêzeke xurt a  sazûmankariyê. Agahiyên ku min di vê pirtûkê de nivîsiye, ji bo naskirineke bi hûrgilî (dêtay) zêde dorfireh nîn in. Bi rêya vê pirtûkê, tenê min xwest ku xwendevanên hêja bikaribin vê saziyê hinekê nas bikin û derheqê wê de bibin xwediyê hin nêrîn û agahiyên zelaltir. Dema ku mirov li hejmara Kurdên ku li vê parzemînê dinêre, pêwîstiya bi naskirina saziya mijara gotinê zêdetir derdikeve pês.
 Kêm be jî, ez hêvîdarim ku wê her xwendevan ji vê xebata min hin feyde bigire. Ji niha ve ez kêfxwesim ku ev xebata min wê bibe alîkarê zelalbûyîna nêrînên derdorên pêwendîdar.

Ahmet DERE

F
E
E
D

B
A
C
K