Bi rastî, ev kiryarên derengmayî divê di nav gel da wek av û hewayê bibe elementekî jiyanê sereke. Ji ber ku Zimanê Kurdî delîl û bîrhana netewbûna kurdan e. Her milet bi zimanê xwe tên naskirin. Raste hersal li ruyê cîhanê çend ziman wenda dibin; Lebelê ev vegotina ne bi tenê ji holê rabûna çend zimana ye. Ev di heman demê da eskerekirina wendabûna rûmeta mirovan e.

Wek tê zanîn rûmet dayîna tistan bi xwe jî taybetiyek mirovanî ye. Herwusa, xayî nederketina rûmetan, tê wateya wendakirina parçeyekî ji mirovbûnê. Mirovên kurd di rewsek wusa de,  rûmeta xwe ya herî mezin ango ziman wenda dikin û ev buyer ji bo wan mezintirîn keraset e. Ji bo mirovên tirk jî heman bobelat e. Ji ber ku bi astengkirina Zimanê Kurdî ew derban li mirovahiya xwe dixin û dibin nûnerê rêderiya taybetiyên mirovbûnê.

Diyare,  heya gotinên rast û durist bi dengekî bilind neyên gotin kes nabîzin yan jî naxwazin bibîzin. Kurd neçarên  ji hisyarbûna xewa xefletê ne. Tirk, ji vê rewsê qayilin û suna ku pirsgirêkê di nav pivana demokrasiyê de careser bikin, dijî wê radiwestin. Hetta mîna zarokan bi kurdan re dibêjin “ acix cîcix ji me re, moriya keran jî we ra „  Ango li pêsberî pêlên berfireh yên tekosîna Gelê Kurd, hinekî veciniqîne, lêbelê, mîna ku ew hêsta di warên zarokatiyê de ne.

Girîng e divê têkosîna zimên ji hemûyan mezintir û berfirehtir be. Qet caran ji birvenekin! ziman bi xwe wek sûrekî  tuj e, hema di nefsa mirovan de çik dibe. Ji birîna zimên him dijwar him jî xedar e. Dermanê vê birînê dîsa jî ziman bi xwe ye. Ew mîna Teyrê Sîmurg ji xwaliya xwe car din divejîne. Lêbelê divê av û hewa ya ku ew hewcêye hebe. Ji bo vejîna Zimanê Kurdî av û hewa tê wateya xwandin û nivisandin a bi kurdî. Her çiqasî bi vî zimanî bixwînin û binivisînin, temenê wî jî hewqasî dirêj dibe.

Qet caran ji bîrve nekin!
– Ziman kilîtek afsûndar e, bi wê kilîtê ve dikari deriye netewbûnê vebiki û him tu bi xwe nasbikî, him jî cîhan te nasbike.
– Zimanê me pirtuka  bingehîn a milletbûna me ye.
– Zimanê me çermê ruh û giyanê me ye.
– Zimanê me helbesta dêstpêke ya gelê me ye.
– Zimanê me sahidê derewên dagirkeran û parezerê rastiya me ye.
– Zimanê me amrazê saristaniya me ye.
– Roja ku em bi zimanê xwe ye zikmakî diaxifin ew roj ji bo me cêjin û dîlan e.
– Zimanê min egera welêt û hebuna min e.

Ji ber vê egerê bi kurdî çiyan re dibêjim çiya, gulan re dibêjim, binevs, sosin, rihan û lalezar; jînê re dibêjim jiyan, ji hulm û tîna bedena xwe re jî dibêjim giyan. Ji cihên av jê têdizê re dibêjim kanî, ji bilindciyan re jî banî. Ji demên bêdilî re  dibêjim xemgînî, yên jidilî re jî dibêjim dîlan û govend.

Herwusa, di encamê de eskere dibe ku: Em ne sedemê hebûna ziman in, berovajî ziman bi xwe sedema hebûna me ye. Ji ber vê, xayî derketina zimanê kurdî, parastina hebûna me bi xwe ye.

EuroKurd News/

F
E
E
D

B
A
C
K