Yanî bi ronahiya zanistê, her kesî têgihistî bike.  Ji vê jî, di pîvanên netewbûnê derket û bû bingeha perwerdehiyê.

Di vê perwerdehiyê de rola ziman giring e…

Di têkosîn û berxwedana dîrokî ya gelê kurd de jî, cîhaneke hevpar derkete holê. Di vê cîhana hevpar de destanên yekgirtî, çîrokên hevpar, pîvanên hevpar, hismendî û hewngîriyek hevpar, di qalibên cûda de, lê di tara netewî de hatin formule kirin. Ev formula hevpar, bi zimanekî hevpar hêdî hêdî tê dizayn kirin.

Ev jî wek qalibên ziman li welat û derveyî welat kulîlkan vedike.

Hêzên dagirker, li pêsiya vî zimanê hevpar serî li her cûre riyan dan û didin. Yek ji van riyên dijwar komploya 9ê Cotmehê ye. Ev riya dijwar, di rengên cûda de berdewam dike. Lê serê destanî ku 40 sal in bi dijwarî berdewam dike; bû bingeha formula hevpar û wek hêzeke îradî derkete holê. Ev hêza îradî, di aliyê fizîkî, hewngîrî, siyasî, rewsenbîrî, lehengî û rêzanî, giyanî, çandî, wêjeyî û zimanî de kat da û mêwe da.

Ev hêza mezin, bi ziman bû û wek neynika encama dîrok û destanên 40 salî, bi fulyon bû… Leîbnîz jî, dibêje; “ziman neynika hewn û hewngîrî ye”. Bêguman ligel neynikê,  amurê vegotinê ye jî. Hewn û hewngîriyê hevîr dike, tirs dike û bi tenurê ve dide û dipije… Êdî ziman,  biqasî  hêza nanpêj, bandora xwe nîsan dide. Êdî em di vê qonaxê de ne…

Di vê pêsketinê de  rola çek mezin e. Bêguman ligel çek, rola mantiq jî heye û ev mantiq hate formulekirin. Pistre di çarçoveya  felsefîk de hate sîstemîze kirin. Îro jî, wek sîstemeke alternatîf ketiye pratîkê…

Riya dîrokê dirêj e û misyona li ser milê gelê kurd hatiye rûnandin jî giran e… Di salvegera 9ê Cotmehê de, tecrîda li Imralî jî berdewam dike. Tecrît gunehkariya mirovahiyê ye, lê li Tirkiyê, ji 27ê Temmuza 2011an û vir ve li Imralî di pratîkê de ye. Ev pêkanîn, “bîrdoza zexta psîkolojîk e” û di çarçoveya asteng kirin, kor kirin,  kerr kirina gelê kurd, rewsenbîriya kurd de tê bikaranîn. Ji her tistî, ji jiyana civakî bêparkirin. Saxê di çala mirinê de. Bizêr Ocalan jî cihê xwe bi van gotinan bi nav kiribû. Ev sîstem, ji aliyê zanist û huquqnasên Ewropî ve hatiye pêsxistin.

Ev sîstem, li Îmralî, li dijî Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya “xespa huquqî” û di rehîn girtina “sîstema înfazê” de, li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn.

Di vê qonaxa ku, dijmin ji hêza kurd ya fizîkî, îradî, hewngîrî, siyasî, rewsenbîrî, lehengî-rêzanî, giyanî, çandî, wêjeyî û zimanî  ditirsê, barekî giring û dîrokî dikevê ser milê rewsenbîran.  Kant dibêje, “rewsenbîrî ew e ku mirov bi xwe, hewn û hismendiya xwe balix bibe û bi kar bînê” ye.

Di navbera, beden û mêjiyê kurd de, di navbera mêjî û bedena civakê de, di navbera ziman, mêjî û bedena kurd de pirr hatine avakirin. Kultur, felsefe, zanist, huner û edebiyat, di her baskê xwe de li ser bingeha netewbûna kurd rûnistiye… Dibe ku li hinek baskan, li hinek qeraxan lewazî hebe û di nava gerênekên kûr û fetsînok de, hejandin jî hebe… Lê ne kerûgêj e, ne lalûebkem e…

Kurd, demeke dirêj ji rewsenbîrî, ji kultur û ziman dûr ketibûn. Herî hindik, parçebûna cografîk û dagirkeriya dijwar ya sîstemên înkar û tunekirinê, sîstemên dewsirmetiya bi qundax, singo û  bi dibistanên taybet parçebûnek, dûrketinek hebû. Li Bakurê Kurdistanê, kurd, netewa kurd di gora betonî de hatibû “meftûn” kirin. Kurd û kurdîtî, ji formên xwe yên qedîm hatibû qutkirin û dûrkirin.  Ezberekî gelê kurd, baweriyek sas û çewt a gelê kurd hatibû  çêkirin. Vê jî, dildariya kujeran û bêbaweriya bi xwe hatibû afirandin.

Em di serdemeke nû de ne…

Vêceee, ji bo ku em dikaribin bibin bersiva vê serdemê, divê ku em vegerin kûrahiya qonaxên dîrokî û destanên hatine nivîsandin. Divê ku em bi pexsan û upanîsadên  klasîk re werin ba hev û hevûdin nas bikin. Pexsan navê destanên dema me ne, upanîsad jî navê destanên klasîk in…Ewropiya navê vê kiriye Renaîssance… Yanî hevnaskirina nû û klasîk…  Ev hewldan wê rewsenbîrên kurd, ji tara siyasî jî xelas bike… Hingî nabin berdevkê kesan… Rewsenbîrên me, ji îdeolojiyan bêhtir bûne berdevkê kesan… Bala xwe bidin nivîsan, ji bilî reskirinê  sûdgirtin nîne…  Lewma zimanê wan jî, hewn û hewngîriya wan jî, his û ramanê wan jî nabê bersiva demê…

Ev windakirina xeta cewherî ye, ji çavkaniya neteweyî dûrketin e, ji ramanê pêsengî û ronîkirinê dûr e. Bi gotinên wan ve girîza siyasî heye. Pêwiste her kes, gotinên xwe ji girîza siyasî xelas bike…

Wek mînak: Eger komployek li dijî lîderekî kurd hatibe lidarxistin, ne tenê partiyek, ne tenê haraketek, ne tenê parçeyek ziyanê dibîne, tevahiya gelê kurd, li welat û derveyî welat ziyanê dibîne. Hîna min rewsenbîrek, saziyek nedîtiye ku derbarê sîstema perwerdehiya dibistanên Cemaeta Gulan de nivîsîbin. Porfesorên me jî hîna raporek derbarê giringiya perwerdehiya neteweyî, siyaseta ziman û metirsîniya dibistanên cemaetê de amade ne kirine û radestî raya gistî ne kirine.

Ev jî dide xuya kirin ku zimanê pêvajoyê ne hatiye zemt kirin.  

[email protected]

 
F
E
E
D

B
A
C
K