Tista bi guhê xwe ji devê dayika xwe, malbata xwe, derûdora xwe dibihîse teqlît dike ango dubare dike. Ji bo wê di destpêkê de zimanê zarokî hinekî hêsan e. Zarok her mezin dibe him dikare peyvan ji hev veqetîne û him xezîneya peyvan dewlemend dibe.
Ji vê mînakê jî diyar e ku ziman tistekî civakî û mafekî mirovî ye. Tistekî civakî ye, ji ber ku zarok zimanê xwe di hundirê civakê de digre. Dema tu zarokî ji hundirê civakê derxînî, di sikeftekê de heps bikî, sed sal jî derbas bibe, ew zarok heta bi kesên din re nede û nestîne nikare du peyvan biaxive. Ziman tistekî mirovî ye; ji ber ku her mirov xwediyê mafê axaftinê ye ku karibe bi derûdora xwe re bide û bistîne.
Dema tu li kesekî bikaranîna ziman qedexe dikî, yekser tu mafê wî yê civakî û mirovî ji dest digrî. Tu bi awayekî ne rasterast be jî jê re dibêjî; `Ti mafê te yê wekî mirovekî di nava civakê de bijî nîne!“
Wê demê ev kes wê çi bike, here li ku derê bijî û çawa xwe bîne ser zimên? Rewseke ji serî heta binî trajîk e. Tu radibî, mirovekî dijî, tine dihesibînî. Tu dibêjî, `Tu ne mirov î û di nava civakê de ji te re cih nîn e!“
Gelo ev mirov bi ku ve here, çawa bike yan sere xwe li kîjan berî bide?
Li Tirkiyê qedexekirina bikaranîna zimanê kurdî tê vê wateyê. Dema zarokek kurd ê jidayik dibe ku derfeta wî ya axaftina bi kurdî tine be, ev zarok ha mirî jidayik bû, ha bi destê dewletê hat kustin qet ferqiya xwe nîne. Ji zarokê nû jidayik bûye re dewleta tirk dibêje; `Nikare bi zimanê dayika xwe biaxive“
Bas e, dayikeke bi tirkî nizanibe, zimanê kurdî jî lê qedexe ye; wê zaroka xwe çawa fêrî jiyîna di nava civakê de bike? Gelo trajediyeke ji vê mezintir heye?
Li aliyê din zarokekî heta 5-6-7 salî li malê bi dayika xwe re, li kolanê bi hevalên xwe re bi zimanê dayika xwe-kurdî axiftiye, dema dibe heft salî û diçe dibistanê, jê re dibêjin, `bi tirkî bixwîne, biaxive, binivîsîne`!
Wekî tu ji nava ava kel derxînî û bixî nava avqesayê wiha bi carekê re zarok soke dibe. Ji xwe dipirse; Ev çi ye? Nikare bersivê jî bide; ji ber ku zarok e.
Tê malê ji dayika xwe dipirse? Yadê çima mamoste bi min re bi zimanekî ku ez nanasim û nizanim axift?
Dayik dikare çi bersivê bide vê pirsê?
Kurê min, dive tu tirkî fêr bibî. Ew zimanê dewletê ye. Ger tu fêr nebî, tu nikarî bibî xwedî kar û meas. Li ber deriyê dewletê tu nikarî daxwazeke xwe bînî ser zimên. Ger tu fêr nebî kes gezeke nan nade te… û hwd.
Dewleta tirk li Kurdistanê rewseke wiha afirand ku yekî bi tirkî nizanibe, nikaribe gezeke nan peyde bike, li ber deriyê dewletê daxwazeke xwe bîne ser zimên. Bi vê sedemê kurd pêwîstî fêrbûnê bûn. Ev tenê rêbazek ji hezar rêbazên fêrkirindayîna tirkî bû. Lê dibe ku ya herî dijwar bû. Li mirovan hemû rêkên jiyanê bigre, tenê rêyekê vekirî bihêle. Mirov pêwîst dimînin bikevin ser wê rêkê. Yan wê nejîn, yan wê bikevin ser wê rêkê…
Rêyeke din a dijwar pesinandina tirkî û sermedarkirina kurdî bû. Dema yek bi kurdî diaxift tevza xwe pê kirin. Gotin `Allahin kurosûna bak, daha turkce konusmasini bilmiyor. Magara numaran kac senin“ û hwd. Êdî wiha li kurdan kirin ku kurd ji ber kurdiya xwe serm bikin. Dema bi tirkî axiftin jî qiymet dîtin, zana hatin hesibandin.
Bi vê sedemê kurd ji kurdiya xwe dûr ketin û xwe li tirkî peçan.
Lê pist re têkosîna azadiyê destpê kir û sal derbas bûn. Mirov têgihistin ku heta roja îroj tista kirine sas e. Êdî niha îroj dixwazin vegerin ser zimanê xwe. Lê hîn ew psîkolojiya dijmin li ser wana afirandiye wekî çariyeke tarî xwe nuximandiye ser wana; dikin û nakin nikarin ji binî derkevin. Hîn jî dema bi kurdî diaxivin didin sermê; dibêjin, “gelo wê hinek tevza xwe bi me bikin?“ Û hîn jî dema bi tirkî diaxivin xwe rehet û pêsketî dibînin.
Heyf mixabin nizanin ku çiqasî bi tirkî biaxivin ewqasî asîmîlebûna xwe, têkçûna xwe tînin ser zimên! Û bi kêmûkurtî be jî çiqasî bi kurdî biaxivin ewqasî li xwe, li civakîbûna xwe û li mirovbûna xwe xwedî derdikevin! Ji îroj û pê ve dema du kurdên bi kurdî dizanin hatin cem hev û bi hev re bi tirkî axiftin divê mirov wana sermedar bike, bêje; `Ma hûn ji xwe serm nakin? Ma qey zimanê we nîne? Hûn her du jî bi kurdî dizanin, çima hûn zimanê xwe nadin jiyandin?“

 

F
E
E
D

B
A
C
K